Pirtûkeke din ya nivîskar û dîroknivîs û rewşenbêrê kurd mamoste Biradost Mîtanî.
Di nivîsa xwe ya hêja de, dîroknivîs û lêkolînvanê kurd yê Rojavayê Kurdistanê mamoste Biradost Mîtanî wiha amaje bi weşandina pirtûka xwe deke; Xwîşk û birayên hêja ,hezkirinên zimanê KURDÎ û dîroka gelên herêmê , min pertúkek ji 246 rúpelan, bi zimanê dayîkê yê Kurdî nivîsand ,bi navê : Kurte dîroka gelên rojhilata navîn û têkiliyên wan bi hev re ,ev qapê wê ye ,lê hê min çap nekiriye.
Hêjayî gotinê ye ku berê jî bi destura mamoste Biradost Mîtanî me wek stafa PUKmedia`yê a Kurmancî pirtûka bi navê “Gurzek gul ji baxê zimanê kurdî ( Biradostê MÎTANÎ )” di beşa pirtûk ya malperê de weşandibû, niha jî em vê nûçeyê diweşînin wek destxweşiyek û spasiyek ji bo erk û hewlên girîng ên mamoste ku di barê dîrok û rastiya wêjeya kurdî de encam dide.
PUKmedia-Hozan Efrînî