Pirtûka “ANATOMIYA WÊJEYA KURDΔ

Dema ez li Stenbolê bûm, pirtûka nivîskara fransî Xanima hêja Clêmence Scalbert a bi nave “Kürt Edebiyatının Anatomisi  / Anatomiya Wêjeya Kurdî“ derket. Lêbelê haya min ji derketina wê tunebû. Birêz Kek Şeyhmus Dîken di Înstegramê de berga wê parve kiribû. Min jî wê parvekirinê eciband û pirtûkê pîroz kir. Birêz Kek Ş. Dîken got : “Nivîskara fransî di pirtûkê de behsa te jî dike.“

Min pirtûkê kirî û di Feyzbok û Twîterê de van gotinan nivîsî û weşand.. Min got :

“Xanim Clêmence Skalbert dosta min a hêja ye. Ez wê pîroz dikim. Wê xebateke gelek baş kiriye û pirtûkek hêja nivîsiye. Ji Xanimeka fransiz nivîsîna pirtûkek hêja derbarê edebiyata kurdî de rûmeteke giranbiha ye. Ez wê ji dil û can pîroz dikim. “

Niha jî ez ê bi kurtahî pirtûkê bi xwendevanên kurd bidime nasînê. Û naveroka pirtûkê pêşkêşê xwendevanan bikim. Ez hêvî dikim ku edebiyathezên kurd, xwendevanên kurd ên ku ji xwendina berhemên edebiyata kurdî hez dikin, pirtûka anatomiya edebiyata kurdî bikirin û bixwînin.

Pirtûka “Anatomiya Wêjeya Kurdî“ di nav weşanên “Ayrintî“ yê de li Stenbolê derketiye. Orîjînala pirtûkê bi zimanê fransî ye. Pirtûk ji alî wergêr Yeraz Der Garabedyan ve li tirkî hatiye wergerandin.

Pirtûk 272 rûpele. Pirtûk ji du beşên sereke û ji 65 sernavên cuda û du pêvekan pêk hatiye. Ji naverokê jî diyar dibe ku pirtûk lêkolîneke berferehe û analîza gelek mijarên cuda bi şêweyeke zanîstî dike.

Pirtûka anatomiya wêjeya kurdî lêkolîneke berferehe. Destpêka pirtûkê de qedexebûna li ser zimanê kurdî tê rave kirin. Di vê beşê de agahiyên derbarê kurdî de, siyaseta nîjadperest a komara Tirkiyê, nîjadperestî û şovenîtiya kemalîstan tê nirxandin.

Di pirtûka Clêmence Scalbert a lêkolînî de, derbarê kovara “Hawar“ê û xebatên Bedirxaniyan de gellek agahdariyên hêja hene. Pirtûk lêkolîneke berferehe, rengorenge, pirhêlî ye, dewlemend e. Di pirtûkê de mijarên curbecur tê rave kirin.

Di pirtûkê de beşa dîaspora Swêdê de derdorên wêjeya kurdî gelek bala mirov dikşîne. Heta niha kesekî û herweha tu kurdekî kar û xebat û berhemên nivîskarên kurd ên li Swêdê nenirxandiye, lêkolîn nekiriye, derbarê vê mijarê de pirtûkên lêkolînî nenivîsiye û neweşandiye. Xanim Clêmence Scalberta fransî cara yekem vî karî pêk aniye û ev karekî pîroze û hêjayê pesnê ye.

Di pirtûka “Anatomiya Wêjeya Kurdî“ de, derbarê kovara “Nûbihar“ê de nirxandineke dirêj û berfereh heye. Nivîskara fransî C. Scalbert derbarê rêxistinên kurdan û xebatên Bedirxaniyan de jî agahdarî dide. Herweha derbarê dezgehên çandî û komeleyên çandî û waqfên kurdî de jî agahdarî hene. Wek mînak; Kurd-Kav, Enstîtuya Kurdî a li Stenbolê, Komkar a li Almanyayê û hwd. Di pirtûkê de sernivîsa “Mîlîtaniya sîyasî ber bi mîlîtaniya çandî ve“, mijareke gelek girîng û balkêşe ku nivîskar rave dike, dinirxîne.

Nivîskara fransî Clêmence Scalbert bal dikşîne ser mijareke girîng û ew dibêje; “zimanê çekdaran û partîyên kurd ên bakurê Kurdistanê tirkî ye.“ û cih dide dîtinên dostê gelê kurd û herweha parastvanê doza netewa kurd hêja Mamoste Îsmaîl Beşîkçî ku rexne li rewşenbîrên kurd, sîyasetmedarên kurd û kurdên çep ku xwe enternasyonalîst dibînin û partîyên kurd ku di civînên xwe de, propaganda û weşanên xwe de tirkî bi kar tînin.

Di pirtûka “Anatomiya Wêjeya Kurdî“ de, di derbarê kurdên li Swêdê agahdariyên gelek hêja, berfereh û girîng hene. Li Swêdê hejmara kurdan, kurdên koçber û penaberên sîyasî ên li Swêdê, mamosteyên kurd ên li Swêdê, perwerdeya bi kurdî li Swêdê, hejmara berhemên kurdî yên ku li Swêdê hatine weşandin, kovarên kurdî û ekola sirgûnê û gelek mijarên din di pirtûkê de hatiye rave kirin.

Pirtûka Clêmence Scalbert a fransî “Anatomiya Wêjeya Kurdî“ hêjayê xwendinê ye.

Têbinî : Ji nivîskara fransî Clêmence Scalbert re pêşniyarek.

Di pirtûka wê de diyar dibe ku Xanim C. Skalbert bi gelek nivîskarên kurd re (û herweha bi min re jî) hevpeyvîn çêkiriye.

Heger ew van hevpeyvînên ku bi nivîskarên kurd re çêkiriye di pirtûkek de biweşîne, ji bo xwendevanên kurd û ji bo diyariyeke ji pêşerojê re, gelek baş dibe. Dema tevahiya hevpeyvînan di pirtûkek de were weşandin, pêncî sal, sed sal paşê jî xwendevan dikarin bixwînin û ji dîtinên nivîskarên kurd hayidar bibin, jê siûd wergirin.

Di pêşerojê de, heger dewleta kurdên bakur bê damezrandin, di zanîngehên kurdan de pirtûkên Xanim C. Scalbert dê weke çavkanî û belgeyên dîrokî werine bikar anîn û dê xwendevanên zanîngehan jê siûd wergirin.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply