Duşem , 28 Îlon. 2020

Pirsgirêkên Çaxê Balixbûnê – Cemal ŞINGAR

 Çaxê balixbûnê di navbera salên 11 û 21ê de tê xuya kirin û çaxekî zehmet e. Ev heyam weke heyama “firtone, hêrsbûnî”yê jî tê zanîn. Çaxê balixbûnê hem ji bo ciwanê/ciwana balixbûyî hem ji bo malbata ciwanê/ciwana balixbûyî heyameke zehmet e. Malbat di mijara fêhmkirina ciwanê/ciwana balixbûyî de zehmetiyê dikişîne. Ciwanê/ciwana balixbûyî jî difikire ku malbat û hawîrdora wî/wê baş jê fêhm nakin. Dê û bav, vê heyamê, zaroka xwe çiqas nas bikin û taybetiyên vê heyamê çiqas zanibin lihevnekirinên dê-bav û ciwanê/ciwana balixbûyî dê ewqasî kêm bin.

Ciwanê/ciwana balixbûyî ji hêla zayendî (cinsî), civakî, hestan ve dikeve heyameke cuda de. Ji sedema bûyerên di van astên mezinbûnê (gihan) de tên serê wî/wê, ciwanê/ciwana balixbûyî xwe cihê difikire (hîs dike) û gelek deman zehmetiyê dikişînê ku xwe bide pênasîn.

 Hîssiyata ciwanê/ciwana balixbûyî çawa ye û dixwaze çawa tevbigerê?

  1. Di hestên ciwanê/ciwana balixbûyî de bi giştî nakokî xuya dike. Ciwanê/ciwana balixbûyî ê/a ku berî rojekê pirr dilşad û çalak (enerjîk), dibe ku roja dûv re xwe kişandibe qalika xwe û bêhal be. Dibe ku hest di nav çend deqîqeyan de (demildest) werin guhertin. Ji ber vê yekê dive dê û bav vê tiştê bipêjirînin û her carê gotinên bi awayê “tu hîn doh baş bûyî, niha çi bû” nebêjin û her gav bi lêpirsîn û zordariyan bi ser wan de neçin.
  2. Di vê heyamê de ciwanê/ciwana balixbûyî, hestên xwe pirr bi kêf û coş dijî. Çi dengê wî/wê û kirpandinên wî/wê û çi jest û mîmîkên wî/wê li gorî heyama din hestên wî/wê bêhtir dide nîşan.
  3. Ciwanê/ciwana balixbûyî li gorî heyamên din bêhtir dikeve nav xeyalan û bi rastî car caran dûr dikeve. Dibe ku ev xeyal planên wî/wê yên pêşerojê jî di nav xwe de bihewîne û bi giştî ev xeyalên ciwanê balixbuyî bi ciwana balixbûyî re eleqedar in û xeyalên ciwana balixbûyî bi ciwanê balixbûyî re eleqedar in.
  4. Dibe ku car caran ciwana/ciwanê balixbûyî bixwaze bi tenê bimîne. Dive mirov nefikire ku pirsgirekeke mezin a Ciwanê/ciwana balixbûyî ê/a ku xwe dikişîne mezela xwe û bixwaze bi tenê bimîne heye û dive mirov mitale neke. Dibe ku ciwanê/ciwana balixbûyî bixwaze bimînê bi tena serê xwe û muhasebeya tiştên jiyayî bike.
  5. Dibe ku ciwanê/ ciwana balixbûyî xwe westiyayî hîs bike. Ji ber vê sedemê ji xebatê re nedîlxwaz e. Weke ku enerjiya wî/wê li mezinbûnê biçe.
  6. Dibe ku ciwanê/ciwana balixbûyî ji sedema guherînên di laşê xwe de fedî bike û bixwaze xwe veşêrê û nexwazê hawîrdora wî/wê bi van guherînan bihisin.
  7. Meraqa wî/wê a hînbûna tiştên nû zêde dibe.
  8. Di vê heyamê de heval cihekî girîng digire. Ji vê sedemê di hilbijartina hevalan de ciwanê/ciwana balixbuyî dive baldar be û pêwiste malbat hesas tevbigerê.
  9. Di vê heyamê de pêwiste ciwanê/ciwana balixbûyî were pîroz kirin û were ferq kirin. Ciwanê/ciwana balixbuyî ê ku vê hewceyiya xwe di nav malbatê de pêkneîne, di nav komên cuda yên hevalan de vê hewceyiya xwe dê pekbîne.

Tengasiyên dêrûnî yên heyama balixbûnê

Di vê heyamê de depresyon zêde dibin. Pirsgirêka jixwebaweriyê, pirsgirêkên bi hevala/hevalê xwe re tên jiyandin, pirsgireken dibistan û nava malbatê dibe ku bibe sedema van depresyonan. Ev depresyon Bi giştî demekê kin didome û mudaxale hewce nake. Ciwanê/ciwana balixbûyî xwe dilteng hîs dike; lê dikare jiyana xwe a rojane bidomîne. Lê Di depresyonên mezin de dibe ku heta ramanên xwekujiyê bîne hişê xwe.

Ciwanê/ciwana balixbuyî bi temamî xwe bêqîmet hîs dike. Di nav sedemên vî tişti de; pêvajoyên travmatîk yên weke mirovên hawîrdora xwe xemgînkirin, meraqa mirinê, hesta tenêtiyê, kêmasiya hezkirinê a ku ji zarokatî tê, mirin-ji hev qutbûn, û her wekî din hene. Ji bilî van dibe ku ciwanê/ciwana balixbûyî car caran zêde hêrs bibe. Di vê demê de hewldana pê re axaftinê bêwate ye. Dive mirov bisekine heta bêhna wî/wê fireh bibe.

Pirsdgirêkeke din jî di mijara xwarinê de ye. Bi taybet jî hewceye ciwanê/ciwana balixbûyî pirsgirêkên zêde xwarin û vexwarinê an jî red kirina xwarinê û tim xwe qelew hîs kirinê çareser bike.

Wezîfeyên (peywirên) malbatê

Ji berî her tîştî dive qedrê Ciwanê/ciwana balixbûyî were girtin  û were fêhmkirin. Ji bo ciwanê/ciwana balixbûyî van hestan bijî dive dê û bav hay ji gotin û kirinên xwe hebin. Naxwe ciwanê/ciwana balixbûyî ji bo van hestan bijî dê xwe nêzîkî mirovine din bike.

Dive bi ciwanê/ciwana balixbûyî re danûstandina ramanan were pêkanîn; dive ciwanê/ciwana balixbûyî ji tevlî mijarên malbatê bibe. Dive di pirsgirêk û mijaran de ciwanê/ciwana balixbûyî were gûhdarî kirin û dive qaîdeyên hevbêş werin dîtin. Şîrêt gelek caran pirsgirêkan çareser nakin, tenê ji bo  wê kêlîkê ciwanê/ciwana balixbûyî li dê û bavê xwe gûhdarî bike kêr tê, ne çareseriyeke pirsgirêkan biqedînê ye.

Dive hevalên ciwanê/ciwana balixbûyî newin rexne kirin, dive dê û bav di vê mijarê de rêya nasîna hevalên ciwanê/ciwana balixbûyî hilbijêrin û vê bi ciwanê/ciwana balixbûyî bidin hîs kirin. Dûv re heke rewşeke acizker hebe dê û bav dikarin vê bi ciwanê/ciwana balixbûyî re parve bikin. Lê belê berî nasînê rexne kirin ji bilî (xeynî) ciwanê/ciwana balixbûyî dê û bavê xwe ‘ayîl (neheq) bibînê kêrî tiştekî din naye. Dive hezkirin newe kêm kirin. Dê û bav heta dikarin dive nehelin di malê de lihevnekirin û pirsgirêk çêbibin. Heke di çaxê balixbûnê de pirr pirsgirêk û lihevnekirin hebin dive ji pîsporekî alîkarî were xwestin.

Çavkanî: Yasemîn Yalçin Aktosun-Zaman-Kovara Yenibahar, hejmara 181ê

WERGÊR: CEMAL ŞINGAR

Derbar Rêvebirê Çandnameyê

Rêvebirê Çandnameyê

Dikarê vê jî bixwênê

Ji Bo Zarokan Feydeyên Vexwarina Şîr

Şîr ji zayînê û pê ve ji bo bihêzbûna hestîyan û movikan gelekî girîng e. …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.