Stenbol (Çandname) – Weşanxaneya Avestayê pirtûka netewperwerê Cihû Theodor Herzl a bi navê “Dewleta Cihûyan” çap kir.
Pirtûka Herzl, ji hêla nivîskar û wergêr Fahriye Adsayê ve ji zimanê îngilîzî bo zimanê kurdî (kurmancî) hat wergerandin.
Du çap bi hevre
Herwiha Avestayê li ser hesabên xwe yê medyaya civakî, da zanîn ku pirtûka “Dewleta Cihûyan” bi du bergên cuda hat çapkirin.
Lêkolînerê Cihû Alex Bein derheqê nivîsandina pirtûka “Dewleta Cihûyan” de wiha nivîsiye: “Paşê ji nişka ve bager rabû. Ewr belav bûn. Birûsk veda. Ronahiyê da ser wî. Di heman demê de di bin hezar bandoran de mabû -tesewireke dewasa. Nikaribû bifikire; nikaribû tevbigere; tenê dikaribû binivîse; bêhnçikiyayî, bêyî ku li ser bifikire, bi xwe nikaribû an nikaribû behreya xwe ya rexnekirinê biemilîne ku rê li ber teqînê negire, li ser parçeyên kaxizê dinivîsand -dema dimeşiya, dema li ser piyan bû, xwedirêjkirî, li kolanê, li ser maseyê, bi şev- mîna ku bênavber emir jê re were. Ew çemê fikrên wî ewqas bi hêrs ji wî derdiket ku tirsiya hişê xwe winda bike. Ew li ser wê fikrê nedixebitî. Fikir li ser wî dixebitî. Ji serî heta dawî bi sedeman nehatiba ravekirin, wê bibûya halisulasyon.”
Pirtûka kult a Herzl, 50 sal pêşiya avakirina dewleta Israîlê hatibû nivîsîn. Herzl, wê demê derheqê avakirina dewleteke Cîhû de wiha gotiye: “Hewcedariya cîhanê bi dewleta cihûyan heye”.
Theodor Herzl, li cihanê wek damezrênerê fikra dewleta Cîhûyan û tevgera siyonîzmê tê zanîn.
Ji bo kirîna pirtûka “Dewleta Cihûyan” hûn dikarin serdana malpera Weşanxaneya Avestayê bikin.
https://www.avestakitap.com/