Bi pirsan xwe vebêje (20 Pirs? – 20 Bersiv √ )
- Peyva ku herî jê hez dikî?
Zeynelabidin Zınar – Bi kurdî bixwîne û bi kurdî binivîse
- Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?
Zeynelabidin Zınar – Ji ber nebûna demê, min guhdarî zêde li stranan nekiriye.
- Ti bo te nirxa herî pîroz çî ye?
Zeynelabidin Zınar – Nirxê herî pîroz axaftina bı zimanê kurdî ye.
- Tu ji bo çi dijî?
Zeynelabidin Zınar – Ez ji bo xizmetê dijîm.
- Li gor te kesê rewşenbîr kî ye?
Zeynelabidin Zınar – Kesê yan kesa rewşenbîr ew e ku xwe dinase.
6.Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?
Zeynelabidin Zınar – Kurd im, bisiman im, xizmetkarê çanda kurdî me.
- Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?
Zeynelabidin Zınar – Ew diruşm ev e: ‘‘Divê kurd bi zimanê xwe bixwînin û pê binivîsin.’’
- Egîdê te kî ye?
Zeynelabidin Zınar – Lehengê min li gorî sedsalan têne guhertin: Lehengê sedsala heftan berî zayînê Diyako ye û yê sedsala 17an pıştî zayînê jî Ehmedê Xanî ye.
- Tu dixwazî li ku derê bijî?
Zeynelabidin Zınar – Min dixwest ku li gundê xwe bijîm.
- Kîjan pirtûkê dixwînî?
Zeynelabidin Zınar – Zêdetir pirtûkên klasûk û yên folklora kurdî dixwînim.
- Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?
Zeynelabidin Zınar – Dixwazim her karî bikîm da rewşa naveroka wan pîşeyan fêr bibim.
- Çi te kelecan dike?
Zeynelabidin Zınar – Dema li sûka bajarekî dibihîzim ku hinek bi zimanê kurdî dipeyivin, kelecana min di warê vînê de pir dibe.
- Çi kelecana te dişikestîne?
Zeynelabidin Zınar – Ji ber xurtiya vîna min, tiştek ji aliyê baweriyê ve min bindest nake. lê ez diêşim ku kurdek dibêje “Ez jî kurd im, lê bi kurdî nizanim.”
- Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye?
Zeynelabidin Zınar – Kêmasiya kurdan a herî mezin ev e ku bi zimanê xwe napeyivin û li gor toreya xwe jî nalipikin.
- Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?
Zeynelabidin Zınar – Axaftina bi zimanê kurdî…
- Kîjan fîlm xweşîya we tê û zêde tesir ser we çêkir?
Zeynelabidin Zınar – Filîm ji ber ku li gor senaryoyan hatine amadekirin, bi wan ne kêfxweş û ne jî ponijdar dibim.
- Xewna bextewariya te çi ye?
Zeynelabidin Zınar – Ne xewna bextewariya min, lê vîna bexteweriya min ev e ku zimanê kurdî jî fermî bibe û bigîje sawiya zimanên cîranên xwe.
- Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?
Zeynelabidin Zınar – Jiyana bi kurdewarî…
- Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?
Zeynelabidin Zınar – Jiyana bi xwenasîn û bexteweriya nijadî de…
- Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?
Zeynelabidin Zınar – Ev qabiliyeta ku îro xwedê kiriye paramin, sal 1963-64 ji min re bûbû vîn û daxwaz…
Zeynelabidîn Zinar kî ye?
Zeynelabidîn Zinar nivîskar, wergêr û lêkolînerê kurd e, ji Bakûrê Kurdistanê ye, di 1953’an de li gundê Hedhedkê girêdayê bi qeza Qubînê ve hatiye dinyayê. Yazdeh sal medreseya kurdî, piştre Imam-Xetîb û lîse xwendiye. Piştî kurtedemeke leşkeriyê, Zinar yazdeh sal li belediya Êlihê şixuliye.
Ji 12’ê îlona 1980’yî ve ku cunta leşkerî hatiye, hetanî sibata 1984’an, Zinar heşt caran hatiye girtin û gelek îşkence lê hatine kirin, sezayê girtîgehê û sirgûn lê hatine birrîn. Ew îşkenceyên ku dîtine, bi pirtûka xwe ya bi navê di Işkencede 178 Gün [1] diyar kiriye. Zinar, di dawiya 84’an de jî çûye Swêdê. Piştî ku Zinar li Swêdê bi cih bûye, di sibata 1985’an de li nexweşxana Xaça Sor beşa îşkencedîtan a Stockholmê hetanî 1995’an tedawi bûye.
Destpêka nivîsandina Zeynelabidîn Zinar a bi zimanê kurdî, çendî ku di salên 1963-64’an de pêşî bi tîpên erebî çêbûye, lê di 1985’an de li Swêdê bi awayekî rêkûpêk hatiye domandin. Pêşî dest bi tîpguhaztina klasikên kurmancî kiriye û lêkolîn li folklora kurdî kiriye. Heta niha, 82 pirtûkên wî hatine weşandin, herweha Zinar xwedî û berpirsê Weşanxaneya Pencînar ye.
Saziyên ku tê de Zeynelabidîn Zinar endam e
Sendika Nivîskarên Swêdî
Sendîka Rojnamevanên Sînornenas
PEN’a Swêdî
Komela Nivîskarên Kurd a Swêdê
82 pirtûkên Zeynelabidîn Zinar
Xwençe Cild I (folklor-kurmancî)
Xwençe Cild II (folklor-kurmancî)
Xwençe Cild III (folklor-kurmancî)
Xwençe Cild VI (folklor-kurmancî)
Xwençe Cild V (folklor-kurmancî)
Xwençe Cild VI (folklor-kurmancî)
Xwençe Cild VII (folklor-kurmancî)
Xwençe Cild VIII (folklor-kurmancî)
Xwençe Cild IX (folklor-kurmancî)
Xwençe Cild X (folklor-kurmancî)
Nimûne Ji Gencîneya Çanda Qedexekirî (lêkolîn-kurmancî)
Işkencede 178 Gun (serpêhatiya îşkencê-turki)
Siyabend û Xecê (serpêhatî- kurmancî)
Xwendina Medresê (lêkolîn- kurmancî)
Kadîna Mişkan (çîrvanok- kurmancî)
Balafira Jînê (çîrvanok- kurmancî)
Xweşber (Çîrokên folklorî- kurmancî)
Mîrate (leyztikên zarûkan- kurmancî)
Çarmix (helbestên îşkencê- kurmancî)
Hemdîn û şemdîn (serpêhatî- kurmancî)
Fermana 33 Rewşenbîran (lêkolîn- kurmancî)
Bingeha Çîroka Kurdî (lêkolîn- kurmancî)
Çivîka Bilûrvan (Çîroka folklorî- kurmancî)
Bawermendî -I (eqîde- kurmancî)
Bawermendî -II (eqîde- kurmancî)
Pîra Kût û Dîkê Derpîkurt (Çîroka folklorî- kurmancî)
Hecî Rovî (Çîroka folklorî- kurmancî)
Kurdistana Xwedê jî şewitî (meselokên rawilan- kurmancî)
Nêçîra Çiyayê Reş (Çîroka folklorî- kurmancî)
Keywan Paşa û Keçelok (Çîroka folklorî- kurmancî)
Beranê Sêr (Çîroka folklorî- kurmancî)
Abidê şikeftê (Çîroka folklorî- kurmancî)
Zira Kerê û Lota Devê (Çîroka folklorî- kurmancî)
Çîm Beg (Çîroka folklorî- kurmancî)
Qîza Paşayê Çîn û Maçînê û Hesenê Sênî (Çîroka folklorî- kurmancî)
Ji heftan çar şaxên çîroka Gûl û Sînem (Çîroka folklorî- kurmancî)
Hevberdana Qijik û Kevokê (Çîroka folklorî- kurmancî)
Kalê Merivxwir (Çîroka folklorî- kurmancî)
Kewê Çîrokbêj (Çîroka folklorî- kurmancî)
Kerkerokê Bayê (Çîroka folklorî- kurmancî)
Sînelmasî û Mîr Mihê (Çîroka folklorî- kurmancî)
Sêva Sêrê (Çîroka folklorî- kurmancî)
Gurê Selikê (Çîroka folklorî- kurmancî)
Mele Kulî (Çîroka folklorî- kurmancî)
Pêxemberê Derewîn (meselokên folklorî- kurmancî)
Mîrê Cîzîra Botan û Siltanê Stenbolê (serpêhatî- kurmancî)
Xwişkebiratiya Teyr û Rovî (Çîroka folklorî- kurmancî)
Kurê Paşê û Mişkê Qut (Çîroka folklorî- kurmancî)
Cihê û Çil Kose (Çîroka folklorî- kurmancî)
Bablîcan (Çîroka folklorî- kurmancî)
Miriyê Li Ser Bîrê (Çîroka folklorî- kurmancî)
Serpêhatiya Wezîr û Paşê (Çîroka folklorî- kurmancî)
Mado Paşa û Keça Dêwê (Çîroka folklorî- kurmancî)
Mîr Mihê û Gulîzar (Çîroka folklorî- kurmancî)
Zerdeşt Pêxember (lêkolîn- kurmancî)
Pirtûkên ku ji alfabeya erebî veguhaztine alfabeya latînî
Dîwan, Melayê Cizîrî (kêşan- kurmancî)
Nûbihar, Ehmedê Xanî, (ferheng-kêşan- kurmancî)
Eqîde, Ehmedê Xanî,(kêşan- kurmancî)
Mewlûda Kurmancî, Melê Bateyî (kêşan- kurmancî)
Şerha Eqîdeya Ehmedê Xanî, Mele Ebdulah Qoxî (pexşan û kêşan- kurmancî)
Sirmehşer, Feqe Reşîdê Hekarî (pexşan û kêşan- kurmancî)
Nehc-ul Enam, Mele Xelîlê Sêrtî (kêşan- kurmancî)
Dîwan, Pertew Begê Hekarî (kêşan- kurmancî)
Rewdnein, Şêx Evdirehmanê Axtep (kêşan- kurmancî)
Dîwan, Şêx Evdirehmanê Axtep (kêşan- kurmancî)
Mîrsad-ul Etfal, Şêx Mihemed Kerbela (kêşan- kurmancî)
Iqdê Durfam, Şêx Eskerî (çîrok, kêşan- kurmancî)
Herdubat, Mele Zahidê Diyarbekrî (mewlûd, kêşan- kurmancî)
Leyl û Mecnûn, Şêx Mihemed Can (kêşan- kurmancî)
Serfa Kurmancî, Mele Elî Teremaxî (rêziman, pexşan- kurmancî)
Hozanvanêt Kurd, Sadiq Behaedîn Amêdî (lêkolîn, pexşan- kurmancî)
Sêkêşan, Mele Evdilhadiyê Comanî (bawermendî, kêşan- kurmancî)
Rênasî, Şêx Xiyasedîn Emre (bawermendî, kêşan- kurmancî)
Rêgeha Perestiniyê, Nûrullah Kodişkî (şerîet, pexşan- kurmancî)
El Hemaîlu Fî‘ş şemaîlî, Şêx Fethullah Werqanisî (bawermendî, kêşan- kurmancî)
Rîsalet-ul Kufrî wel Kebaîrî, Şêx Fethullah Werqanisî (bawermendî, pexşan û kêşan- kurmancî)
Eqîdeya Îmanê, Şêx Fethullah Werqanisi (bawermendî, kêşan- kurmancî)
Pirtûkên werger
Jiyana Mele Seîdê Kurdî (pexşan- kurmancî)
Îslam û Ewrûpa, Ingmar Karlsson
Pirtûkên veguhaztina ji destnivîsan
Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî, Mele Nûriyê Hesarî (rêziman, pexşan- kurmancî)
Çanda Warê Talankirî, Ebas Alkan (folklor, pexşan û kêşan- kurmancî)
Mamikên Kurdî, M. Xalid Sadînî (folklor, pexşan- kurmancî)