Pêncşem , 24 Îlon. 2020

Pirzimanî û Pirkulturî

Di wan demê dawî de gelek sîyasetmedarên Tirkan qala yek dewlet, yek milet, yek al, yek niştiman bi dengekî bilind dikin. Li cem hinekan jî ev lîste dirêj dibe û dibe dim teke, dim tek…

Ritma wana geleki lipaşmayî ye. Naskiriye. Çap û rast e. Bi taybetî weke ya leşkeran e. Mirov dibêje qey wan mirovan dinyaya sivil bi çavê xwe nedîtine kuro!

Hinek ji wana dibêjin di nava tixubên dewletekê de tenê yek zimanê fermî divê hebe. Hinek ji wanan minakên telo melo tînin rojev e. Qala dinyayê dikin li minakên wana hergav çewtin. Ew li kuderê ne û dinya li kuderê ye!

Gelek ji wan sîyasetmedar û rewşenbîrên Tirkan hîna jî di guhê gê de ne.

Haya wana ji bayê felekê tüne ye.

An jî xwe ehmeq şeytanî dikin!

Şarlatanîyê dikin!

Hinek ji wanan li mahna û hicetan digerin lê helwesta wana çiryayî û diryayî ye…

Tucaran nayê dirûtin!

Hezar qul di boxçika wana de hene!

Herkes dizanî ku cinê efsûnî ji şûşê derketiye, kes nema kare wîna zeftbike! Qîma kurdan îca nema bi tiştik û miştikên ku dema wana derbasbûyê tê.

Em jî weke hemû gel û netewan mafên xweyî netewî dixwazin.

Qelenê wê jî çi dibe bila bibe!

Ji bona ku bûyer baş were fêmkirin û siyasetmedar û rewşenbîrên me tekûz bibin, divê hinek daneyên ku di vê mijarê de hene werin rohnîkirin.

Di vê tevgirêdanê de hilbet divê em qala pirzimanîbûn û pirkulturîbûnê bikin. Pratika pirzimanîbûn û pirkulturîbûnê li gelek deverên dinyayê heye û zanyariya modern li ser vê pratika hanê gelek lêkolînnên hêja kirine…

Li tu dewletê dinyayê yekziman û yekkultur tuneye. Di hemû dewletên dinyayê de pirzimanî û pirkulturî heye û ew jî yek stûnên demokrasîya modern e. Em baş dizanin ku pirzimanîbûn bi xwe re hergav pirkulturîbûnê derdixê rojeve û ev herdu bûyer xwîn didin hevdu. Ji ber ku ziman û kultur tucara ji hevdu nayênê qetandin…

Em divê di hemû warên jiyanê de pirzimanîbûnê û pirkulturibûne weke prensîbeke demokrasiyê biparezin

Di vî warî de dinya ya nûjen aligirê me ye…

Nûha jî emê bi kurtasî hinek mînak û rastîyên ku di vê mijarê de hene derxînin pêş.

Beriya hemû tiştî divê em gotina pirzimanî analîz bikin. Em di civatan de pirzimanîbûnê bêkomleks dipejirînin. Ev mafeke mirovî ye. Di gotina pirzimanî de weke ku tê zanîn pêşî zimanê dayikê heye. Ango mirov û civatên ku pirzimanî ne, statûyeke taybet didin zimanê dayike. Piştî zimanê dayikê zimanê didûyan heye. Minak, zarokên kurdan pêşî zimanê dayika xwe fêr dibin û dûra zimanekî diduyan jî fêr dibin.

Ev zimanê diduyan hergav biyanî ne. Li aliyê din zimanê biyanî ku mirov bidaxwaza xwe dixwaze fêr bibe jî hene, weke zimanên navnetewî, İngilizî, Frensî, Elmanî, Ispanî, ûhw.

Li vir divê em zimanê ku mirov bi daxwaza xwe û zimanê ku mirov bi zorê fêr dibin ji hevdu cuda bike.

Minaka baş ji bona vê yekê zimanê Tirkî ye.

Kurdên Bakurê Kurdistanê baş dizanin ku zimanî Tirkî bi darê zorê hatiyê nava civata Kurdan…

Zor û zimanê Tirki bi hevre hatiyê welatê me. Gava ku zor tê de tune be wê gelek mirovên Kurd bixwazin zimanê mileteke ciran bikêfxweşî fêrbibin…

Ji ber ku her zimanekî jiyanek e. Em tucara ne dijminên zimana ne. Em dijminê zorê ne!

Em baş dizanin ku mirov û civatên pirzimanî bi xwe re jêhatbûneke jî pêyde dikin. Mirov him zimanê xwe û him jî zimanekî biyanî fêr dibe. Ev yeka hanê bi xwe jehatbûneke sosyal e. Mirovên jêhatbûyî ji aliyê sosyal û kulturî de bêtir tekûz in û bi kêri civat û derdora xwe jî tên.

Kultura demokrasîyê li cem wana bêtir rûniştiye û fonksîyonel e.

Li dinyayê gelek welatên ku pirzimanî ne hene; Weke Hindîstan, Çîn, Ispanya Fînlandîya, Swed, Danimark, Rusya û gelekên din. Zimanê fermî li wan welat ne yek tenê ye. Pirzimanîbûn bêtir di perwerde û pêwendiyên kulturî yên welatan de weke mafekî mirovî heye.

Ji bona minak em dikarin bibêjin ku, Yekitîya Ewrupa bixwe ji bona modela pirzimanîbûnê minaka helî baş e. Di Yekitîya Ewrupa de 25 zimanên fermî hene! Dîsa Yekitîya Netewan û di Konseya Ewrupa de ev pratîka pirzimanîbûnê heye û mafê ziman weke beşek ji mafê mirovan tê nirxandin.

Bi kurtasî pirzimanîbûn û pirkulturîbûn gelek sixletên hêja derdixe pêş. Civat û kes kamil dibin û ji yekalîbûnê, ji dogmatizmê û bexiltiyê gav bi gav dûr dikevin.

Pirzimanîbûn û pirkulturîbûn bi hemû haweyên xwe ve dewlemendiye, pêkvejiyan e, tolerans e, pirdengîye, ango demokrasi bi xwe ye…

Şêrefxan Cizîrî-Rojevakurd

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Wîjdan

Li eyaleta ku nivîskar lê dimîne dîsa fuarek heye, fuara kîtaban. Digel ku nivîskar îro …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.