20 Pirs? – 20 Bersiv √ Paşa Amedî
1-Peyva ku herî jê hez dikî?
Paşa Amedî: Edalet, edalet, edalet
2-Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?
Paşa Amedî: Kilama Herim Kuda ya Gulistan AKDEMİR
3-Tu bo te nirxa herî pîroz çi ye?
Paşa Amedî: Edeleta Îllahî
4- Tu ji bo çi dijî?
Paşa Amedî: Mirov afirandî ye, Dinya zeviyê axîretê ye, mirov çi biajo wê biçine.
5- Li gor te kesê rewşenbîr kî ye?
Paşa Amedî: Rewşenbîr ew e ku bixwedî çi ramanî be bila be lê divê heqiyê bibêje û rê li nîşanê gele xwe bide..
6-Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?
Paşa Amedî: Heya ku ji min tê erka xwe ya evdidiya Xwedê dikim, bi kurdî dixwînim û dinivîsim
7-Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?
Paşa Amedî: Jiyan, îman û têkoşîn
8-Egîdê te kî ye?
Paşa Amedî: Ustad Bedîûzeman Seîdê Kurdî
9-Tu dixwazî li ku derê bijî?
Paşa Amedî: Li bajarê Amedê,
10-Kîjan pirtûkê dixwînî?
Paşa Amedî: Dersên Civakî ya Seîdê Kurdî
11- Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?
Paşa Amedî: Karê bankvaniyê
12- Çi te kelecan dike?
Paşa Amedî: Nivîsandina çîrokê û ceribandin
13- Çi kelecana te dişikestîne?
Paşa Amedî: Bê xîretî
14-Kêmasîya kurdan a herî mezin çi ye?
Paşa Amedî: Xîreta millî lazim e
15- Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?
Paşa Amedî: Zimanê min ê dayîkê zimanê Kurdî
16-Kîjan fîlm xweşiya we tê û zêde tesir ser we çêkir?
Paşa Amedî: Fîlmê Eshabê Kehf
17-Xewna bextewariya te çi ye?
Paşa Amedî: Zarokên Kurd di mekteban de perwerdeyê bi zimanê xwe bibîne
18-Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?
Paşa Amedî: Kurdê ku bi kurd re biratî û hevaltî nake diçe bi dijminê xwe re dike.
19-Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?
Paşa Amedî: Paşeroj ji bom in şaşiyên xwe bibînim û xwe dirust bikim.
20-Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?
Paşa Amedî: Ez çîrokbêj bûma û derfeta min heba ez ê li bajarên welatê xwe bigeriyama him çîrok berhev bikira him jî ji zarokan re çîrok bigotana
Paşa Amedî Kî Ye?
Nivîskar, di 1970ê de li gundê Qerto (girêdayê navçeya Çêrmûga Diyarbekirê ) hate dinyayê. Di nifûsê de paşnavê wî “Kaymaz” e lê ji ber ku ji Diyarbekirê pir hez dikir bernavkê xwe kiriye “Amedî ” û niha di pirtûk û nivîsên xwe de “Amedî” bi kar dîne.
Perwerdeya seratayê li gund: dibîstana navîn pola yekemin li dibistana Leylê (YİBO/ Çêrmûg) dest pê kir, pola duyem û sêyem li dibîstana Ataturkê ya navçeya Baxlarê(Diyarbekirê) xwend. Li Lîseya Tendurûstiyê ya Diyarbekirê du sal xwend, piştî ku mektep hate girtin naqlê liseya Qoleja Tendûristiya Torbaliyê (Îzmîr) bû.
Hezkirin û eleqedariya wêje, lêkolîn û nivîsandinê di vê heyamê de dest pê dike û berhemên wî di rojnameya Diwarê ya dibistanê de derket. Di pola çaremîn de ji ber ku bizava li dijî Laîsîzmê û dabeşkirinê de cih girtiye di derbarê wî de bîryara “ji mektebê avêtinê” tê dayîn, lê bi alîkariya heval û dostên wî ji vê bîryarê vedigerînin û 15 roj ji mektebê dûr dixin. Piştî ku mekteb diqedîne (1992) li bajarê Îdirê dest bi karmendiyê dike.
Li bajarê Îdirê di damezrîna şaxa Weqfa Zehrayê de cih digre û dibe serokê weqfê. Di 28 Sibatê(1997) de her tim dihat şopandin û di bin çavdêriyê de bû, û di derbarê wî de lêpirsînên cuda vebûn.
Paşa Amedî, bi dîldariyê endamê Komeleya Nûbiharê ye û li komeleyê xebatên çandiniyê dike. Ji ber ku dewlemendiya zimanê Kurdî pêşbikeve nivîsên xwe tim bi zimanê zikmakî Kurdî/Kurmancî di nivîsîne.
Paşa Amedî, nivîsandina xwe 1999an de ewil bi nîşeyên rojnivîskê de destpê kiriye, nivîsandina bi rêkûpêk di 2007an de bûye. Di malperên nubiharder û Gazetekurdê de edîtorî û nivîskarî kiriye. Niha li ser çîrokên Kurdî dişxule, di candname.comê de nivîsên çandî dinivîse carna jî nivîsên wî di kovara Nûbiharê de der tê..
Berhemên Wî:
“Çûka Keko Peko/Pepûk” Çîrokên gelêrî (Weşanxaneya Nûbiharê,2012),
Çîn û Maçîn Çîrokên gelêrî (Li ber çapê ye)