Yekşem , Êlun 22 2019
Destpêk / Bawerî / Pirs û Bersivên Li Ser Remezanê – 2

Pirs û Bersivên Li Ser Remezanê – 2

12) Ez wexta diranên xwe firçe dikim avê di devê xwe de digerînim û derdixim. Hinek tehma avê di deve min de dimine gelo rojî wisa dişkê yan na?

-Ku di ber firçekirinê de û piştî firçekirinê hay jê hebî ku av yan tiştek din here qirika te hêvîdarim ku tiştek nebe. Heke ku bitirsî û hişê te bimîne li ser vê mijarê jî diranê xwe dema paşîvê û dema fitarê firçe bike. Wisa wê çêtir be. Jixwe di rojê de du caran firçekirin ji bo diranan bes e.
13) Guhdarî Mirade kine rojî betal dike an na?
-Guhdarîkirina sitranan rojîyê betal nake. Heke ku mirovên bi rojî di wê demê de şûna guhdariya sitranan bikin, biçin Qur’anê bixwînin, guhdariya Qur’anê bikin yan jî guhdariya tiştên dînî bikin xêra wan çêtir e lê belê ku wisa nekin jî rojîya wan bi serê xwe ye.
14) Tê gotin ku mirovên her tim birçî bin rojî li ser wan ne ferz e. Gelo ev rast e an na?
-Rojî li ser hev evdên misilman ferz e. Rojî ne mîna çûna hicê ye ku tenê li ser misilmanên xwedî derfet ferz be. Belê lê têrkirina wan jî li ser yên xwedî derfet ferz e. Divê em ên xwedî derfet hay ji der û dora xwe hebin ku mirovên birçî tunebin. Divê em di rêya Xwedê de alîkariya wan bikin.
15)Em bêjin me ji bîra kir û me nêta(nîyeta) xwe neanî. Ew rojî betal e an ne betal e?
-Nîyet li ser şafiîyan ferz e. Divê mirov hay jê hebin û li gorî wê jî tevbigerin ku jibîr nekin. Divê mirov bînin bîra malbata xwe/hevalên xwe. Divê misilman bi zimanekî xweş tiştên wisa bînin bîra hev. Lê belê ku mirov ji bîr bike rojî jî xira nabe. Ji ber ku jixwe ya dil de ye Xwedê dizane û armanca rabûna paşîvê jî bi serê xwe eşkerekirina girtina rojîyê ye.
16)Divê mirov zikata xwe bide kî?
-Divê mirov zikata xwe bide mirovên ku pêdiviya wan bi wê zikatê heye. Yanê mirov bide yên xwedî derfet nabe. Em dikarin zikata xwe bidin van kesan: mirovên ji aliyê aboriyê ve rewşa wan ne baş be, karmendên ku ji bo berhevkirina zikatê hatine vezîfekirin, mirovên rêwî bin, kesên ku di rêya Xwedê de dixebitin, sazî û rêxistinên ku ji bo xêrê dixebitin. Dîsa jî ez dibêjim ku hay ji zikata xwe û xêr û xêratên xwe hebin ku paşê ew nebin bombe û li ser serê we de nebarin. Ji ber vê yekê jî zikat û sedeqeyên xwe bidin miletê te û bidin sazîyên xwe.
17) Şêx, ez nîyeta xwe wilo tînim şaş e an rast e? (Îşev neyt im sibê rocî me rocîya Remezanê sala îsal digirim ji bo Xwedê , Xwedê tu qebul bikî.)
-Nîyeta rojîyê: Îşev nîyet im. Sibê rojî me. Rojîya meha remezana îsal. Li ser min ferz e. Ji bo Xwedê digirim. Ya Rebbî tu ji bo xwe qebûl bikî.
18)Remezan ji kî re ferz e?
-Remezan li ser her misilamên xwedî aqil ferz e. Gundî û karker, dewlemend û xizan, kal û pîr, keç û kur, jin û mêr… Li ser me misilmanên xwedî aqil ferz e. Bes li gorî rewşên tenduristiyê hinek hêsanî heye.
19)Ez di remezanê de li ser tora civakî xwarinên xwe parve bikim, caîz e?
-Mirov parve nekin çêtir e. Wextê paşîv û fitarîyê de parve bikî wê baştir bibe.
20) Rojîya mirovê ku rojî bigire û derewan jî bike xira dibe?
-Xêr û gunehên rojîyê û yên derewan ji hev cihê ne. Ji ber ku her du tevger ji hev cihê ne. Lewma mirov nikare bi vî awayî bide ber hev lê divê mirovên rojî bigirin xwe ji derewan dûr bikin. Divê bi zimanên xwe jî rojî bigirin û hay ji zimanê xwe hebin.
21)Şêx Zelal, bawerîya min tune. Gelo rojî li ser min jî ferz e?
-Rojîya misilaman tenê li ser tevahiya misilmanan ferz e.
22)Mirov rojiyê ji bîr bike û têêr xwarin bixwe û di pariya dawî de rojî were bîra mirov lê parî çûbe qirika mirov, gelo mirov daqurtîne yan bi şûn ve vegerîne?
-Ku çûbe qirikê tu yê çawa vegerînî? 🙄
Jixwe ew gep êdî çûye. Dev ji wê berde lê dewam neke û êdî nexwe.
*Ku te wê parîyê vegerand, rojî didome an na?
-Bêyî vereşanê ne bawer im ku bikaribî vegerînî û vereşan jî rojîyê dişkêne. Belê. Rojî dişkê.
*Ku te daqurtand rojî dişkê an na?
-Belê. Rojî dişkê lê ne bi gepa dawîn. Jixwe berî wê têr xwarin hatiye xwarin.😥 Bi xwarina ku hatiye xwarin rojî dişkê. Di rewşeke wisa de dîsa jî xwarin nexwe û heya dem neyê jî nefitire lê paşê di şûna wê rojê de rojekê bigire. Yanê nebêje jixwe min xwariye û rojî çû. Wê rojê jî bigire û piştî remezanê jî di şûna wê rojê de rojekê bigire.
23)Yek rojîyê bîgre misoger cih bihuşta baqî ye yan na?
-Tiştek wisa nikarim bêjim. Ji ber ku ez nizanim ka ew rojî ji dil ji bo Xwedê ye, yan ew kes ji dil ji bo Xwedê dijî, yan ew kes hay ji her tevgerên xwe heye? Tenê Xwedê dikare bersiva vê pirsê bide. Ez tenê dikarim bêjim ku Xwedê gotiye ku wê mirovên qenc û baş û di rêya rast de efû bike. Hêvîdarim ku Xwedê rojîyên me jî di rêya xwe de qebûl bike.🙏
24)Meha remezanê îsal çend roj e?
– Meha remezanê îsal li gorî bakûr û tirkîyê 29 roj in. Remezana îsal li gorî bakûr û tirkiyê di 5ê gulanê de destpê dike û di 3ê hezîranê de jî diqede.

Hêvîdarim ku bersiv li gorî dilê we bin.

Tvîtir: https://t.co/CW8NSMvvP8
Înstgram: https://t.co/Akl6vBJC24

Silav û rêz.
Şêx Zelala ji Fînê

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Wateya rojîyê çî ye? Girîngiya rojîyê çi ye?

Pêxemberê axirê zeman gotiye, wê gunehên wan mirovan paqij bibin ku bi dil û can …

Bersivekê binivîsin

Your email address will not be published. Required fields are marked *