Pirtûkek bi navê “Di Pirtuka Pîroz De Med” hat çapkirin

Ji aliyê Keşeyê Dêra Pirotestan Ender Peker ve pirtûkek bi navê “Di Pirtuka Pîroz De Med” hat çapkirin ku cara yekem e derbarê dîroka Împaratoriya Kurdan Medan a di Tewratê de pirtukek tê nivîsîn. Pirtûka ku xebata 11 salan e bi Kurmancî  û Tirkî hatiye çapkirin û nivîskar dixwaze bi zaraveyê Kurdî Soranî jî pirtuka xwe bide çapkirin.

Ender Peker, Peywirdarê Olî yê Dêra Pirotestan e. Bi salan e lêkolînan li ser pirtukên pîroz ên wek Încîl, Zebûr û Terwatê dike. Di Tewratê de jî bala wî kêşaye ku gelek behsa Împeretoriya Medan tê kirin. Li ser vê yekê jî derbarê agahiyên ser Medan de dest bi standina nîşeyan dike. Piştî 11 salan jî dibîne ku nîşeyên wî êdî têr dike ku bikaribe pirtukekê jê çap bike û pirtuka bi navê “Di Pirtuka Pîroz De Med” dinivîse . Peker amaje dike ku di gelek beşên Tewratê de Xweda pesnê qewmê Medan dide û dibêje dê hember Babilan û Asûran ser bikevin ku Babil û Asûr împeretoriyên gelek xurt û mezinin ku herdu împeretorî jî bi deste Medan têk diçin.

Nivîskar û Keşe Ender Peker ji K24ê re got: “Ez mesîhî me. Ez Tewrat, Zebûr û Încîlê dixwînim û fêrî cemaetê jî dikim. Yên ku derve jî bên pirs bijin ez behsa wan dikim. Piştî ku min Tewrat û Încîl xwendin, min dît ku gelek ayet hene behsa Medan dikin. Ti pirtukên dirokî qasî pirtukên pîroz behsa Medan nakin. Bala min kêşand min hemu nivîsîn. Kîjan ayete de, kîjan pêxemberî derbarê Medan de çi gotibe min nivîsî. Berfireh min nivsî ye û min xistiye pirtukê de.”

Ender Peker dide zanîn ku heta niha derbarê Tewratê de dîroka Medan qet xebatek an jî berhemek nehatiye çapkirin ku wî biryar daye vê valahiyê qasî ku derfetên wî têr bikin tije bike. Nivîskarê Mesîhî balê dikêşe ku xebata wî ji bo dîroka qedîm a Kurdan jî çavkaniyek girîng e ku Împeretoriya Medan yek ji xurttirîn imperetoriyê Kurdan e.

Nivîskar Ender Peker dibêje: “Eger Kurd dibêjin em neviyên Medan in, divê pêwîste rabirduya xwe bizanibin. Divê bizanibin ku Med çawanin. Çi kirine û çi nekirine ? Xweda çawa li wan meyze kiriye. Çawa gazî wan kiriye. Ez dibêjim ku wê bandorekî baş ser van zanyariyan bide Kurdan. Di wir de gotinên xweş dibêje xweda. Dibêje: “Ez gaziye egîd û mêrxasan dikim ku yên pesna navê min didin. Ez wana hember Babîlê radikim ser lingan. Dibê ka bala xwe bidinê yên ku ji çiya hatine ba hev. Dengê milletekî gelek mezin e.”

Pirtûka Ender Peker a bi navê  “Di Pirtuka Pîroz De Med” bi Kurmancî û Tirkî hatiye çapkirin û nivîskarê pirtukê dibêje ew niha nava hewildanan de ye ku bikariba berhema xwe bi zaraveyê Kurdî  Soranî jî bide çapkirin ku armanca wî ew e ku dîroka dêrîn a Kurdan ji alî û perspektîfek cawaz ve bo Kurdan bide nîşan.

Kurdistan24

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply