Ji alê lêkolîner Ibrahîm Ibrahîm bi keda du sala, bi hûrbîniyeke balkêş bi navê (KURD Û WARGEHÊN WAN DI PIRTÛKA SÛRETU’L-ERD YA IBIN HEWQEL DE) pirtûkek derxist. Pirtûk 132 rûpel e û ji weşanxaneya (Apec Tryck & Förlag AB) li Stockholmê hate weşandin
Lêkolîner Ibrahîm Ibrahîm di pêşgotina pirtûka xwe de diyar dike ku; wî ji mêj ve pirtûkên erdnîgarî û yên cîhangeran dişopandin, ew pirtûkên di serdema islamî de bi destê cîhanger û bazirgan û erdnîgarnasan hatine nivîsandin, naverokên wan pir bala wî kişand nemaze hin bûyerên dîrokî û civakî ku pirtûkên dîrokê bi xwe jî behsa wan nekirine, ya giringtir dema ku behsa kurdan û wargehên wan dikin, rola Kurdan di şaristaniya rojhilat de berz kiribûn di pirên serdeman de .
Pirtûka Sûretu’l-Erd wateya wê bi kurdî wêneya zemînê ye, ew ji wan pirtûkên giring bûn ku nivîskarê wê Ibin Hewqel pir geriyabû li herêmên dewleta islamî û ji derveyî wê ve jî, di gera xwe de pir milet, qebîleyên, olên, û mezhebên rengereng dîtibûn an jî nas kiribûn, di nav wan de miletê kurd bû jî .
Ibin Hewqel ji cîhanger û erdnîgarnasên din bêhtir behsa kurdan û wargehên wan kiriye û bi piranî û bi rengekî balkêş jî, ev bû sedema ku navnîşana semînerê bibe Kurd û wargehên wan di pirtûka Sûretu’l-Erd de ya Ibin Hewqel.
Di nivîsandina lêkolînê de dihate xwestin ku em li jêder û çevkaniyên dîrokî û erdnîgarî jî vegerin da em bikaribin rewşa Kurdan a civakî, aborî û siyasî di wê serdemê de (sedsala 4k./10z.) bizanibin, ji bo em bikaribin pîvanekê di navbera nivîsên li ser bûyerên ku bûyîne di Pirtûka Sûretu’l-Erd de û yên di jêderên din de hatine diyarkirin li ser serdema Ibin Hewqel.
Ji wan jêderan pirtûka el-Mesalik we’l-Memalik ya Istexrî (346k./957z. koç.), Ehsen et-Teqasîm fî Me’rîfeti’l-Eqalîm ya el-Meqdisî (390k./1000z.), el-Kamil fi’t-Tarîx ya Ibini’l-Esîr (630k./1233z.), Tecaribu’l-Umem ya Meskewê (421k.1030z.), Tarîxi’l-Fariqî ya Ibini’l-Ezreq el-Fariqî (577k./1181z.), Şerefname ya Şerefxanê Bedlîsî (1005k./1597z.), ji bilî wan jî hin jêderên din, kevin û nû jî, ji yên nû pirtûka el-Kurd we Bîladîhim ‘inde el-Buldaniyîn we’r-Rehale el-Muslimîn ya Hekîm Ehmed Xoşnaw, û el-Îmaratul-kurdiye fî el-Esir el-Buweyhî ya Qadir Mihemed Hesen û tarîx el-Duwel we’l-îmaratu’l-Kurdîye fi’l-‘Ehdi’l Islamî ya Muhemed Emîn Zekî, Buldan el-Xîlafet’iş-Şerqîye ya Kî lêstirêng (wergera wê ya Erebî) , pirtûka Tarîxu’l-Edebi’l-Cuxrafîyi’l-Erebîyî ya Kiratişikoviskî, ji bilî van jî hin jêder û çavkaniyên ku têkildarbûn bi mijarê re. lêkolîn wiha hatiye dabeşkirin :
– Destpêk: Di destpêkê de rola kurdan û beşdariya wan di dîroka rojhilat de hatiye şîrovekirin, di sedema islamî de, herwiha girîngiya pirtûka sûret el-Erd ya Ibin Hewqel di zelalkirina vê pirsgirêkê de.
1. Ibin Hewqel û Pirtûk û Serdema wî: Di vê beşê de jiyana Ibin Hewqel û pirtûka wî ya Sûretu’l-Erd tê diyarkirin û girîngiya agahiyên wê, tevlî şîrovekirina rewşa siyasî ya dewleta islamî li rojhilat û rojava di serdema Ibin Hewqel de, di sedsala (4k./10z.) de. ku dewleta Ebasî lawaz bibû û ketibû bin bandora Tirk û Buweyhiyan de, yên dikarîbûn bibin desthilatdar, pir dewlet û mîrnişînên serbixwe jî hatibûn damezirandin, di nav wan de hukûmet û mîrnişînên kurdan jî hebûn.
1. Ibin Hewqel û Pirtûk û Serdema wî: Di vê beşê de jiyana Ibin Hewqel û pirtûka wî ya Sûretu’l-Erd tê diyarkirin û girîngiya agahiyên wê, tevlî şîrovekirina rewşa siyasî ya dewleta islamî li rojhilat û rojava di serdema Ibin Hewqel de, di sedsala (4k./10z.) de. ku dewleta Ebasî lawaz bibû û ketibû bin bandora Tirk û Buweyhiyan de, yên dikarîbûn bibin desthilatdar, pir dewlet û mîrnişînên serbixwe jî hatibûn damezirandin, di nav wan de hukûmet û mîrnişînên kurdan jî hebûn.
2. Kurd û wargehên wan di pirtûka Sûretu’l-Erd de : Naveroka vê beşê di nav xwe de pêşinyazek hilgirt ji herêmên ku kurd lê belav bibûn li gorî pirtûka Sûretu’l-Erd; (Cezîrê, Ermînya û Azerbeycaan û er-Ran, Cîbal, Faris, Xozistan, Kerman, Xuresan, Îraq), her herêmek bi serê xwe hatiye wesifkirin ji aliyê erdnîgariyê, sînor, rewşa siyasî, navendên şaristanî (bajar, gund,…) rewşa aborî ya kurdan û şêweyên jiyan û civaka wan, hin ji pêwendiyên wan û wesfa erdnîgarî û keş û hewaya wargehên wan.
– Encam: Encamên lêkolînên ku ji gelek xalan pêk tên, kurtebêjeya wê belavbûna kurdan bi firehî li ser gelek herêman di wê dema han de, rengerengbûna civak û jiyana wan (bajarî, gundî, koçer), tevî beşdarbûna wan di aboriya dewleta islamî (çandinî, pîşesazî, bazirganî) de.
Ibrahîm Ibrahîm
Berg: Xelîl Ibrahîm
Çapa yekem: 2020 – Stockholm
Çap: Apec Tryck & Förlag AB
ISBN: ISBN: 978-91-88333-65-0
Ibrahîm Ibrahîm Kî Ye?
Lêkolîner di sala 1971ê de li bajarê Hesekê ji dayik bûye. Di sala 1997an de li zanîngeha Şamê di beşa dîrokê de lîsans wergirt. Sala 1998an li zanîngeha Şamê dîploma Qualification û bisporîya arkiyolojiyê wergirt. Di salên (2002-2013)an de li dibistanên Qamişlo mamostê Dîrkê bû. Di sala 2012an de bû endamê damezrandina Komeleya Subartu ya guhdan bi dîrok û kelepûrê kurdî dike û serokitya wê du sala kiriye (2012/2013).
– Di sala 2016an de lîsansa bilind (Master) di beşa ziman û çanda kurdî de li zanîngeha Mardînê wergirt.
– Di sala 2016an de bû xwendekarê dektora di beşa ziman û çanda kurdî de li zanîngeha Diclê li Amedê.
– Di sala 2017an de bû endamê komeleya nivsîkarên kurd li Swêdê.
– Di sala 2018an de xelata Cegerxwîn a akadîmî wergirt.
Berhemên wî:
-Rengvedana dîroka kurdî di helbestên Cegerxwîn de, weşanxana APEC Swêd, 2018
– Kurd û Wargehên Wan Di Pirtûka Sûretu’l-Erd Ya Ibin Hewqel De, Apec Tryck & Förlag AB, Stockholm,2020
Çandname