Pirs û Bersivên Ser Blogan

Merheba ji te re xwendevanê/o. Ew çend ro ne belkî tu jî texmîn dikî li ser blogerîyê gelek pirs tên ji min re.

Jiber ku qada danûstandinê ne yek e ne dudu ne – Facebook, Instagram, mail, Twitter, Whatsapp – car heye ez nagêhimê.

Ji pirsên kesên dixwazin dest bi blogerîyê bikin û heta yên ku çend sal in bloger in, min hinek pirs dan ser hev.

Bo hinekên din yên ku li bersivan digerin, min got ez wan pirsan li vir bibersivînim.

Berî ez destpê bikim divê ez bi bîr bixînim ku bersivên min ne ferzên blogerîyê ne; bi temamî li ser tecirbeyên min yên şexsî ne û herkes dikare li gor xwe reng û dengê xwe li blogerîya xwe xîne.

Tu çend sal in blogerîyê dikî?

Perxudres di 25’ê Çileya 2015’an de hate dinê. Berî wê du zaroyên min çêbûn, lê emirqut bûn; loma ew nehesab in.Ez li ser bloga xwe bi Kurdî binivîsim yan bi Tirkî yan bi Kurdî-Tirkî?

Perxudres bi temamî bi Kurmancî şorê dike. Carê du caran min dît di devê wî de nivîsên Tirkî hene; lê bi xwe poşman bû û ew ji devê xwe avêtin.Bi ya min blogerîya bi yek zimanî çêtir e ji ya bi duzimanî; yanî yan tenê bi Kurdî yan jî bi Tirkî. Ku rojnameyek sê rojan bi Tirkî derkeve du rojan bi Tirkî, çar rojan bi Tirkî derkeve pênc rojan bi Kurdî wê xwendevanên her du zimanan jî ji ser rojnameyê veçerixin.Ha tu jineke jêhatî yî yan mêrekî fêde yî û dixwazî bi du zimanan binivsinî, tuyê du blogên cuda vekî, li yekê bi Kurdî binivsînî li yekê bi Tirkî. Blogên wî/wê dudu ye, çavên wî/wê birçî ye filan.

Heyran me got pirsan bibersivîne, ma me got wisa dirêj wekî romanan binivsîne?

Bi rastî di romanên me de tesîra blogên bi Kurdî..

Blogger, blogvan, bloger, blogçi.. Tu ji kîjanê hez dikî?

Çito ku ”k”ya di ”serokkomar” de zêde ye ”g”ya di ”blogger” jî wisa. ”Blogvan” nola bilûrvanê ya lan. Em ”bloger” bin û li ser standartên cîhanê bin çêtir e. Bloçi çî ye ya, qey niha zik jî birçî ye, stop.

Selam mamoste, nikarî navekî ji bloga min re bibînî? 

Na hocam, nikarim. Li ser xwe bifikire hinekî, kêfa te ji çi te re tê, ji kîjan herfan û navan hez dikî, bifikir û bibîne tiştekî ji xwe re. Ha tewsîye nakim ku tu nav û paşnavê xwe bikî navê blog. Çinku blog berhemek e, jixwe navê meriv li ser e, bi min nabe ku meriv navê xwe li ser navê xwe binivsîne. Dîsa jî tu û kêfa xwe tabî.

Tu ji reklamên blogê pereyan qezenc dikî?

Bi qasî du salan barebara Perxudresê bû, tim digot ”Bila sedeqa serî we be reklamekê bidin” lê kesî wer nedayê wer nedayê çû. Ber bi sê salîya xwe ve, Perxudresê barebar terikand û bi awayekî henûn dest bi xebatê kir û reklamên pêşîyê hatin. Erê, qezenc dikim, reklam ketine rêzê welleh. Ger kêfa te ji vê nivîsê re were tu jî reklamê bidî, emê qesnaxê hîn fireh bikin heyran, berfireh bikin, berhemfireh.

Min bihîst ku zengîn bûyî, Google ji te re dolaran dişîne. Ez jî dev ji mamostetîyê berdim, di îşê blogerîyê kevim?

Derew hene û derewên bi qoç hene. Google hîn piştgirîya Kurdî nake û reklaman nade mamoste, tiştekî wer tune. Ku ro hat û me dît ku Google êdî Kurdî nas dike, soz ezê ji te re 300 dolarî bişînim. Ka IBAN’a xwe binivîs.

Min blogek vekir de ez nizanim li ser çi binivîsim. Li ser çi binivîsinim?

Eger te qirar nedaye û te blog vekiriye jixwe tu di serî de serbest stîl binivîse, piştî demekê tuyê êdî bibînî ku te kategorîya xwe diyar kiriye. Jiber ku ez hîn jî têkoşîna xwenaskirinê didim, Perxudres bi min re heyiriye. Lê niha giranîya min li ser wêje û wêneyan e, çi li benda min e nizanim.

Bo nivîsekê ma gerek tim fotografek jî hebe di ber re?

Perxudresê heta niha ti nivîsên bêwêne neweşandine. Bi qasî ji dest te tê herî kêm fotografekê li nivîse zêde bike. Wêne û nivîs ku tev hevdu temam dikin, ew kar hê pirtir di bîra meriv de dimîne. Îcar jixwe qesta nivîsê çêkirina fotografê ye, fotografek jî li ber fotografê hebe, ji te re eşq, ji te re muhbet. Bes fotografên xwe ha.. Ger we malper yan blogeke din fotograf girtin jêderê jî li bini binivîsin, paşê problema telîfê çêdibe ku eyb e em eşîr in.

Li gor te divê meriv di mehekê de herî kêm çend nivîsan binivîse?

Yanî ya rast blogerî sebir û sebateke mezin dixwaze. Eger wexta te qet tune lê dilî te jî li ser blogerîyê dikele di mehekê de herî kêm du nivîs. Îstatîstîkên hezkirinê pir hesabê mantiqê nanêre, lê wext jî hebe hinekî di hefteyekê de du yan jî sê nivîs bo blogerekî baş e. Hinek bloger bêyî ku sedeman bibêjin li dijî nivîsandina her roj in, lê ew demek e Perxudres her ro tiştekî diweşîne bimbarekê.

Tu di royekê de çend saetên xwe vediqetînî bo blogê?

Dawîyên hefteyê ro hene temamê saetên ku şîyar im vediqetînim! Loma ew demek e li Facebook, Twitter û Instagramê ne aktîf im û li ser pêşdebirina Perxudresê difikirim. Bo nivîsîna li blogê, divê meriv bixwîne, bibîne, bixwe, bistîne, bifroşe, biçe bi-vegere, bide, bidoşe, bixwaze, binale, yanî bi kurt û kurmancî bijî. Ew kêlîyên dijîm jî ji dema ku bo blogê vediqetînim dihesibînim.

Ez dikarim pirseke din bipirsim? 

Ser seran, a li vê jêrê, di şiroveyan de kes ji te xweştir napirse jixwe. Ger fedî dikî bi navê xwe eşkere bipirsî, dikarî bi navê Adsız jî bipirsî, no problem; ku teşqele li serê min tune be herî dereng di 24 saetan de ez li hemî şiroveyan vedigerim. Spas.

Çile 2018, Ofîs – Dîyarbekir

 
perxudres.blogspot.com.tr

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply