Pirtûka ‘Zanista Tenduristîya Gel’ ya Kurdî

Weşanxaneya Zanîngeh Akademî ku bi taybet di warê zanyarî de, ji sala 2010′an vir ve xebatan dike pirtûkeke zanyarî bi navê “Zanista Tenduristîya Gel” gihand ber xwendevanan.

Nivîskarê pirtûkê Dr Abdil Wahab Haci yê Basiqlî, di pêşgotina pirtûkê de, bi şanazî behsa ked û xebata ji bo amadekirina vê pirtûkê ku bi zimanê Kurdî ye dike û dibêje, ‘Wek pijîşkekî Kurd li ber ku tenduristî karê min e hişt ku li ser babeta tenduristîyê bi zimanê kurdî bisekinim û bigihim sê armancan.’

Dr. Abdil Wahab van armancên xwe yên ku li nav pirtûkê bi cih kirine jî wiha rêz dike:

1 – Avakirina bingihekê ji gotinên pijîşkî di zimanê kurdî de, ku karibe bibe lê vegerînek ji nifşê pijîşkên nûhatîre.

2 – Sûdeyên hemî babetên ku min nivîsîne ji bo parastin û dermankirina nexweşîyên pir belav di nav gel de.

3 – Zimanê kurdî wek zimanekî kevnar dikare bibe bersiv ji hemi pêşveçunên zanistî re.

DAXÎN

Derbar Rêvebir

Check Also

Xwe Ji Depresyona Zivistanê Biparêzin

Ji bo ku meriv nekeve bin bandora depresyona zivistanê divê zêde zêde derkeve ber tavê. …

Leave a Reply