Piştî 30 saliyê rîsk dest pê dike

Heta niha zanyar di wê baweriyê de bûn ku bi giştî ji temenê 55 saliyê û pê de jibîrkirin dest pê dike, lê lêkolîneke nû eşkere kir ku jibîrkirin di 30 saliyê de dest pê dike.

Di rapirsiyeke derbarê jibîrkirinê de, ji sedî 11ê beşdaran bersiv dane ku ew rastî derdê jibîrbûnê hatine, her ji temenê 40 saliyê ve. Ji sedî 6ê beşdaran jî bersiv dane ku di temenê 30 saliyê de kêşeya wan a jibîrkirinê hebûye.

Lêkolînê herwiha eşkere kir ku di ser temenê 50 saliyê de tirsa xelkê heye ku rastî jibîrkirinê bên û rastî şermezariyê bên ji ber jibîrkirina tiştekî giring. Ji wan tiştên ku zêde tên jibîrkirin, lixwenekirina goreyan e piştî derketina ji malê, yan jibîrkirina peyveke naskirî ye, yan carnan gava kesek li cihekî xwe dide naskirin, piştî demekê ji nû ve navê xwe bi bîra amadebûyan tîne. Bûyerên jibîrçûnê gellek caran xwediyên xwe şermezar dikin û di wan de tiştên giring ji bîr dikin. Li gor lêkolînê ji sedî 92ê xelkê di ser temenê 50 saliyê de hewldidin bîrweriya xwe çalak bihêlin.

Jonathan Hancock ku mamosteyê perwerdeya jibîrnekirinê ye, dibêje: “Bîrewerî tişteke ku tu dikî, ne tişteke ku milkê te be, mejî pêk hatiye ji şane û masûlkeyan, diguhere bi wî awayê ku mirov xwe hîn dike yan kar pê dike. Her kes dikare mejiyê xwe perwerde bike û dikare jî encama wê bibîne ku çiqasî baş dibe.”

Baştirîn hokarên ku mejî çalak dikin pêk tên ji şîrovekirina peyvên ji hevdu veqetandî, hevkarîkirina zarokan di şîrovekirina dersên wan de ku li dibistanê distînin. Herwiha pêkanîna heftane ya saet û nîvekê ya spora mejî dikare te ji jibîrkirinê biparêze.

Hawarnet

Derbar Çand Name

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

Leave a Reply