Pirtûka Sêvdîn Mîrê Kela Rebetê Ya – Osman Özçelik

1-Tim navroj e, mela banga nimêja nîvro dike. Ez bi xemginîyeke kevnar ketime canê xwe. Di navbera dê û amojna xwe de mabûm. Sê peyv dikevin navbera min û banga azanê nîvro. Dayîka min bi çavên xwe dimizîce, bi destên xwe dipelîne, amojnaya min bi hemû bedena xwe ve dirahişe. Nîvro ye. Ez nexwazim kesek an tiştek têkeve navbera min û banga mela. Mizicîn û pelandina dayîka xwe û rahiştina amojnaya xwe bi xwe re radikim û ber bi nimêja nîvro dimeşim.

2-Ew bayê Mîr Sêvdîn e. Ez wî bayî nas dikim, ji mêj ve nas dikim. Ba bi tilîyên gulanî, bi lepên bihûrî xatireyên me belav dike. Bayê di ser min de rabûyî, min bi xwe re radike û dibe. Esir li ber lingên min diçe. Mîr Sêvdîn gulê xwe di Kela Rebetê de wenda dike. Ez dibînim, denga xwe nekim. Ba şehîd û delîl e. Dawo kerr û lal e. Qelender kûr û dûr e. Ba peyvên xwe di guhên min de berdide: Her babilosk bi şehîd û delîlên xwe ve tê. Belayên tolejinî hene, belayên koremarî hene, belayên mormorî hene.

3-Dengek an dîmenek tê û dîlê min parçe parçe dike. Baran dibare di ser dilê min î parçe parçebûyî de. Ez xwe li deng digirim, deng di tariya şevê de ditemire. Ez xwe li dîmen digirim, dîmen di kûrahiya çavên min de tê xware. Ba rûye xwe bervê baranê dike, baran tîrên evînê diavêje bê. Keştiyên evînê di peravên çavên min de dişewitin. Baran nikare agirê keştiyê evînê vemirîne. Dibim kulmek xwelî. Dibim parîyek nan. Dibim kêlîyek afirandin.

4-Jixwe em tim li ser rêyekê bêveger û li pêy xewnekê nediyar bûn. Rizqê me wenda bûbû, me li rizqê xwe digerîya. Tim çal û kendal werisên me bûn. Tim çal û li dûy me dihatin, kendal li pêş me diçûn. Em bi çal û kendalan ser hev diman. Karwana jîyanê me bi çal û kendalan dimeşiya. Me bi kuçikên şevê û tifikên rojê rê vedikirin li ber xwe, piştre dimeşiya karwana jîyanê me. Me bi şînbazîya ewran û reştarîyê axan xewnên xwe tabîr dikirin, vedikişîyan çalên dûy me, kendalên pêş me.

5-Rojekê nişke ve xewna Qudsê Şerîf kete xewna min. Min xwe bi hemû hebûna xwe ve, li vê xewnê girtibû. Min digot, Qudsê Şerîf heye, tiştekî din tuneye. Yanî ya Qudsê Şerîf azadbûya yan jî ez ê bimirima. Min ê bi rizgarkirina Qudsê re xwe jî azad bikira. Hevsara min û Qudsê yekhevok bû, yekgulî bû, yekpare bû. Rûyê min, riya min, razê min ber bi Qudsê ve bû. Min rûyê xwe, riya xwe û raza xwe tenê di Qudsê de didît. Ji bo min hemû rê di Qudsê de derdiketin. Di navbera Qudsê û Şamê de tenê mirinekê min hebû.

6-Ez di navbera rûpelên kitebên ilmî û rastîyên jîyana şênber de dimam. Heqîqetê însên û şaşiyên beşer diqulibîn ser hev, di hiş û dilê min de. Însan nêzîkê Xwedê bû, beşer nêzîkê şeytên bû. Şûrê min di aqilê min de dihat xware, qelema min di dilê min de dişikêst. Bi şûrekî stûxwar û bi qelemekê şikestî li ser pîyan dimam, biryar digirt, şiyar dibûm. Tim di aqilê di dilê min de eynî peyv hebû: “Însan bi xwe hem zelam e, hem nûr. Adem ji te hem qerîb e, hem dûr.” (Ehmedê Xanî; Mem û Zîn.) Ew Adem ez bûm.

7-Însan ewil xwe dikuje, piştre yên din. Însan ewil holika xwe xera dike, piştre yê yên din. Însan ewil girtîye xwe dibe, piştre girtîye yên din. Her ku şev dibe Sûweyda tê û di paytexta tenêtiya min de mala xwe ava dike. Sûweyda bi hemû kuştiyên xwe ve, bi hemû têkçûnên xwe ve, bi hemû xezelên min ên belavbûyî ve tê. Mirîyên min rûreş in, kevirên min zikreş in, girtîyên min qederreş in.

8-Dizanim ez herim ku derê bêhna mirina Zibêr yê bi min re bibê, yê bi min re were. Xofekê reştarî, xofekê xexuyayî bi cawekî şîntarî dilê min rapêçayî bû. Evîn çîrokekê li ser avê jibîrbûnê hatibû nivîsîn bû. Ez mirîbûm û her ku demjimerên min ên bisînor dibihûrin min parçeyên mirina xwe berhev dikir. Li bal min navê jîyan û mirinê, evîn û nevînê, mayîn û çûyînê eynî bû: Zibêr!

9-Denga dilê min hate birrîn. Xeyrî min ê bi denga dilê yên din dabara xwe bikiriya, jîyana xwe bidominîya. Li dewsa dilê min tenê parçeyekî goşt a reştarî, kulmek axîn a bêolan hebû. Ne aîdê xwe bûm, ne aîdê kesekî bûbûm. Denga dilê min hate birrîn û hemû ûmrê min bû şevekê paşîye payîze ya bêdawî û bêsînor. Mirin bi Mîran ve dihat û jîyan bi Zibêran ve diçû. Kî zindîbû, kî mirîbû, min nedizanî. Ne denga dilê min hebû ne renga hebûna min hebû ne jî navê jîyana min hebû. 

10-Ez î li Şamê me, li ser tirba Selahaddîn im. Hespa Selahaddîn li dor min dizivîre, ez li dor hespa wî dizivîrim. Zimanê min nîn e. Dewr û dewranên bêkayid ketine navbera min û Selahaddîn. Hespa wî di cihê xwe de baz dide, xwê dide, berxwe dikeve. Ez nexwazim serê xwe li secdeyê rakim. Çewtîyek heye, xeletîyek heye. Dikim û nakim, nikarim wê çewtî û xeletîye bibînim. Şam reş dibe li ber çavên min. Hespa Selahaddîn tê xware, di reşahiya çavên min ên Şamî de. Selahaddîn bi raza xwe ve diçe.

11-Çerxa zemên dizivîre. Ez hêj benda qederek din im. Zimanê min dikişe mîna marekî reş, zimanê min disote mîna bîzotek êgir. Banga azanê ji guhên min de dernakeve. Sibê hîn xemgîn im, li nîvro tevahî, li esirê stûxwar, li şev tenhayî û li eşa razayî. Piştre komkujiyên di dilê min de dibin, qetlîamên di bin lingên min de dikişin, têkçûnên li ber lingên min diherîkin. Duwîn li ku mabû! Duwîn xewna dê û bavê min, bihuşta zarokatîya min, azadiya netewa min bû.

12-Şam vegera min a dawî ye. Şam mirina min a paşî ye. Şam mekana mina a dinê ye. Şam qet ji aqilê min dernakeve. Şam benda min e, ez bi seferên nexuyayî, bi fermanên nehênî Şamê dibezînim di hundirê xwe de. Bi şahidîya Nîlê xwe mikur têm: Hemû çîrokên min li dor Şamê belav in, hemû jîyana min ji bo Şamê amade ye, hemû nav û denga min sewa Şamê berhev e. Min bi destên xwe axa Şamê kola û gora xwe çêkir û bi lingên xwe ketim gora xwe. Niha benda sûra Îsrafil im.

13-Tim di hundirê min de Zibêrekî bi hîs û hestan xwe nixûmandî hebû. Zibêrekî ji riya yên din derketî yan jî li riya xwe digerî. Min Zibêrê xwe bi bayê felekê, bi kesera dengbêjan, bi girîya dayîkan, bi pirsên filozofan, bi xebera pêxemberan mezin dikir. Zibêrê min aqilê min diçirand, dilê min darde dikir, pêşdarazîyên min berba dikir, nakokîyên min tarûmar dikir. Nanê min ji qewmê min hatibû veqetandin. Nanê min li ser sêlekê sor bû. Min bi dest û lingan, bi quriçan xwe avêtibû ser sêlê sor. Riya min di ser sêlê sor de derbas dibû, ez î jî ketibûm riya xwe.

14-Ez baş pê gehiştibûm ku tofana dilê min qet bi dawî nabe.  Dawîya her tiştî û her kesî min hebû, lê dawîya tofana dilê min tune bû. Dilê min ji dest min derketibû. Dilê min bûbû çîroka yekî din, hêvîya yekî din, mirazê yekî din. Dilê min ji keştiya Nûh hatibû qewirandin. Her kesî û her tiştî di keştiyê de cihek ji xwe re didît, lê cihê dilê min tune bû. Ez baş pê gehiştibûm ku ez ê li darê dinê biçim, lê tofana dilê min ê li dûy min bimîne. 

15-Tenê nameyek jî dikane her tiştî û her kesî bişewitîne, bihizirîne, bikerbîne. Nameyek ku bi herfan hatibû zevtkirin, bi hevokan hatibû şidandî, bi hêvîyan hatibû rê kirî. Nameyek tê û qederê diguherîne, kederan belav dike, stêrkan diçûrisîne. Nameyek ku bi navê Xwedê destpê dibe, bi silavên Kurdî dawî dibe. Nameyek ku tê de kevokên Qudsê pîroz difirin, qesrên Bexdayê şîrîn bin guhê hevdu dikevin, bermayîyên Mûsilê berhev dibin, xezalan Ruhe baz didin, dengbêjên Cizîre dilorînin, şervanên Misrê şer dikin, fenerên Îskenderiyê vedikevin.

16-Tenê dilmayîn û xeniqandin. Di tenêtiya xwe de ajniya didim. Dilê min î li ku ye? Gelo bi rastî dilekî min hebû? Di alîyekî min de hêsirên germ dibarin, di alîyê din de bîzotên êgir dibarin. Benda gula me, lê gul nabarin. Tenê xewna gulan dibînim. Gulên sor, bi hêsirên germ, bi bîzotên êgir av didim. Ne destpêka çîroka jîyana min mabû ne jî dawîya wê hebû. Ji tenêtiya xwe derketibûm, ji bêkesîya xwe dûrketibûm, ji xeribîya xwe hatibûm qewitandin.

17-Nizanim min raza qedera xwe li ku derê wenda kir? Di qedera min de tim eşq îlahî, evîn însanî bû, ez di navbera eşq û evînê de asê mabûm. Ne digehiştim eşqa îlahî ne jî digehiştim evîna însanî. Eşq destpêka jîyanê min, evîn dawîbûna çîroka min bû. Min ezmûna xwe, bi mirinên cûr bi cûr dicerîband. Wendabûn, raza qederê min bû. Eşqa îlahî ji min dûr bû, evîna însanî ji dest min çûbû.

18-Siltanê min, niha nizanim Qudsê pîroz di dest kê de ye. Min ne tenê dilê xwe, bi dilê xwe re hemû genciya xwe, hemû xewn û xeyalên xwe diyarî Qudsê kiribûn, lê niha! Nizanim ez kî me, Qudus di dest kê de ye, Siltanê min. Xwezî mîna berê bi tevê guh bidim kilama Memê Alan, lê nikarim. Tahma tiştekî nema Siltanê min. Di navbera Hekarî û Çolemêrgê de çi têkilî heye! Piştre di navbera Memê Alan, Mem û Zînê de. Yan jî Meyafarqîn û Silvan, Sîpan û Siyabend. Bawerîya min ne bi dîrokê re, ne bi çîrokan re, ne jî bi peyvan ma, Siltanê min. Di her komkujiyê de xwîna masûm û begunehan, kal û pîran, sabî û zarokên heye. 

19-Dîsa dilê min î zîz di navbera Heran û Duwînê de diçe û tê. Ez kal û pîrên xwe bibîr tînim. Bi xwezîyên xwe guh didim dengbêjan û dilê xwe yî zîz aş û amoş dikim. Hemû qonaxên gihir û biçûk hildiweşin, sînor û mînor nemînin. Pirtûk eynî ye: Quran! Xûrek eynî ye: Toraq! Vexwarin eynî ye: Av! Ziman eynî ye: Kurdî! Yê tê guherandin tenê zeman e. Di bin lingên min de. Di serê min de. Di dest û lingên min de. Dûmayîk: Duwîn dûr e, Heranê here.

20-Newroza min hîn sêwî ye, di nav agirê xwe de dişewite. Nizanim bûn çend hezar sal ku Newroza min sêwî tê û sêwî diçe. Zarokên min Newrozê min nizanin, xortên min Newrozê min nebînin, pîrên min Newrozê min jibîr dikin. Agirê Newroza min î sêwî, dilê min dişewitîne, rojên min diçelqîne, şevên min diherimîne. Dayîka Newroza min hesîr e, mehpûs e, girtî ye. Dayîka Newroza min benda Leyla Qasimên xwe ye, benda Ferzad Kemangerên xwe ye.  

21-Li her derê Helebê, li şopa bavê xwe digerim, lê nabînim. Mîna bibêji ku bavê min qet nehatiye Helebê. Lê genciya bavê min li Helebê bihûrî. Çûkên xatireyên bavê min firîyan û çûne. Bêhna bavê min li tiştekî neyê. Çima? Belkî rêyên me, armanca jîyanên me, tov û tavê xewn û xeyalên me ji mêj ve ji hevdu cûda bûn. Belkî nişana riya bavê min tune bû, nava riya min tune bû. Belkî armanca jîyana bavê min uxrewî, yê min dinyewî bû. Belkî rê û rêçikên bavê min pîroz, yê min aloz bûn.

22-Li bal min, ji bo min eşq û êş tim eynî bû. Min tu caran eşqa bêêş nepejirand. Di hemû pirtûkên pîroz de hatibû nivîsandin: Eşq bêêş nabe, yê bêêşq ne eşq e. Navê min êş, yê eşqa min Sewdet bû. Min di şevekê baranî de çavên xwe di tarîya Sewdetê de vekirîbû û bi êşa xwe hesiyabûm. Yan jî bûbûm hesîra eşqa xwe. Du rê li ber min hebûn: Azadbûn yan jî mirin. Di rêwîtîya eşqê de mirin tim ji azadbûnê hêsantir bû. 

23-Yekane hepsa min, ez bixwe me, navê vê hepsê ezîtî ye. Yanî ez heme û kesî din tune ye. Çir dikim jî nikarim dîwarên hepsê hilweşînim, xwe azad bikim. Di her tiştî û her kesî de xwe dibînim. Dixwazim ku her kes tim min bipesîne, çavên her kesî tim li ser min bibin, lê ew  nexweşi ye, hepsbûn e. Ez mecbûr im ku ji hepsa ezîtîyê derkevim û xwe azad bikim. Çarenûsa min eşkera ye: Bi serê xwe çerma ruha xwe guherandin!

24-Ez xwe mîna fîlekî pîr, fîlekî hatiye dawîye ûmrê xwe û li goristana kal û pîrên xwe digerî hîs dikim. Tu zarokên cihû, tu xortên file, tu navsalên misilman di hundirê min de neman; hemû ya bi hev re têkçûn yan jî bi awayekî neyekalî belav bûn. Bedena min ji min zêde ye. Bedena min li axa xwe yî pîroz digere. Hîs dikim ku dawîya çîroka min hat, wexta rawestandina dilê min nêzîk e. Xeyrî ez ê ji dest xwe xilas bibim.

 

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply