Pirsgirêkên Nivîskarên Kurd

Nivîskar kedkarê mejî ne. Kar û xebata wan bi dest û mejî pêk tê. Ew bi mejiyê xwe difikirin û bi destê xwe -bi pênûsê yan jî bi kompîturê- dinivîsin. Nivîskar wek kategorî di nav proletaryayê de/kedkaran de tên hesêb. Heta li gor min proletaryayê herî proleter nivîskar bi xwe ne.

Proletarya tenê ji karkeran pêk nayê. Di gel çîna karker, kedkar û hinek tebeqeyên din jî dikevin nav kategorîya proletaryayê. Di nav kategorîya proletaryayê de ji hêla aborî ve yên herî feqîr nivîskar in. Di nav nivîskarên cîhanê -dinê- de jî yên herî feqîr nivîskarên kurd in. Şert û şûtên jiyanê rê nade ku nivîskarên kurd wek profesyonel nivîskariya xwe pêk bînin. Loma jî pêkanîna nivîskarîya kurdî bi piranî amatorî ye. Ji bo wê jî di afirandina berheman de, şêweya amatorî û profesyonelî ji hevûdu cuda ne.

Tu nivîskarekî kurd ji hatina firotina pirtûkên xwe nikare jiyana xwe ya aborî, madî, debara malbata xwe bidomîne. Nivîskar mecbûr dibe karên din dike. Nivîskarek dema karekî de heşt saet kar bike, ji bo nivîsînê jê re wext namîne. Yan bişev, yan rojên şemî û yekşemê -heger ji têkiliyên sosyal-civakî û ji karûbarên malê û malbatê wext bibîne- di wexta xwe ya vala de dinivîse. Ji şêweya nivîsîna weha re amatorî tê gotin.

Nivîskarên kurd, di nav nivîskarên cîhanê de yên herî bi bawer û herî fedekar in. Fedekarîya ku nivîskarên kurd kirine û dikin, nivîskarên tu neteweyên din nekirine û nakin. Nivîskarên kurd -çend îstîsna ne tê de, lê pêraniya wan- ji berîka xwe pere didin û pirtûkên xwe diweşînin. Pirtûkên ku diweşînin nayên firotin. Bazara firotina pirtûkên kurdî kêm e. Pirtûkên kurdî hindik tên firotin. Loma jî dema nivîskarekî kurd pirtûkek diweşîne, tê de miheqeq zirarê dike, qezenç nake. Kara nivîskar tenê di hêla manewî de ye. Di hêla aborî de nivîskar tu karek, qezençek nake.

Nivîskarê kurd pirtûka xwe dinivîse, ew bi xwe kontrol dike, mîzampaja wê çê dike, derdixe ser kaxiz, bi destê xwe dibe dide çapxanê. Dema pirtûk ji çapê derdikeve, nivîskar diçe hemaliya wê dike, tîne û mecbûr dimîne bi destê xwe belav dike, an difroşe. Nivîskar ji pirtûka xwe ya nû derketî, gelekan wek diyarî dide nas û dostên xwe, dide nivîskarên din yên ku pirtûkên xwe wek diyarî dane pê. Hinekan îmze dike û ji dost û hevalên xwe yên nivîskar re dişîne. Heqê posteyê jî ji berîka xwe dide. Ji temamê kovar û rojnameyên kurdan re li gor şêweya protokolê yan wek diyarî pirtûka xwe dişîne.

Pirsgirêkên nivîskarên kurd yên li Ewropayê jî gelek in. Heta mirov dikare bibêje ku rewşa wan ji yên welêt xirabtir e. (Helbet nivîskarên welêt jî li gor xwe pirsgirêkên wan hene.) Nivîskarekî kurd li Ewropayê pirtûka xwe biweşîne, nikare li welêt belav bike. Yanê pirtûka ku li Ewropayê derbikeve -tek tûk ne tê de- nakeve destê xwendevanên kurd yên li Tirkiyê û Kurdistanê. Li Ewropayê jî ji bo ku şirketeke belavkirina pirtûkên kurdî tune ye, pirtûk li temamê welatên Ewropayê nayê belavkirin, nakeve destê xwendevanên kurd yên li tevahîya Ewropayê.

Dema nivîskarekî kurd yê li Ewropayê bixwaze pirtûkek xwe li Stenbolê biweşîne, gelek pirsgirêk derdikevin pêşberê nivîskar. Hinek weşanxaneyên kurdan yên li Stenbolê dibêjin qey li ewropayê ji azmîn zêr û pere dibare û nivîskar jî wan top dikin, dicivînin ser hev. Ji nivîskar heqê çapê dixwazin. Di nav van deh, panzdeh, bîst salên dawîn de, ez bi dehan nivîskar nas dikim û dizanim ku ji berîka xwe, bi pereyên xwe pirtûkên xwe li Stenbolê dane çapkirin.

Helbet mexseda van nivîskarên ku bi pereyê xwe pirtûkên xwe didin çapkirin, ev e ku; pirtûkên wan bikevin destê xwendevanên welêt û ji alî gelek xwendevanan ve bêne xwendin. Ew ji bo vî tiştî vê fedekariyê dikin. Mexseda wan ji bo bazirganiyê, anku ji bo ticaretê û ji bo ji firotina pirtûkan pere qezenç kirin nîn e. Ji xwe ji firotina pirtûkan tu qezençek jî nakin. Pirtûkên ku bên firotin jî, pereyê wan ji weşanxanê re dimîne, ne ku ji nivîskar re. Yanê nivîskarekî kurd, heqê keda xwe ya mejî li cihek bêl, di serde ew bi xwe heqê çapkirina pirtûka xwe dide. Nivîskar fedekarî dike, ev jî ji bîr û baweriya wî, ji hestên wî yên netewî tê.

Nivîskarê kurd bi kurdî dinivîse, dizane ku nivîsîna bi kurdî ji bo doza netewî xizmetek e. Nivîskarê kurd dixwaze bi afirandina berhemên xwe edebiyata xwe ya netewî geş bike, dewlemend bike. Dixwaze xwendevanên kurd çê bibin û berhemên kurdî bixwînin. Dixwaze bi afirandina berhemên xwe çand, ziman û edebiyata kurdî pêşve bixe. Dixwaze bibe nivîskarekî gel û neteweyî. Dixwaze di nava edebiyata gelêrî û neteweyî de pirrengîyê pêk bîne. Û gelek daxwazên din hene ku li gor her nivîskarî cure cure ne.

Li gor lênêrîna min, weşanxaneyên kurdan yên li Stenbolê pir pragmatîst in. Hinek jê neteweyî nafikirin. Hinek jê pir teng û grubî difikirin, hinek jê jî tenê bazirganîyê, ticaretê difikirin. Hinek weşanxaneyên ku nedîrek, lê îndîrek bi sîyasetek ve girêdayî ye, tenê pirtûkên serok û sekreterên sîyaseta xwe, pirtûkên kadro û alîgirên sîyaseta xwe û yên kesên nas û dostên xwe, yên derdora xwe diweşînin. Ji derê vana, pirtûkên kesên din naweşînin. Weşanxaneyên ku bi tu sîyasetî ve têkiliyên wan tunebe, pirtûkên her nivîskarî -qesta min nivîskarên kurd in- diweşînin, lê bi şertê ku nivîskar ji berîka xwe heqê çapa pirtûka xwe bide. (Xwestina heqê çapa pirtûkê ji nivîskarên kurd yên li Ewropayê tê xwestin. Ji nivîskarên kurd yên li welêt tê xwestin, nayê xwestin ez baş nizanim. Lêbelê min bihîst ku hinek weşanxane ji nivîskarên welêt jî pere dixwazin.)

Li Ewropayê bi sedan nivîskarên kurd hene. Di nav van nivîskaran de tenê çend nivîskar (hejmara wan ji tiliya destan nabûre) bêyî ku heqê çapkirina pirtûkên xwe bidin, pirtûkên wan ji alî weşanxaneyên kurdan ve têne çapkirin. Lê, yên din? Yên din dê çawan pirtûkên xwe çap bikin? Ev jî wek pirsgirêkek li pêşberê piraniya nivîskarên kurd seknandîye. Divê jê re helek, çareserîyek bê dîtin.

 

Têkilîyên weşanxaneyên kurdan yên li Stenbolê û nivîskarên kurd yên li Ewropayê sar in. Divê navbera wan de têkiliyên germ pêk bê. Sala par xwediyê weşanxaneyekê kurd hate Swêdê. Li Swêdê çend roj ma û tenê du nivîskarên kurd dît. Yên din nedît. Tu dibêjî qey li Swêdê tenê ev herdu nivîskar hene û yên din qet tune ne. Bi min divê nivîskarên din jî bidîtana heta dikaribû bi wan re civîn jî çêbikira.

 

Belê, min di destpêka vê nivîsa xwe de got ku “Nivîskarên kurd feqîr in.Û Ne tenê nivîskar, komeleya Nivîskarên Kurd jî feqîr e. Wisan feqîre ku, nikare kovara komeleyê biweşîne. `Çira` kovara komeleya nivîskarên kurd li Swêdê ye. Kovara `Çira` ji ber rewşa aborî weşana xwe da rawestandin.

Gelek nivîskarên ku endamên komeleyê ne berhem nivîsîne, ji bo çapê amade kirine, lê pereyê wan tune ku berhemên xwe biweşînin. Yan jî hinek naxwazin bi pereyê xwe pirtûkên xwe bidine weşandin û lewre jî pirtûk di destê wan de dimîne û nayê weşandin.

Helbet pirsgirêkên nivîskarên kurd gelek in. Min behsa tevan nekir. Ji xwe di çerçova gotarek/nivîsek de ne mimkûn bû ku ez behsa hemû tiştan bikim. Bila nivîskarên kurd yên din jî behsa hinek tiştên din bikin. Li ser vê mijarê nivîsên curbecur bên nivîsîn û di kovar û malperên kurdan de bên weşandin, ji bo pêşerojê gelek baş e. Nivîskarên kurd, divê ji pirsgirêkên xwe re çareserî bibînin. çareserî jî bi gotinê, nivîsê, minaqeşeyê tê dîtin.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply