Yek ji nexweşî û acizmendara bêderman jî êşa Mîgrenê ye. Ango; serê?a giran û bêderman e.
Di peydebûna mîgrenê de sedem û bandorên herî mezin kirêtbûna hewayê, stres û pirsgirêkên aborî ne. Gava hewa kirêt, stresa zêde û pirsgirêkên aborî dikevin ser hev, serê meriv dibe wek mak û kunmoza êş û derdan û di pêvajoyê de ev êş û derd nexweşîyên bêderman, serêşên jandar ji meriv re çêdikin. Ne tenê mîgren, lê herweha hewa ne pakij, stres û pirdgirêkên aborî karin bibin sedema nexweşîyên pençeşêr û hinek nexweşîyên din jî.
Migren bi gellek mirovan re û bi taybet jî bi jinan re zêde peyda dibe. Heta niha jî çareserîyek yekser ji mîgrenê re nehatiye ditin û pirê caran derman jî tu faydeyê nagihînin êşa mîgrenê, serê?a giran.
Li gora îstatîstîkên pisporên tenduristiyê, bi taybet kesên ku li bajarên mezin dijin, ji kesên ku li gundan dijin zûtir raseri vê êşa xedar tên. Stresa bajêr, hewa ne pakij, bohranên abori û zehmetiyên jiyanê, dihêlin ku mirov zûtir raseri ê?a migrenê bê û ev ji pirsgirêkek ji pirsgirêkên pêşerojê ye.
Li gora istatistikên ku hatine çêkirin, jin ji zilaman zêdetir raseri êşa migrenê tên. Migren serêşandinek giran e û çare jê re nehatiye ditin. Pispor bi taybet di seri de stresê wek sedema heri mezin a migrenê dibinin û pêşniyaz dikin ku divê mirov xwe ji stresa zêde bi dûr bixin.
Îcar tembîya min li we be gelî xwendevanan. Hay ji xwe û nexweşîyan hebin. Bi taybet jî gerek jin hay ji xwe hebin ji ber ku barê jinê ji barê mêr girantir e. Derdê mêr, derdê zarokan, derdê malê, dan û stendina pêwistîyên malê, mezinkirina zarok û xemxwarina wan û bi dehan sedemên din, dibin sedem ku jin zûtir ji taqat bikevin û têkevin kemîn û tor û dehfikên nexweşîyê.
Ji ber vê, xwe ji stresê dûr bixin û bêhnfireh bin.
Çavkanî: Lotikxane