Pêncşem , 3 Hezîran 2020

Pirtûka Tibê Ya Kurdî

Pirtûka Tibê ya ku 200 sal berê ji aliyê Melayê Erwasî ve bi kurmancî hatiye nivîsandin û Celadet Bedirxan jî di Hawarê de behsa wê dikir, hate bidestxistin. Destxeta pirtûkê niha tê latînîzekirin û dahûrandin.

Bi dîtina vê pirtûkê re dîroka nivîskî ya kurd dê careke din bê nîqaşkirin.Derket holê ku Melayê Erwasî 200 sal berê bi destxeta xwe, bi zimanê kurmancî lê bi tîpên aramî (erebî) pirtûka tibê nivîsandiye. Di pirtûkê de behsa nexweşî, derman, nîşanên nexweşiyan, aliyên dermanan ên nerênî, parêz, şîroveya hin navan, mijarên baytariyê, mijarên cinsî tê kirin. Di pirtûkê de li ser nexweşiya ba, bayê çerxan, bayê sor, bawesîr, belxem, birîn, birîna xwîn tê, birîna goştrizî, bernegirtina daran, bêhna devî jî tê sekinandin û rêbaza wan a başbûnê tê vegotin. Di pirtûkê de nav, rêbaza başkirina van nexweşiyan jî derbas dibe: Birînên hundirîn, kewa birînan, birîna xencerê, birînên tîr û tivingan, bîrov, çavêş, çavê şikestî, çavê werimî û bi xwîn, êşa piştê, êşa diranan, êşa sîng, germiya bedenê, gezkirina dûpişkê, geztina marî, qolinc, qewirandina heywanên geztinê, girê û rîşên ser hestiyan, nexweşiya ku çav goşt û xwîn digre, guhêş, guhê giran,  hemla jinê, heraret,  îlancux, navçûn (îshal), navçûn û zikêş, jehr, jehrxwarin, kurm, kurmê zik, ketina deng, mar  bikeve zik, mîznehatin, mûyên çavan, dirêjkirina mûyan, mad û biz, nexweşiya xewê, nezle, hatina avê ji çavan, çavtarîbûn, ronahiya çavan, revandina mûriyan…. Di pirtûkê de bi dehan nexweşiyên din ên cur be cur hene û Melayê Erwasî riya başbûna van nexweşiyan û dermanên ku divê ji bo van nexweşiyan bên çêkirin nîşan dide. Di pirtûkê de kîtekît behsa hin giya û nebatên ku derman in û divê nava hev de bên kutandin jî dike. Erwasî tenê nexweşiyan teşhîs nake, her wiha kîjan giya û nebat ji kîjan nexweşiyê re baş e û divê çiqas bên kutandin, çiqas bên vexwarin an jî çiqas bên tevlihevkirin, yek bi yek vedibêje.

Kadrî Yildirim dahûrîneriya pirtûkê dike

Alîkarê Rektorê Zanîngeha Artukluyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim niha li ser pirtûkê xebatên latînîzekirin, dahurîn, tespît û tehlîlan dike. Yildirim, diyar kir pirtûka Tiba Melayê Erwasî ji pexşana kurdî ya klasîk nimûneyeke balkêş e û bi qasî ku tê zanîn di warê nûjdariyê (bijîşkî) de mînaka yekemîn a nivîskî ye. Yildirim, got heta nîvê sedsala 20’emîn li Herêmê Kurdistanê hejmara nûjdaran kêm bûye û gelek nexweşî bi riya nûjdariya gelî dihatin dermankirin û hê jî ev nûjdarî dewam dike. Ji bo dermankirina gelek nexweşiyan ji nebatan mifa dihat wergirtin û hê jî rewş wisa ye. Di eslê xwe de bingehê gelek dermanên ku îro nûjdariya nûjen bi kar tîne, li ser nebatan e. Deverên Kurdistanê ji aliyê nebatan ve pir dewlemend in, nûjdarên gelî bi saya vê dewlemendiyê di sazkirina dermanan de bi astengî û zehmetiyan rû bi rû nemane. Kadrî Yildirim, bal kişand di nava Tirk, Ereb û Farisan de qesîdeyeke tenê jî bi serê xwe bûye mijara lêgerîn û lêkolînan, bûye mijara tezên akademîk û wiha got: “Min jî bi vî çavî li Tiba Melayê Erwasî nihêrt û min dît ku hêja ye xebateke dahûrînî li ser bê kirin û raya giştî ya nûjdariyê wê nas bike. Me ev pirtûka hêja hem bi Kurdî hem bi Tirkî di bin destpêkek, çar beş û pêvekek de nirxand û dahûrand.”

Celadet Alî Bedirxan behsa Erwasî dike

Erwas gundekî navçeya Miksê ye. Navê gund yê niha bi Tirkî Doğanyayla ye. Miks navçeyeke Wanê ye û navê wê yê nû bi Tirkî Bahçesaray e. Bi qasî ku tê zanîn yekemîn nivîskar û lêkolînvanê ku qala nivîskar Erwasî û pirtûka wî kiriye, qaymeqamê Sultan Esdilhemîdê Duyemîn ê Mûtkiyê, Yûsuf Ziyadîn Paşa ye. Yûsuf Ziyadîn Paşa di pirtûka xwe ya bi navê “êl-Hediyyetu’l-Hemîdiyye Fî’l-Luxati’l-Kurdiyye” (Ji Sultan Ebdilhemîd re Bi Kurdî Diyariyek) ya ku bi fermana Sultan Ebdilhemîd nivîsandiye de, dema ku navê hin zanayên kurd û berhemên wan tomar dike der bareyê nivîskar Erwasî de hevokeke erebî wiha bi kar tîne: “Rîsaletu Mula Muhammed el-Erqetînî Fî Îlmi’t-Tıbb”(Pirtûkçeya Mela Mihemedê Erqetînî)Çawa ku tê dîtin,Yûsuf Ziyadîn Paşa nasnavê nivîskar ne wekî Erwasî, wekî Erqetînî nivîsandiye. Paşê em ji Celadet Alî Bedirxan pê dihesin ku nivîskar ji gundê Erwasê ye, li ser nûjdariyê pirtûkeke biçûk lê hêja nivîsandiye û di nava gel de navê vê pirtûkçeyê wekî “Tiba Melayê Erwasî” tê zanîn.

Celadet Bedirxan di kovara Hawarê de, di hejmara 33’emîn de, di bin sernavê “Klasîkên Me” de bi navê xwe yê Herekol Azîzan wiha dibêje: “Melayê Erwasî kitêbek kiçik lê hêja nivîsandiye. Kitêba wî li ser nexweşî û dermanên wan e. Mela tê de qala nexweşiyan dike û dermanê her nexweşiyê û çêkirina dermanan jî dibêje. Min bi xwe nedîtiye, ez bi saxluxdanê dibêjim. Dîsan rawiyan gote min ku Melayê Erwasî di weqtê Evdal Xanê bavê Bedirxan de rabûye. Li gora vê û bi texmîn Mela beriya niho bi 150 salî emir kiriye. Ji kitêba wî re Tiba Melayê Erwasî dibêjin”. Hêjayî gotinê ye Destxeta Melayê Erwasî di destê Mela Zeynelabidîn Amedî de ye û wî kopiya vê destxetê ji nû ve derbasî ser kaxiz kiriye. Li gorî pêzanînên Yildirim, navê Melayê Erwasî yê rastîn Şêx Mihemed e, di heman demê de mezinekî tesawufê ye û gihiştiye pileya “qutub”iyê.

Çavkanî: Rudaw

About baweri

Avatar

Check Also

Îskana kurdan li Anatoliyê

Ew 20 salî zêdetir e, em di kovara Birnebûnê da li ser sedem û tarîxa …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.