Pirsname – Zeynelabidin Zınar

Bi pirsan xwe vebêje (20 Pirs? – 20 Bersiv √ )

  1. Peyva ku herî jê hez dikî?

Zeynelabidin Zınar – Bi kurdî bixwîne û bi kurdî binivîse

 

  1. Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?

Zeynelabidin Zınar – Ji ber nebûna demê, min guhdarî  zêde li stranan nekiriye.

 

  1. Ti bo te nirxa herî pîroz çî ye?

Zeynelabidin Zınar – Nirxê herî pîroz axaftina bı zimanê kurdî ye.

 

  1. Tu ji bo çi dijî? 

Zeynelabidin Zınar – Ez ji bo xizmetê  dijîm.

 

  1. Li gor te kesê rewşenbîr kî ye?

Zeynelabidin Zınar – Kesê yan kesa rewşenbîr ew e ku xwe dinase.

 

6.Tu dikarî bi sê peyvan  xwe  vebêjî? 

Zeynelabidin Zınar – Kurd im, bisiman im, xizmetkarê çanda kurdî  me.

 

  1. Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?

Zeynelabidin Zınar – Ew diruşm  ev e: ‘‘Divê kurd bi zimanê xwe bixwînin û pê binivîsin.’’

 

  1. Egîdê te kî ye?

Zeynelabidin Zınar – Lehengê min li gorî sedsalan têne guhertin: Lehengê sedsala heftan berî zayînê Diyako ye û yê sedsala 17an pıştî zayînê jî Ehmedê Xanî ye.

 

  1. Tu dixwazî li ku derê bijî?

Zeynelabidin Zınar – Min dixwest ku li gundê xwe bijîm.

 

  1. Kîjan pirtûkê dixwînî?

Zeynelabidin Zınar – Zêdetir pirtûkên klasûk û yên folklora kurdî dixwînim.

 

  1. Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî? 

Zeynelabidin Zınar – Dixwazim her karî bikîm da rewşa naveroka wan pîşeyan fêr bibim.

 

  1. Çi te kelecan dike?

Zeynelabidin Zınar – Dema li sûka bajarekî dibihîzim ku hinek bi zimanê kurdî dipeyivin, kelecana min di warê vînê de pir  dibe.

 

  1. Çi kelecana te dişikestîne?

Zeynelabidin Zınar – Ji ber xurtiya vîna min, tiştek ji aliyê baweriyê ve min bindest nake. lê ez diêşim ku kurdek  dibêje “Ez jî kurd im, lê bi kurdî nizanim.”

 

  1. Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye?

Zeynelabidin Zınar – Kêmasiya kurdan a herî mezin ev e ku bi zimanê xwe napeyivin û li gor toreya xwe jî nalipikin.

 

  1. Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?

Zeynelabidin Zınar – Axaftina bi zimanê kurdî…

 

  1. Kîjan fîlm xweşîya we tê û zêde tesir ser we çêkir?

Zeynelabidin Zınar – Filîm ji ber ku li gor senaryoyan hatine amadekirin, bi wan ne kêfxweş û ne jî ponijdar dibim.

 

  1. Xewna bextewariya te çi ye? 

Zeynelabidin Zınar – Ne xewna bextewariya min, lê vîna bexteweriya min ev e ku zimanê kurdî jî fermî bibe û bigîje sawiya zimanên cîranên xwe.

 

  1. Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?

Zeynelabidin Zınar – Jiyana bi kurdewarî…

 

  1. Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?

Zeynelabidin Zınar – Jiyana bi xwenasîn û bexteweriya  nijadî de…

 

  1. Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?

Zeynelabidin Zınar – Ev qabiliyeta ku îro xwedê kiriye paramin, sal 1963-64 ji min re bûbû vîn û daxwaz… 

Zeynelabidîn Zinar kî ye?

Zeynelabidîn Zinar nivîskar, wergêr û lêkolînerê kurd e, ji Bakûrê Kurdistanê ye, di 1953’an de li gundê Hedhedkê girêdayê bi qeza Qubînê ve hatiye dinyayê. Yazdeh sal medreseya kurdî, piştre Imam-Xetîb û lîse xwendiye. Piştî kurtedemeke leşkeriyê, Zinar yazdeh sal li belediya Êlihê şixuliye.

Ji 12’ê îlona 1980’yî ve ku cunta leşkerî hatiye, hetanî sibata 1984’an, Zinar heşt caran hatiye girtin û gelek îşkence lê hatine kirin, sezayê girtîgehê û sirgûn lê hatine birrîn. Ew îşkenceyên ku dîtine, bi pirtûka xwe ya bi navê di Işkencede 178 Gün [1] diyar kiriye. Zinar, di dawiya 84’an de jî çûye Swêdê. Piştî ku Zinar li Swêdê bi cih bûye, di sibata 1985’an de li nexweşxana Xaça Sor beşa îşkencedîtan a Stockholmê hetanî 1995’an tedawi bûye.


Destpêka nivîsandina Zeynelabidîn Zinar a bi zimanê kurdî, çendî ku di salên 1963-64’an de pêşî bi tîpên erebî çêbûye, lê di 1985’an de li Swêdê bi awayekî rêkûpêk hatiye domandin. Pêşî dest bi tîpguhaztina klasikên kurmancî kiriye û lêkolîn li folklora kurdî kiriye. Heta niha, 82 pirtûkên wî hatine weşandin, herweha Zinar xwedî û berpirsê Weşanxaneya Pencînar ye.

Saziyên ku tê de Zeynelabidîn Zinar endam e

Sendika Nivîskarên Swêdî
Sendîka Rojnamevanên Sînornenas
PEN’a Swêdî
Komela Nivîskarên Kurd a Swêdê

82 pirtûkên Zeynelabidîn Zinar

Xwençe Cild I (folklor-kurmancî)
Xwençe Cild II (folklor-kurmancî)
Xwençe Cild III (folklor-kurmancî)
Xwençe Cild VI (folklor-kurmancî)
Xwençe Cild V (folklor-kurmancî)
Xwençe Cild VI (folklor-kurmancî)
Xwençe Cild VII (folklor-kurmancî)
Xwençe Cild VIII (folklor-kurmancî)
Xwençe Cild IX (folklor-kurmancî)
Xwençe Cild X (folklor-kurmancî)
Nimûne Ji Gencîneya Çanda Qedexekirî (lêkolîn-kurmancî)
Işkencede 178 Gun (serpêhatiya îşkencê-turki)
Siyabend û Xecê (serpêhatî- kurmancî)
Xwendina Medresê (lêkolîn- kurmancî)
Kadîna Mişkan (çîrvanok- kurmancî)
Balafira Jînê (çîrvanok- kurmancî)
Xweşber (Çîrokên folklorî- kurmancî)
Mîrate (leyztikên zarûkan- kurmancî)
Çarmix (helbestên îşkencê- kurmancî)
Hemdîn û şemdîn (serpêhatî- kurmancî)
Fermana 33 Rewşenbîran (lêkolîn- kurmancî)
Bingeha Çîroka Kurdî (lêkolîn- kurmancî)
Çivîka Bilûrvan (Çîroka folklorî- kurmancî)
Bawermendî -I (eqîde- kurmancî)
Bawermendî -II (eqîde- kurmancî)
Pîra Kût û Dîkê Derpîkurt (Çîroka folklorî- kurmancî)
Hecî Rovî (Çîroka folklorî- kurmancî)
Kurdistana Xwedê jî şewitî (meselokên rawilan- kurmancî)
Nêçîra Çiyayê Reş (Çîroka folklorî- kurmancî)
Keywan Paşa û Keçelok (Çîroka folklorî- kurmancî)
Beranê Sêr (Çîroka folklorî- kurmancî)
Abidê şikeftê (Çîroka folklorî- kurmancî)
Zira Kerê û Lota Devê (Çîroka folklorî- kurmancî)
Çîm Beg (Çîroka folklorî- kurmancî)
Qîza Paşayê Çîn û Maçînê û Hesenê Sênî (Çîroka folklorî- kurmancî)
Ji heftan çar şaxên çîroka Gûl û Sînem (Çîroka folklorî- kurmancî)
Hevberdana Qijik û Kevokê (Çîroka folklorî- kurmancî)
Kalê Merivxwir (Çîroka folklorî- kurmancî)
Kewê Çîrokbêj (Çîroka folklorî- kurmancî)
Kerkerokê Bayê (Çîroka folklorî- kurmancî)
Sînelmasî û Mîr Mihê (Çîroka folklorî- kurmancî)
Sêva Sêrê (Çîroka folklorî- kurmancî)
Gurê Selikê (Çîroka folklorî- kurmancî)
Mele Kulî (Çîroka folklorî- kurmancî)
Pêxemberê Derewîn (meselokên folklorî- kurmancî)
Mîrê Cîzîra Botan û Siltanê Stenbolê (serpêhatî- kurmancî)
Xwişkebiratiya Teyr û Rovî (Çîroka folklorî- kurmancî)
Kurê Paşê û Mişkê Qut (Çîroka folklorî- kurmancî)
Cihê û Çil Kose (Çîroka folklorî- kurmancî)
Bablîcan (Çîroka folklorî- kurmancî)
Miriyê Li Ser Bîrê (Çîroka folklorî- kurmancî)
Serpêhatiya Wezîr û Paşê (Çîroka folklorî- kurmancî)
Mado Paşa û Keça Dêwê (Çîroka folklorî- kurmancî)
Mîr Mihê û Gulîzar (Çîroka folklorî- kurmancî)
Zerdeşt Pêxember (lêkolîn- kurmancî)

Pirtûkên ku ji alfabeya erebî veguhaztine alfabeya latînî

Dîwan, Melayê Cizîrî (kêşan- kurmancî)
Nûbihar, Ehmedê Xanî, (ferheng-kêşan- kurmancî)
Eqîde, Ehmedê Xanî,(kêşan- kurmancî)
Mewlûda Kurmancî, Melê Bateyî (kêşan- kurmancî)
Şerha Eqîdeya Ehmedê Xanî, Mele Ebdulah Qoxî (pexşan û kêşan- kurmancî)
Sirmehşer, Feqe Reşîdê Hekarî (pexşan û kêşan- kurmancî)
Nehc-ul Enam, Mele Xelîlê Sêrtî (kêşan- kurmancî)
Dîwan, Pertew Begê Hekarî (kêşan- kurmancî)
Rewdnein, Şêx Evdirehmanê Axtep (kêşan- kurmancî)
Dîwan, Şêx Evdirehmanê Axtep (kêşan- kurmancî)
Mîrsad-ul Etfal, Şêx Mihemed Kerbela (kêşan- kurmancî)
Iqdê Durfam, Şêx Eskerî (çîrok, kêşan- kurmancî)
Herdubat, Mele Zahidê Diyarbekrî (mewlûd, kêşan- kurmancî)
Leyl û Mecnûn, Şêx Mihemed Can (kêşan- kurmancî)
Serfa Kurmancî, Mele Elî Teremaxî (rêziman, pexşan- kurmancî)
Hozanvanêt Kurd, Sadiq Behaedîn Amêdî (lêkolîn, pexşan- kurmancî)
Sêkêşan, Mele Evdilhadiyê Comanî (bawermendî, kêşan- kurmancî)
Rênasî, Şêx Xiyasedîn Emre (bawermendî, kêşan- kurmancî)
Rêgeha Perestiniyê, Nûrullah Kodişkî (şerîet, pexşan- kurmancî)
El Hemaîlu Fî‘ş şemaîlî, Şêx Fethullah Werqanisî (bawermendî, kêşan- kurmancî)
Rîsalet-ul Kufrî wel Kebaîrî, Şêx Fethullah Werqanisî (bawermendî, pexşan û kêşan- kurmancî)
Eqîdeya Îmanê, Şêx Fethullah Werqanisi (bawermendî, kêşan- kurmancî)

Pirtûkên werger

Jiyana Mele Seîdê Kurdî (pexşan- kurmancî)
Îslam û Ewrûpa, Ingmar Karlsson

Pirtûkên veguhaztina ji destnivîsan

Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî, Mele Nûriyê Hesarî (rêziman, pexşan- kurmancî)
Çanda Warê Talankirî, Ebas Alkan (folklor, pexşan û kêşan- kurmancî)
Mamikên Kurdî, M. Xalid Sadînî (folklor, pexşan- kurmancî)

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply