Pirtûka nû ya nivîskar û hunermendê Kurd, Destan Barzan a bi navê “1987” niha li ber çapê ye û di demeke nêzîk de dê were belavkirin. Pirtûk behsa serpêhatiya zarokên Kurdan dike.
Dastan Barzan ji Rûdawê re ragihand, ku pirtûka 1987 ji name û vegotina serpêhatiyan pêk tê. Wî behsa serhatiyên zarokatiya xwe û ya zarokên Kurdan bi awayekî wêjeyî vegotiye.
Dastan Barzan diyar kir: “1987 bîreweriyên zarokatiyê ne. Zarokekî ku di dema şerê navxwe de zorî û zehmetî kişandiye, niha bi zarê mirovekî 30 salî behsa wan rojan dike.”
Barzan da zanîn, ku li gel pirtûkê ew CDyekî dengî jî belav dikin, ku di komên helbestan têde hatine xwendin.
Nivîskar û hunermend Destan Barzan di sala 1987ê de li Silêmanî ji dayik bûye û beşa derhêneriyê di Peymangeha Hunerên Ciwan a Silêmaniyê qedandiye. Paşî di heman beşa koleja hûnerî ya Zanîngeha Selahedînê de xwendiye.
Dastan Barzan niha mamoste ye û xwedanê 5 pirtûkan e.
Rûdaw