Pirsname – Cîhan Roj

20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Cîhan Roj

 

1.Peyva ku herî jê hez dikî?

Cîhan Roj: Sivik

 

2.Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?

Cîhan Roj: Dengbêj Huseyno, ‘Huso û Nazê’

 

3.Ti bo te nirxa herî pîroz çî ye?

Cîhan Roj: Ferq bikim ku ez vame dijîm.

 

4.Tu ji bo çi dijî?

Cîhan Roj: Hewl didim jiyanê piştrast bikim ku “jiyîn” heye!

 

5.Li gor te kesê rewşenbîr kî ye?

Cîhan Roj: Yên ku nahêlin “rewşenî” were jibîrkirin!

 

6.Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?

Cîhan Roj: Hîsdar, detay, aqilparêzî

 

7.Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?

Cîhan Roj: Ji sloganan hez nakim dikarim biwêjekê û gotinekê bi bîr bixim:“Cî ji dilan teng dibe”, “ Cotê xwe hûr biajo, kûr biajo, dûr biajo”

 

8.Egîdê te kî ye?

Cîhan Roj: “Mem” e lewre dizanibûye bitirse, tirsê jî bi qasî cesaretê xistiye desatana “Memê Alan”

 

9.Tu dixwazî li ku derê bijî?

Cîhan Roj: Li  Keleha Mêrdînê.

 

10.Kîjan pirtûkê dixwînî?

Cîhan Roj: Sempozyûma Bedlîsê Ya Navneteweyî.

 

11.Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?

Cîhan Roj: Leşkerî

 

12.Çi te kelecan dike?

Cîhan Roj: Fikrek nû û ya ji nişka ve.

 

13.Çi kelecana te dişikestîne?

Cîhan Roj: Xeber were an jî ez haydar bim ku hezkiriyên min ne bextewar in.

 

14.Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye?

Cîhan Roj: Hestiyariya zêde, nebawerbûna wan ya bihev

 

15.Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?

Cîhan Roj: Kurdî-Tirkî

 

16.Kîjan fîlm xweşîya we tê û zêde tesir ser we çêkir?

Cîhan Roj: Terziyê împeratoriyê

 

17.Xewna bextewariya te çi ye?

Cîhan Roj: Bi her zimanî xwendina romanan

 

18.Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?

Cîhan Roj: Qada hunerê

 

19.Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?

Cîhan Roj: Bermahiyên afirînerî û meşa xweş ya mirovahiyê

 

20.Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?

Cîhan Roj: Zanîna bi dehan zimanan.

 

Cîhan Roj (z. 1965)helbestvan û nivîskar e.

Cîhan Roj, di sala 1965 an de, li gundê Înaqa Gimgimê tê dunyayê. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002 an de çap bû. Roj, berê pênûsa xwe dide beyarên çîrokê û xwe li romanê digire.

Berhemên wî:

Ratîka (Helbest) – weşanên Sî Reşemî 2002

Meyman (Çîrok) – Weşanên Lis 2006

Aqil diçe sewda dimine (Helbest) – Weşanên Do 2008

Deriyê çirokê (Çîrok) – Weşanên Do 2008

Gîtara Bê Têl (Roman) – Weşanên Do 2009

Meşa Moriyan (Roman) – Weşanen Evrensel 2011

Perde (Roman) – Weşanên Na 2012

Sehne (Çîrok) – Weşanên YNKD 2013

Serkêş (Roman) – Weşanên J&J 2014

Ji nû ve, Gîtara Bê Têl (Roman) – Weşanên J&J 2014

Hurcahil (Roman) – Weşanên J&J 2015

REŞ (Roman) – Weşanên J&J 2015

AV Û BERF(Hemî Helbest)-çapa dijital di candname.com ê de 2016

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply