Duşem , Tebax 21 2017
Malper / Pirsname / Pirsname – Xalid Sadînî

Pirsname – Xalid Sadînî

20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Xalid Sadînî

1. Peyva ku herî jê hez dikî?

Xalid Sadinî: Azadî
2. Van rojan  kîjan stranî guhdarî dikî?
Xalid Sadinî: Gruba Mahbanu ya Farisî
3. Ti bo te nirxa herî pîroz çî ye?
Xalid Sadinî: Azadî û bexteweriya insanan e.
4. Tu ji bo çi dijî?
Xalid Sadinî: Ji bo xwarin, xwendin û geryanê.
5. Li gor te kesê rewşenbîr kî ye?
Xalid Sadinî: Kesê azadî ú bexteweriya insanan bixwaze ú ji bo vê bi xebite ye.
6.Tu dikarî bi sê peyvan  xwe  vebêjî? 
Xalid Sadinî: Xwarin, Xwendin û geryan…

7. Kîjan slogan jiyana te ya felsefî  xulase dike?

Xalid Sadinî: Heke deşt e heke zozan e, ‘esil her xwidan e.

8. Egîdê te kî ye?

Xalid Sadinî: Mesud Barzanî ye.

9. Tu  dixwazî li ku derê bijî?
Xalid Sadinî: Cihê lê dijîm. Hekkarî û Wan.
10. Kîjan pirtûkê dixwînî? 
Xalid Sadinî: Ez gelekan bi hevra dixwînim ne yekê. Kitêbên  Kurdî, Tirkî ú Farisî bi hevra dixwînim…
11. Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?
Xalid Sadinî: Me’muriyet…
12. Çi te kelecan dike?
Xalid Sadinî: Kitab û dîtina cihekî nû…
13. Çi kelecana te dişikestîne?
Xalid Sadinî: Nezanî û xîzaniya mirovan…
14. Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye?
Xalid Sadinî: Nezanî, xîzanî û bêtifaqî ye…
15. Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?
Xalid Sadinî: Kurmanciya xweş û Farisî.

16. Kîjan fîlm xweşîya we tê û zêde tesir ser we çêkir?

Xalid Sadinî: Brehewart /Dilê Wêrek ú Bedelê Esaretê.
17. Xewna bextewariya te çi ye? 
Xalid Sadinî: Birsî nemayîna insanên dinyayê ye. Yan jî têr xwarina hemî mirovan e.
18. Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?
Xalid Sadinî: Nizanim ka armanca we bi vê pirsê çi ye…
19. Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?
Xalid Sadinî: Caran ” ax ax heyf û mixabin” hin caran jî “xweziyêt wan rojan…”
20. Te dixwast bi xwedî  kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?
Xalid Sadinî: Xwezî min zanîba stranan bibêjim…
Gelo Xalid Sadînî Kî ye ?

Ez di sala 1966 li gundekî nêzîkî Colemêgê hatime dinyayê. Ji ber ku babê min mela bû, hêj 4-5 saliya xwe min dest bi Qur’an xwendinê kiribû. Min mekteba seretayî li gund, navend û lîse jî li Colemêrgê qetandin/xilaskirin. Di wexta Îmam Xetîp xwendinê de min nêzîkî salekê jî dewama medresê ú kitêbên rêzê kirin. Di sala 1989 de min li weşanxaneyekê kar kir. 1991 û 92 ê de jî pêşiyê li Yenî Ulke û Azadiya Welat paşê jî Ozgür Gundemê de nûçevanî kir. 1992 heta 2002 ê de di Zindanê de mam. Paşê derketim û niha li Hekkarî û Wanê dijîm…

Kitêbên min amadekirine: Feqiyê Teyran Melayê Bateyî Şêx Muşerrefê Xunokì (Li gel Tehsîn Doskî) Şêx Ehmedê Feqîr ( li gel Tehsîn Doskî) Aqilê Hevparê Mirovahiyê Mamikên Kurdî Heyranokên Kurdî Pêkenokên Kurdî Çîrokên Gelêrî İnsanlığın Ortak Aklı Hakkari Folklorü Hakkari Mutfağı Ji bilî van kitêban nêzî 10 kitêban jî min ji tîpên ‘Erebî transkirîbeyî latînî kirine.

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Pirsname-Nasır KEMALOĞLU

20 Pirs? – 20 Bersiv √ 1-Peyva ku tu herî jê hez dikî? Nasır Kemaloğlu …

Leave a Reply

%d bloggers like this: