Li gorî lêkolînên nû mirovên pirzimanî ji yên yekzimanî saxlem û zîrektir in. Pirzimanî derman an jî melhema tenduristî, zîrekî, jêhatî û serkeftiniyê ye. Ji ber ku kapasîte û ҫarҫoveya raman û hizrandina mirov firehtir û kûrtir e.
Li ser pirzimaniyê encameke nû jî derket holê ku Pirzimanî mirov ji nexweşiya demensê (hişwendakirinê) diparêze. Di warê zanist û lêkolînê de, ev şoreşeke mezin e. Li ser gelek kesan hatiye cerbandin ku kesên bi temen û pirzimanî bêtir dikarin xebata hizirî bikin. Ev ji bo wan dibe weke jîmnastîka mejî û ji nexweşiya demnsê diperêze. Ango mirovên temenmezin ji bîrkirînê diparêze.
Herweha lêkolîneran di heman polê de, li ser zarokên ku bi fransî û îngîlîzî dizanin û yên ku bi yek zimanî dizanin cerbandin pêk anîne. Di encama lêkolînê de derketiye holê zarokên ku bi fransî û îngîlîzî dizanin ji hevalên xwe yên yekzimanî serkeftîtir puan girtine.Bi taybetî di wane û mijarên matematîk û ҫaraseriya problemên civakî de zarokên pirzimanî serkeftî ne. Ji ber ku xebat û kapasîteya mejiyên wan zêde û firehtir e. Xeyal û berhevdana wan xurtir firehtir e.[1]
amedtigris@hotmail.com
e-weje.com