Şemî , 28 Sermawêz 2020

Pirsgêrêka Tirkan

Ji bo ku birîn zû û baş werin dermankirin dibê êşzanîyeke/teşhîseke baş werê danîn. Ku êşzanî baş hate danîn, derman hesan dibê. Heta bijijkek êşê û birînê baş nasnekê nikarê derman jê re binvîsênê. Ger dibin darê zorê de binvîsênê ya yê birîndar bikujê yan yê birîndar birînxedar bikê. Bi salaye ku ji rexê hemû kesî ve ji bo mafê kurdan, mesela pirsgireka kurdan tê meydanê. Ti çareserî jê dernakevê û navkirina pirsgirêka kurd hê behtir dibê pirsgirêkeke kor. Ji xwe navlêkirina pirsgireka kurd bi xwe pirsgireke. Dema mirov dibe pirsgireka kurd tê wateya ku tev pirsgirek ji kurdan dertên. Lê ya rast tev pirsgirek ji hêla kesên an dewletên ku kurd bindestkirine dertê. Min navê mafê kurdan ê rast dît. Navê ve meselê li Tirkî pirsgirêka Tirk, li Surî û Iraqê pirsgireka Ereb, li Îranê pirsgirêka Îranîyane (Farisîyan). Ji ber ku mijar Tirkîye em li ser pirsgireka Tirk birawestin.

Dibe ev neyê jibîrkirin ku kesên bindest nikarin zilmê li gelên serdestbikin. Her dem û di her warî de serdest zilm û zorî li kesên bindestê xwe de kirine. Ji bona vena her dem zilm li gelê Kurd hatiye kirin. Di demen kevin de axa Kurdistanê dinav Rûma û Sasanîya de hatibû parvekirin. Duvre di navbera Osmanî û Îranîyande hate parvekirin. Di diroka nezde dinav çar dewletê jev xerabtir de hate parvekirin. Lê li gor bawerî û zanîna min dewleta herî xedar Tirkîye. Ew dewletên dî her çiqas ti maf nedabin Kurdan jî, Kurd bi tevahî înkar nekirine. Le zalim dewleta Tirk ji sala 1923an ve hebûna rebenê Kurd înkar kiriye. Hê di îdeolojîya dewletê ya fermî de Kurd, Tirkê çiyayî têne hesibandin. Ji ber vena ziman û çanda Kurdî qedexekir. Tiştê ku qedexenekir vegerande zimanê Tirkî û li hember dinyayê bi navê çanda Tirk da naskirin. Hemû mafe Kurdan hatin qedexekirin. Navê axa Kurda, navê gund û bajaran hate guhartin. Navê sewal û nebatên li Kurdistanê hatin guhartin. Bi vî awayî gelê Kurd pelçiqandin. Dema ku hin Kurdan ji bo mafe xwe dengê xwe hildan dewletê ew an girtin an sirgûn kirin an kuştin. Duvre nav li van kirin. Gotin ev kes dixwazin dewleta me parçebikin. Duvre ev mesele li cihanê bi navê ‘pirsgireka kurd’ hate navkirin. Ê ku pirsgirekan derdixê Tirkin ne Kurdin. Ji ber ku hêz di destê Tirkan de ye ê ku gireka çêdikin ew in. Di vir de ez dixwazin vê rastîye jî benim ziman ku armanca min ne Tirkê bêgunehin. Armanca min ew Tirkê ku dagirger, xwînmij, netewperestin.

26.04.2008

About Dilazad ART

Dilazad ART
Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Gotinek û Helbestek Zarokan

Di rojek wek îro de 20.11.2020an de, berî 31 salê, Netewên Yekbûyî peymana parastina mafê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.