Pirsname – Fîkrî Amedî

20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Fîkrî Amedî

 

1.Peyva ku herî jê hezdikî?

Fîkrî Amedî: Azadî û aşîtî ye. Azadî ji bo milletek bindest ji nan şêrîntir, ji tavê xweşiktir e. Aşîtî jî, ji dayîkên ku bi hesreta zarokên xwe helaq bune re ji hêwayê elzemtir e.

2.Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?

Fîkrî Amedî: Memoyê Silo/ Emê Gozê,  Keremê Elî Begê

3.Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye?

Fîkrî Amedî:  Îslam û Kurdîstan

4.Tu ji bo çi dijî?

Fîkrî Amedî:  Ji bo bawerîya xwe û ji bo jîyaneka bi îzzet û bi rûmet

5.Ligor te kesê rewşen bîr kî ye? 

Fîkrî Amedî:  Kesê ku şiûra însanîyetîyê pê re hebe û bi derdê cıvaka xwe re mijûl bibe ew rewşenbîr e.

6.Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî? 

Fîkrî Amedî:  Însan, Misilman, Kurd

7.Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?

Fîkrî Amedî:  Gîha li ser Koka xwe hêşîn dibe

8.Egîdê te kî ye?

Fîkrî Amedî:  Mele Mistefa Berzanî 

9.Tu dixwazî li kuderê bijî?

Fîkrî Amedî:  Li Amedê dijîm û eger Xwedê bike nisîbê min ez dixwazim heya û heya li Amedê bijîm.

10.Kîjan pirtûkê dixwînî? 

Fîkrî Amedî:  Bibe Wek Habîlê Kurê Adem /Cewdet Said

11.Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî? 

Fîkrî Amedî:  Leşkerî û melletî

12.Çi te kelecan dike?

Fîkrî Amedî:  Welatekî ku tê de kes kesî nakuje, wekhevî û edalet lê hakime

13.Çi kelecana te dişikestîne?

Fîkrî Amedî:  Dema tu karekî dikî hinek kes wî karî ji bo berjewendîyê xwe pêk tîne.

14.Kêmasîya kurdan a herî mezinçî ye?

Fîkrî Amedî:  Herwekî ku Ustad Seîdê kurdî gotîye: “Nezanî, xizanî û bêtifaqî”

15.Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?

Fîkrî Amedî:  Kurdî zimanê dê û bavê mine. Lê eger derfetê min hebuya ezê Farisî û Erebî jî hînbibuma

16.Kîjan fîlm xweşîya wetê û zêde tesir ser we çêkir?

Fîkrî Amedî:  Mel Gîbson/ Dilê wêrek/ Cesur Yürek (Braveheart)- Dema Hespên serxweş

17.Xewnabextewariya te çi ye? 

 Fîkrî Amedî:  Kitêbeka wek Şehnameya Firdewsî ku rih û can bixîne milleta me binivsînim.

18.Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?

Fîkrî Amedî:  Wêje/Edebîyat

19.Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?

Fîkrî Amedî:  Mixabin Kul û derd û keder

20.Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî? 

Fîkrî Amedî:  Ez xwedî hêzek wek hêza Hz. Elî buma û min cezayê zalim û zordestan bida wan

 

Gelo Fîkrî Amedî Kî ye?

Di sala 1971 de Li Gundê Xeltûjka Ku li ser Erxenîya Amedê ye hatim dinyayê. Ez ji bera mala “Rindo” me. Heya heft salî ez li gund jîyam.  Min sala 1978 de li Dêrika Çîyayê mazî dest bi dibistana seretayî kirî û li Bismila Amedê xelas kir. Min perwerdehîya xwe ya navîn di sala 1991an de li Amedê  temam kir. Di eynî salê de min Zanîngeha Dîcleyê beşa “mamostetîya sinifê” qezenc kir.

Di sala 1998 de ji ber hinek bûyeran min di heft salande zanîngeh xilas kir. Lê min mamostetî nekir û min karê esnafîyê kir. Niha jî ez esnafîyê dikim.

Min mealeka bi navê: “Qur’ana Kerîm û meala wê ya Kurdî weşand. Çêrok û helbestan dinivîsinim. Nivîsên xwe bi tirkî û kurdî  di bloga

http://fikriamedi.blogspot.com.tr/ diweşînim.

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply