- Pirtûkxaneya Çînê ya Neteweyî li Asyayê bi 35 milyon pirtûk, kîtabe û koleksiyonên dîrokî ve li Asyayê pirtûkxaneya herî mezin tê qebûlkirin. ( Fuat Kabakçı - Anadolu Agency )

Pirtûkxaneya herî mezin a Asyayê

Pirtûkxaneya Çînê ya Neteweyî li Asyayê bi 35 milyon pirtûk û koleksiyonên dîrokî li Asyayê pirtûkxaneya herî mezin tê qebûlkirin.

 

Pirtûkxaneya Çînê ya Neteweyî bi destê Xanedaniya Çînê (1644-1912) di navbera salên 1909 û 1912an de li navenda Pekînê hatiye avakirin. Her sal 5 milyon kes pirtûkxaneyê ziyaret dike.

 

Pirtûkxaneya Çînê ya Neteweyî li ser ciyekî bi qasî 140 hezar metre çarqoşe hatiye avakirin. Li pirtûkxaneyê gelek berhemên klasîk hene û salona konferans û pêşangehê jî hatiye çêkirin.

 

Li pirtûkxaneyê ji sala 2004an vir ve qismekî arşîvê avêtin înternetê. Daneyên li ser platforma dijîtal gihiştin nêzî 1323 terabaytê. Her sal nêzî 100 terabayt dane li ser înternetê zêde dikin.

 

Arşîva Pirtûkxaneya Çînê ya Neteweyî her sal bi hezaran berhem û pirtûkan mezintir dibe. Li gor qeydên sala 2016an li pirtûkxaneyê ji 115 zimanên cuda nêzî 35 milyonî berhem hene.

 

Berhema dîroka wê herî kevn kîtabeyên ku beriya 3 hezar salan hatine nivîsîn in. Ji wan kîtabeyek li ser qalikê kûsî hatiye nivîsîn.

Pirtûkxaneya Çînê ya Neteweyî bi arşîva xwe, li ser dinyayê di nav pirtûkxaneyên herî mezin de di rêza 7emîn de ye.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply