Pirsekê di rûpela zimanê Kurdî de li ser peyva “abla”yê û bersiva wê

Tîpa “A”yê di zimanê Kurdî fe were pêşiya her peyvekê, ew payv taybet dike û di warê wateyê de jî peyv mezin û bilind şênber dike weku:
zad-azad
mar-amar
kar-akar
hûra-ahûra
ves-ta-avesta
heng-aheng
û bra – abra
Herweha di Pehlewanî de ji birayê mezin re digotin: abra ango brayê mezin.
ew peyv yek ji wan peyvan e ku hevbêje bû di zimanê ekedî û ausiyan de jî, weku abra, abrê, abê.
eger em binêrin jêçûna dengê “R”yê di zimamê Hînd-Ewropî de tişteke heyî ye weku:
tirop – top
kirok – kok
girog – gog
girop – gop
hwd…
Her ew Abra di mantiqa tirko de ji bo xwîşk û brayê mezin wateşênber bû bi du cihguherên biçûk weku:
Bo “bra”yê jêçêna dengê “R”ê di peyvê de bû, weku me li jor amaje da.
Bo xwîşka mezin jî bi cihguhera dengê “R”ê bo “L”ê ku ew jî di Kurdî û zimanên din de heye û zêde ye jî her weku:
berût – belût (berû)
per – pel
sir – sil (sîl)
fir – fil (fly)
pur – pul (full)
ser – sel (selk)
ster – stel (stelk) ango “hewz”
hwd…
Ango:
Abra – Abrê, Abê
Abra – Abla
Ew rîşenasiya peyvê bû.
Lê ji bo pirsa we, di Soranî de peyva “DAD”ê heye û tê kêzkirin (bikarAnîn) ku, di înglîzî de ew peyva “DAD”ê ji bo mezinahiya bavê tê kêzkirin neku mezinahiya xwîşkê.
Lê di Kurmancî de peyva “DAD”ê ji bo mezinahiya dayikê tê kêzkirin (bikarAnîn).
Ango peyva “DAD”ê bo mezin dîtinê tê kêzkirin. Weku me dît di înglîzî û Soranî û Kurmancî de peyva “DAD”ê cihguhere.
Di Soranî de peyva “YA”yê jî tê kêzkirin û gotin bi taybetî li Hewlêr û Koyê û deverên wê.
Weku:
“Ya sebîhe, Ya nazdar, Ya kejê” hwd…
li Herêma Şeyxbizînîyê peyva “TAT”ê heye û tê kêzkirin.
Lê di Hewramî de peyva “TAT”ê bo bavê tê gotin bi heman mantiq û lojîka peyva “DAD”ê ku di kok û rîşe de “TATA & TAT & DAD”ê her sê jî her yek peyv û yek wate ne.
Û ew “Et”ê ya li bakur û bi taybet li Amedê û çend derên din jî tê kêzkirin her ew “TAT”ê ya Şeyxbizînî û Hewramî ye lê bi jêçûna “T”ya pêşîn weku “TAT, AT, ET”ê.
Ev mijar dûr û dirêj e, lê bo berçavroniyê min xwest çend peyvan şîrave bikim.
Têbînî: “xuşk, xwîşk, xuh, xwîh” li gorî zayendî ye ne sîfatî.
.
Qendîl Şeyxbizînî
20.1.2021

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply