Pirsname-Paşa Amedî

20 Pirs? – 20 Bersiv √ Paşa Amedî

1-Peyva ku herî jê hez dikî?

Paşa Amedî: Edalet, edalet, edalet

 

2-Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî? 

Paşa Amedî: Kilama Herim Kuda ya Gulistan AKDEMİR

 

3-Tu bo te nirxa herî pîroz çi ye?

Paşa Amedî:  Edeleta Îllahî

 

4- Tu ji bo çi dijî?

Paşa Amedî: Mirov afirandî ye, Dinya zeviyê axîretê ye, mirov çi biajo wê biçine.

 

5- Li gor te kesê rewşenbîr kî ye?

Paşa Amedî: Rewşenbîr ew e ku bixwedî çi ramanî be bila be lê divê heqiyê bibêje û rê li nîşanê gele xwe bide..

 

6-Tu dikarî bi sê peyvan  xwe  vebêjî?

Paşa Amedî: Heya ku ji min tê erka xwe ya evdidiya Xwedê dikim,  bi kurdî dixwînim  û dinivîsim

 

7-Kîjan slogan jiyana te ya felsefî  xulase dike?

Paşa Amedî: Jiyan, îman û têkoşîn

 

8-Egîdê te kî ye?

Paşa Amedî: Ustad Bedîûzeman Seîdê Kurdî

 

9-Tu  dixwazî li ku derê bijî?

Paşa Amedî: Li bajarê Amedê,

 

10-Kîjan pirtûkê dixwînî?

Paşa Amedî: Dersên Civakî ya Seîdê Kurdî

 

11- Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?

Paşa Amedî: Karê bankvaniyê

 

12- Çi te kelecan dike?

Paşa Amedî: Nivîsandina çîrokê û ceribandin

 

13- Çi kelecana te dişikestîne?
 Paşa Amedî: Bê xîretî

 

14-Kêmasîya kurdan a herî mezin çi ye?

Paşa Amedî: Xîreta millî lazim e

 

 15- Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?

Paşa Amedî: Zimanê min ê dayîkê zimanê Kurdî

 

16-Kîjan fîlm xweşiya we tê û zêde tesir ser we çêkir?

Paşa Amedî: Fîlmê Eshabê Kehf

 

17-Xewna bextewariya te çi ye?

Paşa Amedî: Zarokên Kurd di mekteban de perwerdeyê bi zimanê xwe bibîne

 

18-Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?

Paşa Amedî: Kurdê ku bi kurd re biratî û hevaltî nake diçe bi dijminê xwe re dike.

 

19-Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?

Paşa Amedî: Paşeroj ji bom in şaşiyên xwe bibînim û xwe dirust bikim.

 

20-Te dixwast bi xwedî  kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?

Paşa Amedî: Ez çîrokbêj bûma û derfeta min heba ez ê li bajarên welatê xwe bigeriyama him çîrok berhev bikira him jî ji zarokan re çîrok bigotana

 

Paşa Amedî Kî Ye?

Nivîskar, di 1970ê de li gundê Qerto (girêdayê navçeya Çêrmûga Diyarbekirê ) hate dinyayê. Di nifûsê de paşnavê wî “Kaymaz” e lê ji ber ku ji Diyarbekirê pir hez dikir  bernavkê xwe kiriye  “Amedî ”  û niha  di pirtûk û nivîsên xwe de “Amedî” bi kar dîne.

Perwerdeya seratayê li gund: dibîstana navîn pola yekemin li dibistana  Leylê (YİBO/ Çêrmûg) dest pê kir, pola duyem û sêyem li dibîstana  Ataturkê ya navçeya Baxlarê(Diyarbekirê) xwend.  Li Lîseya Tendurûstiyê ya Diyarbekirê du sal xwend, piştî ku mektep hate girtin naqlê liseya Qoleja Tendûristiya Torbaliyê (Îzmîr) bû.

Hezkirin û eleqedariya wêje, lêkolîn û nivîsandinê di vê heyamê de dest pê dike û berhemên wî di rojnameya Diwarê ya dibistanê de derket. Di pola çaremîn de ji ber ku  bizava li dijî Laîsîzmê û dabeşkirinê de cih girtiye  di derbarê wî de bîryara  “ji mektebê avêtinê” tê dayîn, lê  bi alîkariya heval û dostên wî ji vê bîryarê  vedigerînin û 15 roj ji mektebê dûr dixin. Piştî ku mekteb diqedîne  (1992)  li bajarê Îdirê dest bi karmendiyê dike.

Li bajarê Îdirê di damezrîna şaxa Weqfa Zehrayê de cih digre û dibe serokê weqfê. Di 28 Sibatê(1997) de her tim dihat şopandin û di bin çavdêriyê  de bû, û di derbarê wî de lêpirsînên cuda vebûn.

Paşa Amedî, bi dîldariyê endamê Komeleya Nûbiharê ye û li komeleyê  xebatên çandiniyê dike. Ji ber ku dewlemendiya zimanê Kurdî pêşbikeve nivîsên xwe tim bi zimanê zikmakî Kurdî/Kurmancî di nivîsîne.

Paşa Amedî, nivîsandina xwe 1999an de ewil bi nîşeyên rojnivîskê  de destpê kiriye, nivîsandina  bi rêkûpêk di 2007an de bûye. Di malperên nubiharder û Gazetekurdê de edîtorî û nivîskarî kiriye. Niha li ser  çîrokên Kurdî dişxule, di candname.comê de nivîsên çandî  dinivîse carna jî  nivîsên wî di kovara Nûbiharê de der tê..

Berhemên Wî:

“Çûka Keko Peko/Pepûk” Çîrokên gelêrî (Weşanxaneya Nûbiharê,2012),

Çîn û Maçîn Çîrokên gelêrî (Li ber çapê ye)

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply