Pirsname – Newaf Mîro

20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Newaf Mîro

 

1.Peyva ku herî jê hez dikî?

Newaf Mîro: Evîn

 

2.Van rojan  kîjan stranî guhdarî dikî?

Newaf Mîro: Awirên çavê te nemir Mihemed Şêxo û çi çeme ehmed beg Feqîr Xidir. Ligel wan dengê kemana Faryad Farîd.

 

3.Ti bo te nirxa herî pîroz çî ye?

Newaf Mîro: Jiyan e

 

4.Tu ji bo çi dijî?

Newaf Mîro: Bi qasî ez dihizirim ez heme, ji bo ez bihizirim ez dijîm, jiyan jî çem e, heta biherike ez jî heme. Afirandin!

 

5.Li gor te kesê rewşenbîr kî ye?

Newaf Mîro: Rewşenbîr bîriya, beriya qewimandinê ye. Ger qewimî herkes dibîne. Yê beriya bibe, ango; do îro û sibê bibîne, ew rewşê dibîn e. Her kesê bixwîne nabe rewşenbîr. Ne bi axaftina zêde ye jî.

 

6.Tu dikarî bi sê peyvan  xwe  vebêjî? 

Newaf Mîro: Dilê min bi qasî dunya yê mezin e, lê di sînga min de dîl e. Resenhez, yan jî xwezahez.

 

7.Kîjan slogan jiyana te ya felsefî  xulase dike?

Newaf Mîro: Tiştekî nebe tune, tenê çare li mirinê nin e. Lê ne li benda şans be, şans beşek di destê me de, yê din jî hewldan bi xwe re tîn e, yan jî dibe.  

 

8.Egîdê te kî ye?

Newaf Mîro: Stephen Hawking û Nadîa Mûrad e niha.

 

9.Tu dixwazî li ku derê bijî?

Newaf Mîro: Min dixwest li ziyareta Qubuldor li Bişêriyê, di nava xweristê de bi suruştê re di nava aştiyê de bijîm. Weke Babçakê demên berê. Lê nabe, ez li Almanya xwe mirovekî xwedî mafê mirovî aşt dibînim.

 

10.Kîjan pirtûkê dixwînî? 

Newaf Mîro: Seîdê Îbo KURDÊ RÊWÎ û Adorno MINIMA MORALIA

 

11.Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî? 

Newaf Mîro: Karê ez niha dikim. Nan û dan. Dibe ştres e, nebe dîsa ştres e.  Hemaltî karekî gran e. Lê neçar bim dîsa ne xem e.  

 

12.Çi te kelecan dike?

Newaf Mîro: Gava ez bingeha roman yan çîrokekê di serê xwe de vedibînim. Yan jî nêrîneke cêwaz dibihîzim.

 

13.Çi kelecana te dişikestîne?

Newaf Mîro: Ger hevalek nêrîna min vaja bike. Xemsarî û Derew.

 

14.Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye?

Newaf Mîro: Bê dewletiye. Dewlet netewa çê dike, netewa heyî jî derdixe rû dunya yê. Dost û dijminê xwe ne bi çav û hişê xwe, bi yê “brati”ya xapînok dibînin.

 

15.Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?

Newaf Mîro: Her ziman bi rengekî xweş e, lê zimanê min weke şîrê dayika min e, ez her tehmê di zimanê xwe kurdmancî de dibînim.

 

16.Kîjan fîlm xweşîya we tê û zêde tesir ser we çêkir?

Newaf Mîro: Min Omer Muxtar şiband Emê Gozê. Min dît we jî dît. Issiz Adam bi tirkî, Duvara  Karşi bi Almanî. Hespê Troya.

 

17.Xewna bextewariya te çi ye? 

Newaf Mîro: Mirov bi mirovatiya xwe û xebata xwe were dîtin û hezkirin. Ne bi ol, êl û netewa xwe. Dunyake bê şer û penaber.

 

18.Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?

Newaf Mîro: Felsefe jiyan e, jiyan felsefe ye. Bê felsefe çareserî û rêya sêyem tune ye. Lê di mirov de tarî û ronî, jiyan û mirin. Ango; derûnî! 

 

19.Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?

Newaf Mîro: Çawa ez dizanim, ez ez im, ji bo ez zanibim ez, ez im, divê ez zanibim ez kurê kê me, bavê min kurê kê ye, ez dizanim ez kurê wî bavî/dayikê me, ez hinek ji wan im, û hinekî ez xwe didim zarokê xwe. Ango: Do-Îro-Sibe. Çawa her nebat qurmek heye, yan dendikek, ew jî navê wê dibe raborî. Jiyan li ser êşê ava dibe, êş dibe hîm haveynê xweşiyê.

 

20.Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî? 

Newaf Mîro: Ya Mêşa hunguv, yan jî ya Deva bi rojen karîbama tih bimama. Yan jî bi qasî Berazekî jîr bama. Mirov xwe jîr dike, lê lawir ji genê xwe jîr in.

 

Newaf Mîro li gundê Girêsirt  yê bi ser Wêranşara Riha ve, di sala 1969 dibe ku 1968 be jî, hatiye dunya yê. Ji Dayik û Bavekî Êzîdî. Bi dibistana seretayî rastî zimanê tirkî hatiye. Ew li ber çîrok û xwebroşkê êvara û li ber stranên xweşmêra, dila, yê paleyê û yê dankutkê û yê keçika mezin bûye. Li Wêranşarê karê çêjxan kiriye. Her weha li gund berxikvanî, şivanî û cotkarî kiriye. Di sala 1987 de hatiye Almanya bi penaberî. Li Almanya perwerdeya pîşeyî, kar û xebatên cûr be cûr kiriye. Ew zewiciye û bavê 3 zaroka ye. 2 Law û Keçekê ye. Niha jî karê xweser dike. Ligel wê xwênerê jiyanê û felsefê ye.

Heta niha 7 pirtûkê diyarî pirtûkxana kurdmancî kiriye.

JI TE HEZKIRIN, Helbest w. pêrî 2007.

Lehengê tazî KELEŞÊ REŞ, roman w. Pêrî.

BEND roman, w. Han Berlîn.

DILOP helbest w. Han Berlîn.

SÊWIYÊN BI DÊ Û BAV, roman,w. Do,

GAVA MIRÎ BIAXIFE roman, w. DO.

DU KES YEK MIROV roman, w. Do.

BEND, çapa 2 w. DO Stenbol.

Gotarê wî di kovar û malperê cûr be cûr de derketine. Dergush.com. Nûkurd, Felsefevan, Pênûsa Nû û Dîwar de, çîrok, hevpeyvîn û gotarê wî derketin e.

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply