Bi pirsan xwe vebêje (20 Pirs? – 20 Bersiv √ )
1.Peyva ku herî jê hez dikî?
Yücel Aslan: Dilê min
2.Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?
Yücel Aslan: Ez herî zêde ji mûzîka Rewanê hez dikim, van rojan jî Şeroyê Biro strana hekîmo guhdar dikim
3. Ti bo te nirxa herî pîroz çî ye?
Yücel Aslan: Xweza û mexlûqat
4. Tu ji bo çi dijî?
Yücel Aslan: Ji bo xwe û kesên ez ji wan hez dikim
5. Li gor te kesê rewşenbîr kî ye?
Yücel Aslan: Rewşenbîr ew e ku nekeve di bin nîrê tu kesekî, qelema wî bibe kelem jî dest jê nekşîne.
6.Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?
Yücel Aslan: Hestiyar,rastgo û tehsîpkêş
7. Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?
Yücel Aslan: Xwebawerî û xweyî biryar
8.Egîdê te kî ye?
Yücel Aslan: Emirxanê Lepzêrîn e
9. Tu dixwazî li ku derê bijî?
Yücel Aslan: Qeraxê Gola Ûrmiyê û herema Biradostan
10. Kîjan pirtûkê dixwînî?
Yücel Aslan: Ez a naha pirtûka Şikoyê Hesen dixwînim
11. Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?
Yücel Aslan: Telak(masajvan)
12. Çi te kelecan dike?
Yücel Aslan: Dema ez li ser Qemerê helbestan dinivîsim
13. Çi kelecana te dişikestîne?
Yücel Aslan: Dema ji welêt xebereke nebixêr dibihêm
14. Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye?
Yücel Aslan: Bêtifaqî,xebatên li ser ziman û li malên kurdan de axaftinan bi zimanên biyanî
15. Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?
Yücel Aslan: Helbet herî zêde kurdî lê ji bilî kurdî pir ji Rûsî hez dikim
16. Kîjan fîlm xweşîya we tê û zêde tesir ser we çêkir?
Yücel Aslan: Filma Behman Gobadî,dema hespên serxoş,û taybetî jî rewşa Mehdî
17. Xewna bextewariya te çi ye?
Yücel Aslan: Kurdistaneke serbixwe
18. Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?
Yücel Aslan: Wêjeya kurd, lêkolîn û xebatên li ser navdarên Kurd
19. Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?
Yücel Aslan: Tengasiyên ku min paşerojê de dîtine,asoya pêşeroja min berfireh dikin
20. Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?
Yücel Aslan: Li ser erdnîgariya dinyayê sînor rakirana,ji her penabrekî re malek çêbikira.