Pirtûka “Alfabêya Kurdî û Bingehên Gramera Kurdmancî” ya Celadet Elî Bedirxan

Pêşgotin

Mîr Celadet Alî Bedir-Xan (1893–1951) mîrê kirmanciya modern e. Bi xêra wî, kirmanciya îro, ta dereceyekê, gihaye qunaxekê ko mirov dikare jê re bibêje qunaxa wekêkiya kirmanciya nivîskî.

Heger mîr Celadet Alî Bedir-Xanî di nîvê pêşiyê yê vê sedsalê de, bi zanîn û mahirî, elfabeyeka serast û lihevhatî danemezirandiya dê kir- manciya nivîskî di bin xeter û tevliheviyê de bûya û nedigiha qunaxa pêşketî ya îro.

Jinûveçapkirina Elfabêya kurdî û Bingehên gramera kurdmancî ji ber sê binasan giring e:

  • 1) naskirin û fêrbûna elfabeya kurdiyê ko mîr Celadet Alî Bedir-Xanî bingehên wê danîne,
  • 2) rêlibergirtina dijminên elfabeyê û
  • 3) fêrbûna gramera kirmancî bi ravekên kir- mancî.

Ji vê kitêba di destên we de diyar dibe ka mîr Celadet Alî Bedir- Xan di damezirandina elfabeya kurdiyê de çiqas sexbîr û mahirê karê xwe bûye. Wî gelek ziman û elfabeyên biyanî dizanîn û ew bi hemî zanîna xwe serdest û raserê denganiya zimanê kurdî bû. Mîr Celadet Alî Bedir-Xan ji 14 salan pirtir li ser elfabeya kurdiyê xebitiye û ew li gor denganiya zimanê kurdî edilandiye. Wî dengên hemî zaravayên kurdiyê baş nas dikirin û baş dizanî ka çi birha (tehsîra) denganiya zimanên biyanî li denganiya kurdiyê bûye.

Bo nimûne ew di elfabeya kurdiyê de dengê “u”-yê wekî dengekê biyanî dide zanîn û bi ravekên bereqil izbat dike ko di kurdiyê de eslê wî dengî “wi” ye, yanî eslê bêjeya “kirmanc”-ê “kwirmanc” e, lêbelê paşê ev deng, “wi”, li hinek deveran nêzîkî êk bûne û bûne “u” yanî “kurmanc”, li hinek deverên dî jî “w” ketiye û “i” maye, yanî “kir- manc”.

Herwiha mîr Celadet Alî Bedir-Xan bi dûr û dirêjî li ser dengê “i” û “î”-ya kurdiyê rawestaye û gotiye ka çima wî ev deng bi van herfan nîşan kirine.

Di van salên dawiyê de hinek kurd dijayetiya herfên “i” û “î”-yê dikin û dibêjin em van herfan bikin wekî yên tirkan. Gava ko xwendevan vê kitêbê bixwînin dê bibînin ko ti bingeh ji dijayetiya wan kesan re nîne.

Bi minasebeta vê minaqeşeyê min jî nivîsareka dirêj nivîsandiye û ew di dawiya vê kitêbê de wekî servehî çap kiriye.

Mîr Celadet  Alî Bedir-Xanî elfabeya kurdiyê parçe-parçe di “Hawarê” de weşandiye û paşê jî ew wekî kitêbok derêxistiye. Piştî ko wî elfabeya kurdiyê wekî kitêbok derêxistî jî hinek parçeyên dî di “Hawarê” de weşandine.

Ev kitêba di destên we de ji hemî parçeyên ko di “Hawarê” de hatine weşandin pêk têt. Di  awiya parçeya 15-ê de (“Hawar”, hjm. 23) wî “dûmahîk heye” nivîsandiye lêbelê min li ti deveran ew “dûmahîk” nedît.

Parçeyên elfabeya kurdiyê di van hejmarên “Hawarê” de hatine weşandin: 1–12, 17–18 û 23

Herwiha mîr Celadet Alî Bedir-Xanî “Bingehên gramera kurdmancî” jî parçe-parçe di van hejmarên “Hawarê” de weşandiye: 27–35, 37, 40, 42–48, 50–51 û 53–54

Heta niho gelek kitêbên gramera kirmaciyê hatine nivîsandin lêbelê hertim ew bi hinek zimanên dî hatine rave kirin. “Bingehên gramera kurdmancî” kitêba pêşiyê ye ko ravekên wê jî bi kurdî ne. Ji lewra em dikarin bibêjin ko mîr Celadet Alî Bedir-Xan di vê rêyê de jî pêşengê me ye û her û her emê minetdarên wî bin.

Wekî ko xwendevan dê ferq bikin “Bingehên gramera kurdmancî” ne timam e, hemî beşên gramerê tê de nînin. Bo nimûne beşa lêk- eran, ya hokeran, ya daçekan, ya hevoksaziyê û hinek beşên dî jê kêm in. Digel vê jî kitêb bi serê xwe şaheserek e û divêt li ber destê hemî kurdên xwendekar û zimanzan hebe.

Jixwe gramera kamil ya kirmancî, paşê, ji aliyê Roger Lescotî ve bi ravekên fransî hatiye çap kirin. Ew berhem (Grammaire kurde – dialecte kurmandji) berhema mîr Celadet Alî Bedir-Xanî ye. Mixabin heta îro jî ew nehatiye wergerandin bo kirmanciyê.

Min guhortin di tekstên mîr Celadet Alî Bedir-Xanî de nekirine û xwestiye ev kitêb, wekî ko heye, bigihît destên xwendevanan.

Nêveroka ko di destpêka vê kitêbê de ye min lê zêde kiriye û her- wiha min sernivîsên beş û nêvbeşan ji nû ve estetîze kirine. Min ser- nivîs ji rêzên tekstan derêxistine û danîne rêzeka xweser. Bi vî awayî xwendina tekstan hêsanîtir dibe.

Stockholm, 15ê îlona 1998ê
Arif Zêrevan

Derbar Rêvebir

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply