Pirsname-Feyzî Mîrhesen

20 Pirs? – 20 Bersiv √

 

1-Peyva ku herî jê hez dikî

Rastî û heqîqetê

2-Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?

Piranî  Dengbêjî, Kilama Bavê Fexriya

3-Ji bo te nirxa herî pîroz çi ye?

Azadiya netew û   baweriya min e

4-Tu ji bo çi dijî?

Jiyana bi rumet

5-Li gor te kesê rewşenbîr kî ye?

Kesên  ji bona Azadiya  xwe û ya  kesên bindest  re têbikoşe

6-Tu dikarî bi sê peyvan  xwe  vebêjî?

Mirov im, Kurd im  û Bawermend im

 7-Kîjan slogan jiyana te ya felsefî  xulase dike?

Ya Ji penebarî  û derketina  ji bin destê zordaran

8-Egîdê te kî ye?

Kesên ku tariyê diqelêşin

9-Tu  dixwazî li ku derê bijî?

Ciyê ku ji dayîk bibûm

10-Kîjan pirtûkê dixwînî?

Melayê Cizîrî û  Mihemed Uzun  bi piranî

11-Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?

Ya ku  herî ‘dawiyê were kirin, ‘

12-Çi te kelecan dike?

Derfet û  astengî rabûna  dayîk û bavê min  ên 80  salî min wana dîtiba

13-Çi kelecana te dişikestîne?

Bê tifaqiya  navbera me Kurdan

14-Kêmasiya Kurdan a herî mezin çi ye?

Kamasî na lê? Beriya  Baweriyên xwe  bibêjin, Em Kurd in, dû re  misulman , Elawî,

an jî Ëzîdî ne

15-Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?

Ewîl  a dayîkê dû re  pir zimanan bizanîbe.

 16-Kîjan fîlm xweşiya we tê û zêde tesir ser we çêkir?

Yên ku li hemberî zordaran   bi serdikevin, Yilmaz Guney , Şaban û Miho Axa.

17-Xewna bextewariya te çi ye?

Zarok  bê tirs li kolanan bilîzin.

18-Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?

Qadên  bi Kurdewarî û xwe naskirin

19-Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?

Jiyan a xwe ya   çi hatiye serî ji bir nekin  û   paşerojê re jî bi hêvîbe.

20-Te dixwast bi xwedî  kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?

Bi kesayet û  xwe bunê  bijiyama

 

Kemal Nasiroglu Kî Ye?

Dibe ku ji Ëlih ê be, lê  dibe şaş bim

Ez disala 1959 de  li Bajarê Mûşê ji dayîk bûme  ciwanî  xwendina medrese û zewicîm e.

Di karê  dewletê de bûm Karkir. Hatim  girtin ji  kar hatim dûrxistin.  li gelek zîndanan de mam, di siyaseta di partiyên  Hadep û yên din de rêvebirî kir. Dû re cezayek giran ji me re hat, derketim Avrupa. Hîn pirtukên  min , ên bi Kurdî , bi zaravayê Kurmancî

roman, çîrok û Helbnestên min hene. Carnan di rojname û kovaran de nivîs dinivîsînim.

Bi dewrêşî di nav   saziyan de  bi qasî derfetên xwe ve  kar dikim.

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply