Beriya niha bi demekê min ji xwe re got ez ê li kovarên me yên kevn bikolim û wan bixwînim. Helbet hin sedemên vê biryar an meraqa min hene:
- Piraniya naverako kovarên me yên niha heman e.
- Zimanê gelek kovar û malperan wekî dewê ku tov lê hatiye hilanîn lê hatiye, yanê wek zimanekî çêkirî derdikeve pêş û di hemûyan de wekhev e.
- Zêdetirê kovarên berê li derve û ji aliyê nifşên beriya me ve hatine nivîsîn, loma zimanê wan bêtir şêrîn û xwerû ye.
Dema min dest bi Kovara Çiraya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê kir, nivîsa wan a ewil bala min kişand ku mixabin min jî heya wê rojê ew nameya Şêxê Kal Şêx Se’îd nexwendibû. Loma min xwest ez wê bi we re parve bikim da hûn jî careke din bixwînin û wan bi bîr bînin. Di daxuyaniya beriya nameyê de tê gotin ku ev nivîs piştî 69 salan digihêje nifşê nû, em jî ji bo kesên ku nexwendine dibêjin va ye piştî 92 salan ew name dîsa li ber destê we ye. Di nameyê de gelek xalên ku bala mirovan dikşînin hene. Dema hûn jî çavekî lê bigerînin hûn ê bibînin. Ji xayîntiyê heta hesasbûna di şer de, ji di’a û nifiran heta şîretan gelek tişt hene. Kovar di sala 1995an de ji aliyê nivîskarên endam ên komeleya navborî ve hatiye derxistin. Mamosteyê me Malmîsanij, birêz kekê Zinarê Xamo, Zinar Soran, Hesenê Metê û hwd. hin ji endamên avakar û kedkar ên komeleyê bûn ku pêşengiya van kar û xebatan dikirin.
Nîşe: Min di nameyê de ji aliyê rêziman û rastnivîsê ve hin sererastkirin kirin. Herwiha min navên hin cihan ên wekî “Bozava”yê guherandin. Lewra ez bi xwe jî ji wê navçeyê me ku em bi tevahî jê re dibêjin “Hewag”. Gundê Poro yê Bozan Axayê serokê Îzoliyan jî ku qala wî tê kirin li ber gundê me (Kurdîk) ye.
DESTNIVÎSA NAMEYA ŞÊX SE’ÎD(1925)
Nameya ku hûn dê li jêr bixwînin, nameyeke Serekê Serîhildana Pîranê ya 1925an a Şêx Se’îd e. Ev name, di dema serîhildanê de bi destê Şêx Se’îd hatiye nivîsîn û ji Şêx ‘Evdirehîm û Îsmaîl Efendî re hatiye şandin. ‘Eslê nameyê bi Tirkî ye. Nameya Şêx Se’îd, piştî 1925an, yanê piştî 69 salan, cara pêşîn digihêje nifşê nû.
Ev name di dema serîhildanê de ketiye destê eskerê Tirk û kopya wê di rojnameya Vakita wê demê de hatiye çapkirin[1]. Li gor vê rojnameyê, lekeyên ku li ser nameyê xuya dikin, lekeyên xwînê ne. Kaxiza nameyê, ji daîreyeke cendirmeyên Tirkan -ku ketiye destê Kurdan- hatiye girtin. Ji xwe cihê ku destnivîsa şêxê şehîd diqede ev peyvên “Tirkî” xuya dikin:
Jandarma … Kumandanligi
Aded (?)
Cevab
Tarih Numrosu
Ev peyvên Tirkî, di ‘eslê kaxizê de hene (metbû’ in).
Navên çend kesên navdar di vê nameya Şêx Se’îd de derbas dibin. Wek Şêx Eyûb (Sêwreg), Şêx Sîrac (Pîran), Salih Beg (Hêne) û Mehmed Emîn Odabaşî (Sêwreg). Me derheqê van kesan de di beşa notan de hin agahdariyên kurt dan. Ji van kesan Salih Begê Hêneyî bi şi’rên xwe jî navdar e. Me çend nimûne ji şi’rên wî nivîsandin.
Wergera Nameyê:
Bi alîkariya Xwedê te’ala
Ji birayê min Şêx ‘Evdirehîm[2] û ‘ezîzê min Îsmaîl Efendî re3
Min nameya we ya bi tarîxa 19ê Şe’bana 1343yan [Adar 1925] a roja Înê, sa’et di çaran de girt. Nameya Şêx Mehemed Reşîd Efendî jî pê re bû. We derheqê hatina Bozan Axa4 û Şêx Eyûb Efendî5 bo Qerebexçeyê6 de nivîsandiye û [we nivîsandiye ku] ew li benda hevdîtina me ne. Ser seran û ser çavan ez dê bihatama ziyareta wan. Lê min nû do Reşîd Axa tevî sed peyayî şand ‘eniya Rojhilat, [gundê] Simaqî7û îro jî înşelah ‘eşîra Têrkan8 tê, ez ê wan jî bişînim cepheyê. Min Şêx Tahir û Şêx Sîrac9ji bo civandina leşkeran şandin, hîn nehatine. Min Şêx Munîr şand Zoxbirîm10 û Mehemedyan11 aliyê rojhilatê, hîn nehatine. Min Salih Beg12 û Mehdî Efendî13 şandin Licê, hîn nehatine. Îşev li Licê ne. Înşelah heke ew hatin, piştî bi rêkûpêkkirina vî aliyî ez ê bi aliyê we de werim û Bozan Axa û Şêx Eyûb bibînim. Şîreta min li hemî leşkerên me, bila bi sebr û sebat bin û bi şerî’eta pak ’emel bikin. Nebe ku leşkerên me mal û pezê Misilman û efendiyan bi zorê ji wan bigrin, talan bikin. Lê ji bo zexîreyê min ji we re di nameya berê de jî nivîsand, heke pir pêwistî hebe bila ji ’embarekê bi destê merivekî emîn û muhasib, bi defter[belge] erzaq derxin. Paşê heke Xwedê te’ala nesîb bike, em ê heman tiştî yan jî bihayê wî li wan vegerînin. Ez ji Mîrê Sadik Begî14 re, ji Mîrê Hamid Begî15 û ji mîrên Gêlê16 re, ji birayê Zûlfîqar Axa Mehemed Reşîd Efendî re, ji Şewqî Efendî û Mecîd Axa re, ji hemî mucahidên Îslamiyê re silav û di’a dikim; wesîyet û şîretan li hemiyan dikim ku ji şerî’eta Mihemedî dernekevin. Li gor ku em dibihîzin axayên ku bi hev re hatine, ji Çêrmûgê hatine. Gelo rast e yan nerast e? Bi me bidin zanîn. Xwedê te’ala hîlekariya Mehmed Emînê17 Mehmûd Efendî Odabaşî xera bike .18 Wî û dilê wî bi îman û mêrxasiya dînî tijî bike. Û heke di îradeya wî ya ezelî de qebûlkirina riya rast ne qedera wî ye, Xwedê te’ala di cî de wî qehr û perîşan bike; Îslamê ji xirabiya wî emîn bike. Heke mimkûn e bi şêwr û tifaqê, bi şev li ‘Elîbardaqê 19 bê deng û beng bavêjin ser leşkerên Tirkan. Heke ne mimkûn e, texîrkirina wê hîn bi xêr e. Û bila eskerên me dora riya Sêwregê bigrin.
- Roja înê, sa’et 5
- 19 Şa’ban 343 [1925]
- Xadimu ‘l-mucahidîn20
- Mehemed Se’îdu ‘l-Neqsîbendî
Niha min ji ‘Evdil’ezîz Begê Şahabanî nameyek girt. Hêzek, ber bi Sêwregê, bi hawara Diyarbekirê de tê. Gelo rast e, derew e? Zû xeberê bidin me.
Mehemed Se’îd
- Yê ku ji Tirkî wergerandiye
- Malmîsanij
- [1]Vakit, 27 Nisan 1341, s. 1-2
- [2]Şêx ‘Evdirehîm: Birayê Şêx Se’îd e.
- [3]Îsmaîl Efendî: Serekê hêzên Şêx Şe’îd bû ku ber bi Sêwregê ve çûbûn.
- [4]Bozan Axa: Serekê ‘eşîra îzolî bû. Demekê li gundê Poro -gundekî Hewagê- dima.
- [5]Şêx Eyûb Efendî: Şêx Mehemed Eyûb, kurrê Şêx Xalid e. Bi gunehkarkirina alîkarbûna serîhildana Şêx Se’îd, di 1925’dan de dema ku 41 salî bû bi qerara Mehkema îstiqlalê (Şark îstiklal Mahkemesi) li Diyarbekirê hat bidardekirin. Şêx Mehemed Eyûb şêxê hêla Qerebexçeyê (nêzî Sêwregê) bû û li Sêwregê şûbeya Terakkiperver Cumhuriyet Firkasi vekiribû, demekê serekê vê şûbeyê bû. Li gor ku rojnamaVakit dinivîse, şaredarê Sêwregê Mehmed Emîn Odabaşî, Şêx Mehemed Eyûb îxbar kiriye û derheqê wî de agahî daye dewletê (Vakit, 24 Nisan 1925).
- [6]Qerebexçe: Gundekî Sêwregê ye.
- [7]Simaqî: Gundekî Diyarbekirê ye (dewletê navê wî kiriye Erimli).
- [8]‘Eşîra Têrkan: ‘Eşîreke Kurdan e ku li Bakurê Diyarbekirê dijî.
- [9]Şêx Sîrac: Ji Şêxmalanê (gundekî Pîranê) ye. Paşnavê malbata wî Ensarioglu ye. Meb’ûsê DYPê Mehmet Salim Ensarioglu, biraziyê Şêx Sîrac e.
- [10]Zoxbirîm: Gundekî Hezroyê ye (dewletê navê wî kiriye Kirmataş).
- [11]Mehemedyan: Gundekî Diyarbekirê ye (dewletê navê wî kiriye Arkbaşi).
- [12]Salih Beg: Mebest jê Salih Begê Hêneyî ye.
- [13]Mehdî Efendî: Birayê Şêx Se’îd e.
- [14]Mîrê Sadiq Beg (Mîreyê Sadiq Beg): Mîr e, kurê Sadiq Beg e û ji Gêlê ye.
- [15]Mîrê Hamid Beq (Mîreyê Hamid Beg): Mîr e, kurê Hamid Beg e û ji Gêlê ye.
- [16]Gêl: Qezayeke Diyarbekirê ye. Egil.
- [17]Mehmed Emîn [Odabaşî]: Şaredarê Sêwregê, Qumandarê Hêzên Mîllî (Kuva-yi Milliye Kumandani) û di dema serîhildana Şêx Se’îd de alîkarê Tirkan bûye. Li gor ku rojnamaVakit dinivîse, wî Şêx Mehemed Eyûb îxbar kiriye û derheqê wî de agahdarî daye dewletê (Vakit, 24 Nisan 1925).
- [18]Li vir kelîmeyek nehat xwendin.
- [19]‘Elîbardaq: Gundekî Diyarbekirê ye.
- 20Xadimu ‘l-mucahidîn: xizmetkarê mucahidan.
- 21Şahaban: Gundekî Diyarbekirê ye (dewletê navê wî kiriye Sivritepe).
Ramazan Badem