Pirsname – İlhami Sidar

Bi pirsan xwe vebêje (20 Pirs? – 20 Bersiv √ )

  1. Peyva ku herî jê hezdikî?

Îlhamî Sîdar:  “Pinpinik”

 

  1. Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî

 Îlhamî Sîdar:  “Hewlêr, ji Hozan Serhad”

 

  1. Ti bo te nirxa herî pîroz çî ye

 Îlhamî Sîdar:  “Azadî”

 

  1. Tu ji bo çi dijî?

Îlhamî Sîdar:   “Ji bo pêkanîna heyîna xwe û mebesta jiyana xwe.”

 

  1. Li gor te kesê rewşenbîr kî ye?

Îlhamî Sîdar:  “Ew kesê ku li hember neheqiyan dengê xwe ji herkesî berztir derdixe û şewqên mêjî û dilê xwe belavî hemi mirovahiyê dike.

 

6.Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?

Îlhamî Sîdar:  “Tenha, kûr û tevihev”

 

  1. Kîjan slogan jiyana te ya felsefî  xulase dike

  Îlhamî Sîdar:  “Ez dilopekim, dixwazim hemî deryayan daqurtînim”

 

  1. Egîdê te kî ye?

Îlhamî Sîdar:  “Melayê Cizîrî”

 

  1. Tu  dixwazî li kuderê bijî?

 Îlhamî Sîdar:  “Li İrlandayê.”

 

  1. Kîjan pirtûkê dixwînî?

Îlhamî Sîdar:  Dino Buzzati,Tatar Çölü, (Beyabana Teter)  

 

  1. Tu dixwazî kîjan karî/pîşeyî nekî

 Îlhamî Sîdar:  “Qesabî”

 

  1. Çi te kelecan dike?

Îlhamî Sîdar:   “Hertiştên ji derveyî rêzê”

 

  1. Çi kelecana te dişikestîne?

Îlhamî Sîdar:  “Korîtî”

 

14.Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye?

Îlhamî Sîdar:  “Bêtifaqî”

 

15.Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?

 Îlhamî Sîdar:  “Kurdî”

 

  1. Kîjan fîlm xweşîya we tê û zêde tesir ser we çê kir?

Îlhamî Sîdar: Filmên Bergman, Kubrick, Tarkovsky, Fellini, Bertolucci, Visconti, Kieslowski, Nuri Bilge Ceylan, Tarantino, Passolini nikarim yekî ji van bibijêrim, heri dawî “Youth” bandorek li min kir.

 

  1. Xewna bextewariya te çi ye?

Îlhamî Sîdar:  “Di siruşteke bê abadîn de xerikîn.”

 

  1. Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?

Îlhamî Sîdar:  “Çand, hûner, felsefe”

 

19.Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?

Îlhamî Sîdar:  “Dema ku tê bê zeftkirin”

 

  1. Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?

Îlhamî Sîdar: “Xwedi guhekî mîna Bethooven.

 

Îlhamî Sîdar Kî ye?

Di sala 1965’an de li Misirca Sêrtê hate dinyayê. Li Zanîngeha Enqerê beşa Edebîyatê qedand. Berhemên wî: Sözlerin Yalazında/Pêta Peyvan (Helbest, 1999), Bir Cudi Söylencesi/Efsaneyeke Cûdi (Roman, 2003), Alışkın Hüzünler/Kedernas (Helbest, 2004), Melekler de Ölür/Melayiket jî Dimirin (Roman, 2005), Dağlı/Çiyayî (Roman, 2007), Başka Gökyüzü/Esmanekî Din (Roman, 2009), Tehma Xweliyê (Roman, 2011), Jan (Roman, 2012/ adaptasyon ji romana Melayiket jî Dimirin), Sadakat/Dilsozî (Roman, 2013), “Xewneke Payîzê” (Roman, 2015)

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply