Kitêbeke Kurdî ya du hezar salî li Kurdistanê hate dîtin. Li gor pêgeha Şûnwarên Kurdistanê ew kitêb 20 rûpel e û Gatayên Zerdeştî bi zimanê Hewramî (Ahuramanî) bi zimanê Avêstayî ya Kevin (bi pîtên aramî) li ser çermê xezalê hatiye nivîsîn û li gor lêkolînan dîroka wê vedigere du hezar sal berî niha.
Pirtûk ji aliyê malbateke hejar ya Rojhilatê Kurdistanê li navçeya Hewramanê hatiye dîtin û ji ber ku nexwestiye pirtûk bikeve destê hikûmeta Îranê, xwediyê wê pirtûkê dibe welatê Brîtanya û ji ber rewşa hejarî û jiyana penaberiyê xwestiye pirtûkê bifroşe, lê bi hewla çend Kurdan poşman dibe.
Di beşeke malpera Şûnwarên Kurdistanê de wiha tê gotin: ’’ Em ji rayedar û berpirsên Herêma Kurdistanê dixwazîn ku ji bo vegerandina pirtûkê bo Kurdistanê hevkariya me bikin, ji ber ku li gor yasayan dikarin ji bo kirîna pirtûkê pereyan veqetînin.”
BAS NEWS