Pirtûkên Biyografîk Yên Jînenîgariya Nivîskaran

Ez ji xwendina pirtûkên biyografîk yên jînenîgariya nivîskaran gelek hez dikim. Hinek nivîskarên navdar yên ewropî li ser jînenîgariya nivîskarên klasîk yên edebiyata rusî û yên edebiyata fransî, îngilîzî û almanî gelek pirtûkên hêja yên biyografîk nivîsîne. Mirov dikare Edward Hallet Car, Henrî Troyat, Stefan Zweîg û hwd, wek mînak bide. Nivîskarên otobiyografîk yên ku li ser jînenîgarî û berhemên dostoyevskî, Tolstoy, Çexov, Balzac, Zola, Hugo û hwd, nivîsîne, pirtûkên wan li gelek zimanên cîhanê hatine wergerandin û têne xwendin.

Di nav eniya nivîskariya kurdî de ev hêl hêj jî pir qels maye. Pirtûkên kurdî yên bi vî babetî (ji blî du, sê pirtûkan) tunin. Di gelek waran de û di derbarê gelek babetan de nivîskariya kurdî di merhela xwe xweavakirinê, xwe afirandinê de ye. Kar û xebatên sê nivîskarên kurd yên di vê hêlê de destpêk e û mizgîna pêşveçûnê ye. Herçiqas çend nivîskarên kokkurd bi tirkî li ser hinek şexsiyet, siyasetmedar û nivîskarên ku bi eslê xwe kurdin bi tirkî pirtûkên jînenîgariyê nivîsîn jî, a girîng eve ku; bi kurdî pirtûkên bi vî rengî werine nivîsîn.

Di kurdî de nivîsîna ev cure pirtûk ango pirtûkên jînegeriya nivîskaran û berhemên wan wek min got, ji alî sê nivîskarên kurd ve pêk hatiye. Yek jê nivîskar Drs. Yusuf Kaynak e. Wî bi navê ” Jînenîgariya Cegerxwîn û Berhemên wî” pirtûkeke hêja nivîsiye. Ê duyem nivîskar Haydar Omer e û wî jî li ser jînegeriya Osman sebrî û berhemên wî nivîsiye. Ê sêyem jî Dîlawer Zengî ye û wî jî li ser Nuredîn Zaza û berhemên wî nivîsiye.

Ez ê di vê gotara xwe de behsa naveroka pirtûka Drs. Yusuf Kaynak  a bi navê ” Jînenîgariya Cegerxwîn û Berhemên wî” bikim û pirtûkê bi xwendevanên kurd bidime nasîn.

Pirtûka Drs. Yusuf Kaynak a bi navê ” Jînenîgariya Cegerxwîn û Berhemên wî” di nav weşanên ”Do” de, di beşa lêkolînê de hatiye weşandin. Pirtûk 200 rûpel e û di dawiya wê de hinek wêneyên Cegerxwîn hene.

Drs. Yusuf Kaynak akademîkerekî kurde, lêkolînvane û herweha nivîskare. Gelek gotarên wî di kovar û rojnameyên kurdan de, di malperên kurdî yên weşanên elektronîk de derketine û hêj jî derdikevin. Wî di fakulteya edebiyatê ya Holandê de xwendiye û teza xwe ya doktoriyê li ser malbata Bedirxaniyan amade kiriye.

Bi min divê xwendevanên kurd yên ku li Unîversîteyên sê dewletên dagirker (Îran, Tirkiye û Suriye) de dixwînin û yên ku li Unîversîteyên Ewropayê xwendevanin divê mijarên tezên xwe li ser kurdan û mijarên ku bi kurdan ve eleqederin amade bikin û paşê jî wek pirtûk biweşînin.

Drs. Yusuf Kaynak gelek baş kiriye ku li ser jînenîgarî û berhemên Cegerxwîn lêkolîn kiriye û vê pirtûka hêja nivîsiye. Cegerxwîn nivîskar û helbestvanekî kurd ê bi navûdeng e. Wî ji çilî zêdetir pirtûk nivîsiye. Di nav helbestvanên kurd yên nûjen de yê herî naskirî û herweha navdar Cegerxwîn e.

Niha, em beş bi beş li naveroka pirtûkê binêrin.

Beşa yekê de; jiyana Cegerxwîn hatiye qalkirin. Nivîskar dema behsa jiyana Cegerxwîn dike, rewşa kurdan ya destpêka sedsala 20-an jî rave dike. Di beşa didu de; berhemên cegerxwîn ên ku hatine weşandin tê şîrovekirin. Drs. Y. Kaynak li ser piralîbûna nivîskariya Cegerxwîn disekine, digel helbestvaniya wî, ew behsa dîrokzanî, folklorîstî, zimanzanî û çîrokvaniya Cegerxwîn dike. Van hêlên wî yên cure bi xwendevanan dide nasîn. Ew yekoyek pirtûkên wî dinirxîne û li ser pirtûkên wî yên bi navê ”Cîm û gulperî” , ”Reşoyê darê” , ”Gotinên Pêşiyan” , ”Gulîstan”, ”Ferhenga Kurdî” , ”Salar û Mîdya” , ”Tarîxa Kurdistanê” , ”Folklora Kurdî” şîrove dike, bal dikşîne ser mijarên wan û naveroka wan dinirxîne.

Di derbarê dîwanên Cegerxwîn yên helbestan de jî şîroveyên balkêş hene. Lêkolînvan Drs. Y. kaynak helbestên Cegerxwîn li gor naveroka wan di pênc beşan de dabeş dike û ji xwendevanan re rave dike. Dîwana Cegerxwîn a yekemîn navê wê ”Pirîsk û Pêtî” ye û di sala 1945-an de di nav weşanên ”Hawar”ê de li Şamê derketiye. Dîwana wî ya duyemîn navê wê ”Sewra Azadî” ye, ew jî di sala 1954-an de derketiye. Diwanên wî yên din jî navên wan ev in: ”Kîme Ez” , ”Ronak” , ”Zend-Avesta” , ”Şefaq” , ”Hêvî”. Çapên nû yên hemû dîwanên Cegerxwîn li Stenbolê hatine çapkirin.

Di beşa sêyem de kê li ser Cegerxwîn çi nivîsiye heye. Hinekan nivîsên bi forma helbestkî nivîsîne, hinekan meqale, gotar nivîsîne. Hinekan di bin navên mexles de nivîsîne ku mirov bi navên wan ê rast nizane. Hinek helbestên ku Qedrîcan, Hisênê Emîn, Seydayê Keleş, Gundî, Namî û Feqîr Ahmed li ser Cegerxwîn nivîsîne di nav rûpelên pirtûkê de cih girtine. Hinekan jî bi forma pexşanî li ser Cegerxwîn nivîsîne. Nivîskar li ser edebiyatvanî û fîlozofiya Cegerxwîn” sekiniye û meziyetên Cegerxwîn ên wek mirovhezî û demokratî rave kiriye.

Di beşa çaran de lêkolîner Dsr. Y. Kaynak li gorê têma analîzên helbestên Cegerxwîn kiriye. Tema helbestan dabeşê şeş xalan hatiye kirin. 1 – helbestên welatevînî û azadiyê, 2 – helbestên li dijî feodalî û kapîtalîzmê, 3 – helbestên şoreşgerî û navneteweyî, 4 – helbestên fabl û mîtolojîk, 5 – helbestên evîniya sembolîk û evîniya rastî, 6 – helbestên felsefî.

Nivîskar Drs Y. Kaynak di beşa pêncan de jî, bi berferehî form, stîl û zimanê helbestên Cegerxwîn analîz kiriye. Ew li ser tradisyona zimanê kurdî sekiniye, balkişandiye ser helbestvanên kurd ên klasîk û xisusiyeta helbesta dîwanî şîrove kiriye. Herweha wî formên helbestên Cegerxwîn, ziman û stîla helbestên wî nirxandiye.

Di beşa şeş de lîsteya berhemên Cegerxwîn yên ku hêj nehatine weşandin heye. Di beşa heftan de jî, nivîskarê pirtûkê Cegerxwîn, Nazim Hîkmet û Goran daniye berhev. Şibandina wan, çawa ku dişibin hev û hevrûkirina hersêyan û cudayiya jiyan û mercên ku ew tê de jiyane û berhem afirandine hatiye qalkirin. Di vê beşê de rexneyên Cegerxwîn yên derbarê helbestvanê şovenîst Nazim Hîkmet de heye. Cegerxwîn Nazim Hîkmet rexne dike. Nazim Hîkmet helbestvanekî sosyal şoven e. Di helbestên wî de şovenîstî û neteweperestiya tirk xwe dide nîşandan.

Di encamê de ez vê bibêjim; birêz Drs. Y. Kaynak bi kar û xebateke hêja, bi kedeke giranbiha, bi lêkolîneke îlmî, zanîstî pirtûkeke biyografîk nivîsiye û bi serketiye. Bi hêviya ku ew hêj gelek pirtûkên weha serketî binivîse û herweha gelek lêkolînvanên kurd yên din jî pirtûkên biyografîk ên jînenîgariya nivîskarên kurd û berhemên wan binivîsin.

Xwendevanên delal, hûn dibînin bê naveroka pirtûkê çiqas dewlemende. Divê hemû xwendevanên kurd vê pirtûka hêja a jînenîgariya cegerxwîn berhemên wî bixwînin.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

KELA WANÊ

Av li xweza herikî Gul û çîçek pelda. Milet rabûn piyan Erd û çiya hejiyan. …

Leave a Reply