Pirtûka Cîhan Roj “Av û Berf” derket

Pirtûka bi navê “Av û Berf” ji weşana J&J derket ji ber vê me ji nivîskar Cihan Roj agahî xwest, nivîskar di derbarê kitêba xwe ya helbestê de agahî da me:

“Min ji salên nodî vir ve helbest jî nivîsîn. Gellek helbestên min di qada înternetê de hatin weşandin û ji alî xwendevanan ve xweş dihatin xwendin. Beriya sal û nîv  du salan camêrek Efrînî, ji min re got xwendevanên te li vir hene, bawer dikim gellek jê xwendevanên wan helbestên li qada înternetê bûn. Di sala 2013 an de bûm şahid ku dengbêjekî ji helbestên min hez kir. Li ku derê min helbest xwendin mirovan jê hez kir. Di salên nodî de ji ber ku me hevudu nedinasî ji ber helbestên min hin nivîskar û helbestvanên me ez mereq kiribûm dîsa helbestvanên me yên ez dinasîm bi kêfxweşî û bi pesin helbestên min pêşwazî dikirin.

 Kitêba ya ewul “Ratika”

Nivîskar Cîhan Roj wiha domand : “Ratîka”kitêva min ya yekem a helbestê bû (2002,Weşanên Sî). Pey re min di sala 2008 an de dosya helbestê ya bi navê“Aqil Diçe Sewda Dimîne”weşand(Weşanên Do). Pey re navbereke dûvdirêj çimkî bi romanê re eleqederbûm û min carna dîsa “bo xwe” helbest lêdikirin. Di sala 2016 an de Av û Berf weke hemî helbest bi gotineke din weke helbestên bijare bi awayek dîjîtal di malpera we de weşiya. Hêja Hezar Îsmaîl ew dosya xwend, agahî da min, xwest li Erebî werbigerîne û ew li Erebî wergerandin.

Bi pêvajoyê re wextê min romana xwe lê dikir (Mala Baz) di navberê re min helbest jî lêdikirin.  Pey re wekî hemîhelbest di vê mehê de ji nav weşanên J&J derket.”

 

Cîhan Roj Kî Ye?

Cîhan Roj di sala 1965 an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê tê dunyayê. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bikurmancî nivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî, tene weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termen matamatîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala duhezar û şeşan de di AzadiyaWelat de têweşandin.

Nivîskar ji sala 1993 yan heya sala 1997an li Mêrdînê, li sendikaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekretere perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala du hezar û yekî de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dûkonferansê, ew qerar digire û bitene biedebîyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002 an de çap dibe.

Heya niha sê helbest, sê çîrok, heft jî roman tevahî sêzdeh berhemên wî tene weşandin. Romana wî “Perde” binavê “Mahrum” bi Tirkî derçû. Bi tevî kitêbek derheqê Cîgerxwîn de hatîye weşandin, kitêba bi navê “Kawayê Min” û di kitêba kurteçîrokan a ji hela Şaredariya Amedê ve hatîye çapkirin.

Di gellek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî tene weşandin. Demeke dirêj di malpera “Diyarname” yê de qunciknivîskarî dike.

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply