20 Pirs? – 20 Bersiv √
1-Peyva ku tu herî jê hez dikî?
Nasır Kemaloğlu – Hezkirin
2-Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?
Nasır Kemaloğlu – Bila li dinyayê mirin heba kalbûn tuneba-Hozan Aydin
3-Ji bo te nirxa herî pîroz çi ye?
Nasır Kemaloğlu – Mafên mirovan
4-Tu ji bo çi dijî?
Nasır Kemaloğlu – Ji bo xwe!
5-Li gor te kesên rewşenbîr kî ye?
Nasır Kemaloğlu – Yên ku bi zanîn û pisporîyên xwe ji gelên xwe re bi dil û can rêberîyê dikin.
6-Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?
Nasır Kemaloğlu – Kurd im, mirovhez im, xweşbîn im.
7-Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?
Nasır Kemaloğlu – Berxwedan Jîyan e!
8-Egîdê te kî ye?
Nasır Kemaloğlu – Ez im!
9-Tu dixwazî li ku derê bijî?
Nasır Kemaloğlu – Li gundê xwe.
10- Niha kîjan pirtûkê dixwînî?
Nasır Kemaloğlu – Musa Dağ’da Kırk Gün
11-Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?
Nasır Kemaloğlu – Bêxîretî
12-Çi te kelecan dike?
Nasır Kemaloğlu – Li welatekî bîyanî “ axaftina Kurdî ”
13-Çi kelecana te dişikestîne?
Nasır Kemaloğlu – Bêhêvîtî
14-Kêmasîya kurdan ya herî mezin çi ye?
Nasır Kemaloğlu – Girtina “şîyana ferdî ” “ li pêş «şîyana netewî ”û yekîtî
15-Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweş dike?
Nasır Kemaloğlu – Axaftina zimanê dayîkê!
16-Kîjan fîlm xweşê we hat û zêde tesir li ser we çêkir?
Nasır Kemaloğlu – Rê- Yilmaz Guney
17-Xewna bextewariya te çi ye?
Nasır Kemaloğlu – Jîyanek aram û azad!
18-Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?
Nasır Kemaloğlu – Lêkolîn û xebatên li ser zimanê me.
19-Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?
Nasır Kemaloğlu – Paşeroj rêzana pêşeroja min e!
20-Tu dixwazî xwedîyê kîjan qabiliyeta sirûşt bibî?
Nasır Kemaloğlu – Xwedîyê qabîlîyet û quweta qehremanê çîrokî “Mîrze Mihemed”
Nasır KEMALOĞLU Kî Ye?
Di sala 1960’an de li Tatosa Erziromê hatîye dine. Dibistana seretayî li gundê xwe ya navendî jî li Tatosê xwendîye. 1988’an de li Amedê, Zanîngeha Dîcleyê, ji beşa Zimanê Fransî ya Fakulteya Perwerdehîyê mezûn bûye. Sê salan li Stenbolê di şirketek de wek îdarevan xebitî û di 1992’an de li Geverê dest bi mamostetîya zimanê Tirkî kir. Ji 1996’an heta 2008’an li Wanê xebitî û ji bo pênc salan bi wezîfeya fermî wek mamosteyê çand û zimanê Tirkî çû Fransayê. Li Fransayê li ser zanistîya ziman Zanîngeha Rouenê bû xwendekarên masterê û ji ber ku zû vegerîya welat mastera xwe neqedand. Di qada zimanê Kurdî ( taybetî zaravayê Kurmancî ) de gellek vekolîn çê kir û her wiha di nav salên 2011-2016’ an de “ Rêzimana Zêrrîn-Kurmancî û Ferhenga Tirkî-Kurmancî/Kurmancî-Tirkî ” amade kirîye û bi gorî derfetan wê bên çapkirin. Vêga dîsa li Wanê wek mamosteyê zimanê Fransî yê Lîsê kar dike. Bêtir çîrok û helbestên wî yên ji çapkirinê re amade he ne. Bi taybetî li ser Kurdiya Kurmancî gellek gotar û nivîsên wî di kovar û malperan de hatine weşandin. Zewicandî û bavê çar zarokan e.