Li başûrê Kurdistanê ji ber qedexebûna zaravayê kurmancî nivîsîn û rewşenbîriya kurmancî jî lawaz bû. Di hêla perwerde û rewşenbîriyê de zimanê serdest soranî bû û kêm kesan di devera behdînan de xebatên rewşenbîrî dikir. Yek ji wan navên serekî Emînê Osman bû ku bi zaravayê kurmancî dinivîsî û di vî warî de taqane, şareza û navbar bû. Ne tenê di warê wêjeyê de hêja bû, di heman wextî de gund bi gund digeriya; çîrok û meselokên gel tomar dikir, jiyan, aheng, şahiyên wan wêne digirt, girîngiyeke mezin dida wêjeya devkî û folklora kurdî. Di nav rewşenbîrên soranînivîs û erebê êraqê de, dema qala wêje û rewşenbîriya zaravayê kurmancî dihate kirin, her kes navê wî bibîr dianî.
Pirtûka wî ya Nan û Jiyan, berhema wî ya sereke ye û li başûrê Kurdistanê binavûdeng e. Ev behrem yekem pexşana kurmancî ye ku li başûr hatiye nivîsîn û guldesteyeke çîrokên şanoyê ne ku kartêkirina floklora kurdî li ser heye. Ev pirtûka ku vêga çapa wî nemaye, yekem car di sala 1970yan de hatibû çapkirin û di radyoya Bexdayê de hatibû xwendin. Ev pirtûka ku taybetmendiyên devoka behdînî din av xwe de dihewîne belkî ji bo xwendevanên bakur zehmet be lêbelê heman demê de ev ê bibe delîveyek ji bo naskirina vê devokê û vê nivîskarê hêja.
Pirtûk niha bi awayekî nû, li ser malper û pirtûkxaneyan de tê firotin.
Ömer Özcan