Pirzimanî melhema saxlemî û zîrekiyê ye

Li gorî lêkolînên nû mirovên pirzimanî ji yên yekzimanî  saxlem û zîrektir in. Pirzimanî derman an jî melhema tenduristî, zîrekî, jêhatî û serkeftiniyê ye.  Ji ber ku  kapasîte û ҫarҫoveya raman û hizrandina mirov firehtir û kûrtir e.

Li ser pirzimaniyê encameke nû jî derket holê ku  Pirzimanî mirov ji nexweşiya demensê (hişwendakirinê) diparêze. Di warê zanist û lêkolînê de, ev şoreşeke mezin e.  Li ser gelek kesan hatiye cerbandin ku kesên bi temen û pirzimanî bêtir dikarin xebata hizirî bikin.  Ev ji bo wan dibe weke jîmnastîka mejî  û  ji nexweşiya demnsê diperêze. Ango mirovên temenmezin  ji bîrkirînê diparêze.

Herweha lêkolîneran di heman polê de, li ser zarokên ku bi fransî û îngîlîzî dizanin û yên ku bi yek zimanî dizanin cerbandin pêk anîne. Di encama lêkolînê de  derketiye holê zarokên ku bi fransî û îngîlîzî dizanin ji hevalên xwe yên yekzimanî serkeftîtir  puan girtine.Bi taybetî di wane û mijarên matematîk  û ҫaraseriya problemên civakî de zarokên pirzimanî serkeftî ne. Ji ber ku xebat û kapasîteya mejiyên wan zêde û firehtir e. Xeyal û berhevdana wan xurtir  firehtir e.[1]

 

amedtigris@hotmail.com

e-weje.com

 


[1] Kovara Swêdî Språk nummer 4 maj 2013, Jonas Mattsson. S. 30

Derbar ziman

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply