20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Doç. Dr. Abdullah Kıran –
(Bi alikarî ya M.Samî Çinar)
Çandname: 1.Peyva ku herî jê hez dikî?
Abdullah Kıran: Hêvî
Çandname: 2.Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?
Abdullah Kıran: Şev çû de tu nayî..
Çandname: 3. Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye?
Abdullah Kıran: Azadî
Çandname: 4.Tu ji bo çi dijî?
Abdullah Kıran: Nizanim. Ha ku min dît ez heme.
Çandname: 5. Ji kurdan re ya ewil çi lazim e?
Abdullah Kıran: Ji bo veşartina miriyên xwe goristanek.
Çandname: 6.Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?
Abdullah Kıran: Xeratê peyvan, dîsa jî ziman.
Çandname: 7. Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?
Abdullah Kıran: Zanîn azad dike.
Çandname: 8.Egîdê te kî ye?
Abdullah Kıran: Tekoşîna jiyaneke çêtir e.
Çandname: 9. Tu dixwazî li ku derê bijî?
Abdullah Kıran: Li Wanê
Çandname: 10.Tu kîjan pirtûkê dixwînî?
Abdullah Kıran: Rojhilateke Navîn û Kurd
Çandname: 11.Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?
Abdullah Kıran: Qesabî.
Çandname: 12-Çi te kelecan dike?
Abdullah Kıran: Hêvî
Çandname: 13. Çi kelecana te dişikestîne?
Abdullah Kıran: Bêhêvîtî.
Çandname: 14.Kêmasiya kurdan a herî mezin çî ye?
Abdullah Kıran: Nezanî û yekîtî.
Çandname: 15. Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?
Abdullah Kıran: Kurdî.
Çandname: 16. Riste/beyt an çarîna herî bi wate ya ku tu jê hez dikî?
Abdullah Kıran: De were, hê ku roj li evînê neçûye ava!
Çandname: 17.Xewna bextewariya te çi ye?
Abdullah Kıran: Serketin
Çandname: 18.Kîjan stran halê te yî rûhî te dîne ziman?
Abdullah Kıran: Lawo rabe em herin welatê xwe.
Çandname: 19. Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?
Abdullah Kıran: Windakirina fersendan
Çandname: 20.Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?
Abdullah Kıran: Şivantiyeke baş