Pirsname – Dilazad ART

20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Dilazad ART

1.Peyva ku herî jê hez dikî?

Azadî

2.Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?

Li stranên biyanî yên farisî, hindî, çînî û rusî

3.Ti bo te nirxa herî pîroz çî ye?

Tenê tiştê dînî û namus

4.Tu ji bo çi dijî? 

Ji bo bidestxistina jiyaneke birûmet

5.Li gor te kesê rewşenbîr kî ye? 

Rewşenbir ew kese ku gotin û kirinên wî yekbin û ji bo armanceke bilind bijîn

6.Tu dikarî bi sê peyvan  xwe  vebêjî?

Azadî, dîsa Azadî û dîsa Azadî

7.Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?

Pîvana xwe rast bipîve.

8.Egîdê te kî ye?

Her kesê ku ji bo bextewariya mirovahîye xebitiye.

9.Tu dixwazî li ku derê bijî?

Devera ku azadî û aramî lê hebê.

10.Kîjan pirtûkê dixwînî? 

Dîroka Sînemaye

11.Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî? 

Karên Fermî

12.Çi te kelecan dike?

Azadî

13.Çi kelecana te dişikestîne?

Bindestî, zordestî, nezanî û koletî

14.Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye?

Xebatên Sînemaye û Zanist û Spor

15.Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?

Zimanê ku ez pê dizanim. Cûdatî dinav zimanan de nakim.

16.Kîjan fîlm xweşîya we tê û zêde tesir ser we çêkir?

Luther, Gandî, Alî, Amistad, Textê Reş, Kusî Ji Dikarin Bifirin

17.Xewna bextewariya te çi ye? 

Azadî

18.Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?

Çand û huner, edebiyat, spor, mîmarî

19.Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?

Destpêka pêşerojeye.

20.Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?

Zanîna zimanên cûda, stranbejî, ressam

 

Dilazad A.R.T Kî ye? 

Li ser çand û hûner û wejeyê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolîne nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Di bin sîya Zanîngeh Akademi de xebatên xwe yên cur be cur didomê ne.

Berhemên Kurdî

1- Destana Evînê, 2010

2- Ramanên Azad, 2010

3- Tûrik, 2011

4- Winda,2012

5- Lêkolînên Kurdî I, 2013

6- Lêkolînên Kurdî II, 2013

7- Tûrikê Çîrokan, 2015

8- Çanda Xwarinê, 2016

 

Berhemên Ku Wergerandine Kurdî

1- Rîsala Aborîye, 2010

2- Wateyên 12 Suretên Qur’an a Pîroz, 2011

 

Berhemên Tirkî

1- Nûpelda’ya Ağıt, 2001 / Çapa II. 2012
2- Taşa Yazı Yazmak, 2010
3- Kurşunlar Yürek Ağlattı, 2011
4- Yolcu, 2011
5- Şagird, 2012
6- Başkaldırı Şiirleri, 2012
7- Dijle’nin Çocukları, 2012

8- 35 Bomba Roboski, 2012

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply