20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Cîhan Roj
1.Peyva ku herî jê hez dikî?
Cîhan Roj: Sivik
2.Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?
Cîhan Roj: Dengbêj Huseyno, ‘Huso û Nazê’
3.Ti bo te nirxa herî pîroz çî ye?
Cîhan Roj: Ferq bikim ku ez vame dijîm.
4.Tu ji bo çi dijî?
Cîhan Roj: Hewl didim jiyanê piştrast bikim ku “jiyîn” heye!
5.Li gor te kesê rewşenbîr kî ye?
Cîhan Roj: Yên ku nahêlin “rewşenî” were jibîrkirin!
6.Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?
Cîhan Roj: Hîsdar, detay, aqilparêzî
7.Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?
Cîhan Roj: Ji sloganan hez nakim dikarim biwêjekê û gotinekê bi bîr bixim:“Cî ji dilan teng dibe”, “ Cotê xwe hûr biajo, kûr biajo, dûr biajo”
8.Egîdê te kî ye?
Cîhan Roj: “Mem” e lewre dizanibûye bitirse, tirsê jî bi qasî cesaretê xistiye desatana “Memê Alan”
9.Tu dixwazî li ku derê bijî?
Cîhan Roj: Li Keleha Mêrdînê.
10.Kîjan pirtûkê dixwînî?
Cîhan Roj: Sempozyûma Bedlîsê Ya Navneteweyî.
11.Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?
Cîhan Roj: Leşkerî
12.Çi te kelecan dike?
Cîhan Roj: Fikrek nû û ya ji nişka ve.
13.Çi kelecana te dişikestîne?
Cîhan Roj: Xeber were an jî ez haydar bim ku hezkiriyên min ne bextewar in.
14.Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye?
Cîhan Roj: Hestiyariya zêde, nebawerbûna wan ya bihev
15.Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?
Cîhan Roj: Kurdî-Tirkî
16.Kîjan fîlm xweşîya we tê û zêde tesir ser we çêkir?
Cîhan Roj: Terziyê împeratoriyê
17.Xewna bextewariya te çi ye?
Cîhan Roj: Bi her zimanî xwendina romanan
18.Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?
Cîhan Roj: Qada hunerê
19.Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?
Cîhan Roj: Bermahiyên afirînerî û meşa xweş ya mirovahiyê
20.Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?
Cîhan Roj: Zanîna bi dehan zimanan.
Cîhan Roj (z. 1965)helbestvan û nivîskar e.
Cîhan Roj, di sala 1965 an de, li gundê Înaqa Gimgimê tê dunyayê. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002 an de çap bû. Roj, berê pênûsa xwe dide beyarên çîrokê û xwe li romanê digire.
Berhemên wî:
Ratîka (Helbest) – weşanên Sî Reşemî 2002
Meyman (Çîrok) – Weşanên Lis 2006
Aqil diçe sewda dimine (Helbest) – Weşanên Do 2008
Deriyê çirokê (Çîrok) – Weşanên Do 2008
Gîtara Bê Têl (Roman) – Weşanên Do 2009
Meşa Moriyan (Roman) – Weşanen Evrensel 2011
Perde (Roman) – Weşanên Na 2012
Sehne (Çîrok) – Weşanên YNKD 2013
Serkêş (Roman) – Weşanên J&J 2014
Ji nû ve, Gîtara Bê Têl (Roman) – Weşanên J&J 2014
Hurcahil (Roman) – Weşanên J&J 2015
REŞ (Roman) – Weşanên J&J 2015
AV Û BERF(Hemî Helbest)-çapa dijital di candname.com ê de 2016