Dil baye, hew xwe girt. Ji kanîkên çavên we du dilop hâsir bi rê ketin û hedî hedî bi ser demên we yên
ter û teze ve berjêr herikîn. Dilê we dîsa bi ber bahozan ketibû, rê û dirb ji ber girtibûn. Hesirên ku
ji kanîkên çavên we diherikîn, ew bi ber bayê hestan dixistin, dil û mejî le ditevizandin. Her ku dilop
berjêr diherikîn, ew jî bi dû wan diket. Hedî hedî cî û warê ku lê bû, ji bîr kir. Derbasî cîhaneke din bû, ew
cîhana ku di nav mejiyê we de her tim zindî bû û dubare dibû. Çû we roja ku Elî jê re gotibû:
“Ez ji te hez dikim! Ez dixwazim kitana spî bavejim serê te!”