Pirtûka Pîroz ya Yarsanan Serencam DERKET

Ev pirtûka li ser Ola Yarsanê bi xebateke dûr û dirêj hatiye berhevkirin û şîrovekirin ku yekemîn carê bi kurdiya kurmancî çap dibe.

Ji pirtûk û nivîsarên ku ji sedsalên borî yên der heqê Hewramanê de mane, wiha tê famkirin ku di heyama destpêka Îslamê de ew herêm ji hêla hebûna zana û ronakbîran ve, ji herêmên din dewlemendtir bûye.

Pirtûka ku wekî “Kelama Xezîneyê” an jî “Serencam”ê tê naskirin, mînakeka berçav e der barê hizir û ramanên kesên zana yên wê serdemê de û mirov dikare bibêje lêkolîna der barê vê pirtûkê de dikare bibe sedema geşkirina can û rewanê mirovî. Ev pirtûk gişt wan metnan li xwe digire ku Sultan Îshaq û mirîdên wî di sedsala 8’an a koçî de nivîsandine. Ev deq ji gelek sirûd nimêj, dua, dab û nerîtên olî û pîşeyî û herwiha nivîsên li ser qurbanîkirin û nezir û nîyazan pêk tê. Deqên wan babetan bi awayekî devkî hatîne parastin û kelambêjan ew ji bo gelê xwe vegotine. Ev kelam bi zaraveyê kurdî-goranî hatine hûnandin ku yek ji zaraveyên kevnar ên kurdî ye û berê wekî “Fehlewîyat” dihate naskirin. Ew zarave li gel zimanên kevnar ên Avestayî, Sanskrîtî, Pehlewî Nû xwedî hevahengî û wekhevîyeka xurt e û niha jî xelkê Hewramanê û hin eşîrên kurdan bi wî zaraveyî dipeyivin.
Ev pirtûk ku girîngtirîn û pîroztirîn pirtûka Yarsanîyan (Ehlê-Heq) e, li ser bingeha “Donadon” anku zihûra (tecelîya) ruhê di bedenî de hatîye hûnandin û vê dinyayê wekî heqîqetek ji dinyaya din dibîne. Kelama Xezîneyê bi giştî tê wateya kelama bexşîn û bereketên Xwedê. Xezîne bixwe jî tê wateya mala gencîneyê anku cihê mirov mal û heyînên xwe yên giranbuha lê diparêzin. Di wêjeya yarsanîyê de xezîne tê wateya çavkanîya bexşîn û bereketa Xwedê. Xwedê wiha emir dike û dibêje ku “kilîlên nihênîyan li ba wî ne”.

Pirtûka Kelama Xezîneyê ji şeş beşan pêk tê. Ev metnên resen ên ku bi zaravayê Goranî wek raz û heolbest hatine hûnandin bi awayekî zelal hatine latînîzekirin û piştre jî her beş hatiye wergerandin û şîrovekirin û têbînî li ser hatine zêdekirin.

Piranîya mijarên pirtûkê îrfanî û felsefî ne û ev mijar encama hizir û ramanên zanyar û bîrewerên wê herêmê ne ku di sedsala heftan û heştan ya koçî de dijîyan. Ji bo lêkolînerên ku lêkolîna dîn û rê û rêbazên ayînî û efsanewî dikin rêbereka baş û kêrhatî ye.

Berhem ji 665 rûpelan pêk tê.

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply