Pirsname – Aro Zargo

20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Aro Zargo

(Bi alikarî ya M.Samî Çinar)

1.Peyva ku herî jê hez dikî?

Aro Zargo: Azadî ye; gelo ji wê baştir tiştek heye. Bêyî azadiyê her tişt wateya xwe wenda dike.

2.Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?

Aro Zargo: Ez hatime te bibînim/Xweşnav Tello

3.Ji bo te nirxa herî pîroz çi ye?

Aro Zargo: Xak e. Xak pîroz e, ji bo jiyanê tiştê herî pêwîst e.

4.Tu ji bo çi dijî? 

Aro Zargo: Carinan ji bîr dikim, dema tê bîra min jî aciz dibim. Ez ê tu carî bersiva vê pirsê nezanim.

5.Li gor te kesê rewşenbîr kî ye? 

Aro Zargo: Rewşenbîr ew kes e ku hertim rastiyê dibêje, ne berjewendperest e, zanayek wisa ye ku ji nezaniya xwe hayîdar e, hertim dixwîne, ji dil e, bêtirs e, her dipirse,  dilnizim e, ne rûreş e, çirayek geş e, her diçûrise û civaka xwe ronî dike. Û ji van hemûyan girîngtir jî ne normal e, dîn e…

6.Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?

Aro Zargo: Sê peyv têrê nakin , peyvek jî zêde ye… Pêwîstiya min bi ferhengeke vala heye ku ez bikarim xwe vebêjim…

7.Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?

Aro Zargo: “ Nejî ji bo mirinê, bimre ji bo jiyanê” (Îbrahîm Ehmed)

8.Egîdê te kî ye?

Aro Zargo: Spartacûs e.

9.Tu dixwazî li ku derê bijî?

Aro Zargo: Cihekî  lê azad bim bes e.

10.Kîjan pirtûkê dixwînî? 

Aro Zargo: Dîwana Melayê Cizîrî

11.Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?

Aro Zargo: Karên ku bi mirovan ve mijûl dibin. Her ku ji mirovan dûr dikevim, şad û bextewar dibim.

12.Çi te kelecan dike?

Aro Zargo: Hatina  biharê, bişkivîna kulîlkan, kenê zarokên sava, tilîliyên dayikan, vexwarina avê, barîna berfê, bişirîna evîndaran, herikîna avê, hilhatina rojê, …

13.Çi kelecana te dişikestîne?

Aro Zargo: Dema siyasetmedar an jî rewşenbîrên bi zimanê xelkê dipeyîvin dibînim. Kelecana min dişkê, dikim dîn bibim.

14.Kêmasîya kurdan a herîmezin çî ye?

Aro Zargo: Çand û zimanê xwe baş nizanin. Sloganîk in, kêm dixwînin, zêde dipeyîvin.

15.Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?

Aro Zargo: Tenê Kurdî.

16.Kîjan fîlm xweşîya we tê û zêde tesir ser we çêkir?

Aro Zargo: Ez ji fîlman dûr im. Beriya çend salan min “Braveheart “ temaşe kiribû baş bû.

17.Xewna bextewariya te çi ye?

Aro Zargo: Rojekê şiyar bibim û bibînim ku li dinyayê tenê mirovek jî nemaye û paşê bimirim. Jiyaneke bê mirov… Mirov nebin, dê li dinyayê pirsgirêk jî nemînin. Wan her tişt şaş fêhm kir. Gerdûn ji ber çavbirçîtiya wan herimiye.

18.Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?

Aro Zargo: Werzîş. Herî zêde jî çiyagerî. Dixwazim her bilind bibim ku ji êşên xwe dûr bikevim.

19.Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?

Aro Zargo: Êş, elem, bindestî, xîzanî, xwîn, neheqî, pişaftin…

20.Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî? 

Aro Zargo: Dema zarok jî bûm wisa bû, firîn…

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply