Pirsname – Dilawer Zeraq

20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Dilawer Zeraq

1. Peyva ku herî jê hez dikî?

Dilawer Zeraq: Hezkirin

2. Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?

Dilawer Zeraq: Şakiro (Wey dil), Spring Waltz (Chopin)

3. Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye?

Dilawer Zeraq: Azadî

4. Tu ji bo çi dijî?

Dilawer Zeraq: Ji bo jiyana ku her roja çûyî mirinê l  min ferz dike

5. Li gor te kesê rewşenbîr kî ye?

Dilawer Zeraq: Rewşenbîr ew kes e ku bi dilrastî reftarê bi hizirên xwe dike

6. Tu dikarî bi sê peyvan  xwe  vebêjî?

Dilawer Zeraq: Jidil, aram, xîretkêş

7. Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?

Dilawer Zeraq: Xweavakirin û xweveavakirin

8. Egîdê te kî ye?

Dilawer Zeraq: Ew kesê ku doza egîdîyê nake

9. Tu dixwazî li ku derê bijî?

Dilawer Zeraq: Li ciyê ku dijîm

10. Kîjan pirtûkê dixwînî?

Dilawer Zeraq: Ziman û tenêtî

11. Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?

Dilawer Zeraq: Leşkerî

12. Çi te kelecan dike?

Dilawer Zeraq: Evîn û azadî

13. Çi kelecana te dişikestîne?

Dilawer Zeraq: Durûtî û tundî

14. Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye?

Dilawer Zeraq: Nikarin xweşikî ji xwe hez bikin

15. Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?

Dilawer Zeraq: Kurdî

16. Kîjan fîlm xweşîya we tê û zêde tesir ser we çêkir?

Dilawer Zeraq:  Li dû evînê

17. Xewna bextewariya te çi ye?

Dilawer Zeraq: Bextewarî bes ji peyvekê pêk hatîye

18. Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?

Dilawer Zeraq: Nivîs û mûzîk

19. Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?

Dilawer Zeraq: Honaka paşerojê (siberojê)

20. Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?

Dilawer Zeraq: Behredarîyên heyî besî min in

 

Dilawer Zeraq Nivîskar, Wergêr

Di sala 1965’an de li Farqînê ji dayika xwe re çêbû. Piştî ku xwendina xwe a seretayî, navîn û lîse li Farqînê bir serî, di sala 1985’an de li Amedê, Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Matematîkê kuta kir. Ji sala 1996’an bi vir de ye bi Kurdî çîrok û romanan û di warê zimannasî û rexneya wêjeyê de gotaran dinivîse. Digel ku berhevkariya biwêjên Kurdî dike jî, pê re jî, li ser rênîşa Kurmancî, etîmolojî û standardîzasyona Kurmancî xebatên lêkolînî dike û gotaran dinivîse. Digel vê yekê jî, 2 sal (2004-2006) redaktorî û edîtoriya kovara çandî, hunerî û wêjeyî a Kovara W’yê kir. Wekî dî jî, berhemên wêjeyî ên bi Tirkî werdigerîne Kurdî. Her wiha, di navbera salên 2008 û 2010’an de, di rojnameya rojane Azadiya Welat de, nivîsên bi naverokên wêje û çandê nivîsîn. Li Amedê dijî û mamostetiya matematîkê dike.

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply