Hin Pirs û Bersivên Li Ser Remezanê

Her çiqas em di civaka ku bi piranî misilman in de jî bijîn dîsa jî li ser îslamê û li ser şert û mercên îslamê zanîn kêm in û yên hene jî zêde ne zelal in. Ji ber vê yekê jî min xwest bi qasî zanînên xwe mejîyê hevalên xwe zelal bikim.

Li ser vê pêdivîyê min jî li ser tora civakî (tvîtir û înstagram) ji hevalan pirs kiribû û min gotibû, ku pirsên we yên li ser remezanê hebin, ji kerema xwe bipirsin da ku ez bi qasî zanînên xwe bibersivînim. Sax bin, gelek hevalan jî pirsên xwe kiribûn. Spasîya xwe pêşkêşî tevahîya hevalan dikim û lêborînê ji wan dixwazim ku yeko yeko nikarim behsa navê wan bikim.

Li jêr bi qasî bîst û pênc (25) pirs û bersiv hene. Ji bo zêde dirêj xuya nekin û we di ber xwendinê de aciz nekin min nivîsê kire du beş. Beşa yekemîn wê sêzde(13) pirs bin û ya duyemîn jî wê dozdeh (12) pirs bin. Ji wan çend heb mîna henekan xuya bikin jî di rastiyê de ne wisa ye. Pirsên cidî ne û ji alîyê hevalên min yên li ser tora civakî ve hatin pirsîn û çiqas ji min jî hatibe min bersivên cidî da wan. Heke ku min xeletîyek kiribe ji kerema xwe ji min re peyam bişînin û ji min re bêjin.

1) Derzî rojiyê dişkîne?
-Belê. Ji ber ku bi derzîyê tiştek dikeve laşê mirovan. Divê di demên fitar de derzî li xwe bidin. Heke ku nexweşî giran be û bê derzî nebe jî girtina rojîyê ne baş e. Xwedê naxwaze evd êşê bidin xwe. Ji bo vê rewşê jî hin şert û merc hene.

2)Ji bo mirov di remezanê de tîn nebe divê çi bike?
-Divê mirov paşîvê ava xwe baş vexwe.

3) Em xwendevan in. Di salê de 12 mehan em birçîne. Geli rojî li ser me jî farz e yan na?
-Belê. 😁 Rojî li ser her misilmanên xwedî aqil ferz e. Heke ku ji aliyê aqil ve bê kêmasî bî û misilman bî li ser te ferz e.

4) Şêx rojî ji bo em birçîbûnê fêm bikin tê girtin?
-Ji aliyekî ve wisa ye. Ji bo em hay ji rewşa mirovên birçî jî fêm bikin tê girtin lê belê ne ew tenê. Rojî ji bo terbîyekirina nefsê tê girtin. Xwedê dibêje, nexwe û vexwe û tu jî wisa dikî û nefsa xwe dixî rêzekê. Tu xwe ji gunehên din jî dûr dikî. Mînak, divê zimanê te jî rojî bigire û tu fesadî nekî, divê çavên te jî rojî bigirin û tu li tiştên/kesên qedexekirî nenêrî, divê dilê te jî rojî bigire û tu tiştên xirab nefikirî. Tu dikarî van mînakan zêdetir jî bikî lê belê bi kurt û kurmancî bibêjim ku rojîgirtin ne birçîbûna zik e.

5) Gelo paşîv heta seat çenda ye?
-Li ser vê yekê nikarim zanîneke teqez bidim. Ji ber ku paşîva her welatî diguhere. Li gorî tav û heyvê ev yek ji hev cihê dibe. Li ser vê jî li her welatî salnameyan derdixin/diweşînin/belav dikin. Dikarî tu jî yekê peyda bikî.

6) Şex, em dikarin di rojiyê de benişt bicûn?
-Nexêr! 😁 Li gorî rojîya misilmanan divê rojîgir di navbera du bangan de (banga ji bo bidawîkirina paşîvê û ya destpêka fitarîyê) tiştekî nexwe û venexwe. Nexwe rojî betal dibe, xira dibe.

7) Gelo nimêja terewîha çima dirêje?
-Tê gotin ku Pêxemberê axirê zeman heşt (8) riket kiriye û di dema xelîfetîya Hz. Emer de ev yek bûye bîst (20) riket.

8) Li hinek welatên biyanî 6 meh roj û 6 meh jî şev e. Ê rojî li wan deran çawa be. Bo vê mijarê çima tu behs di Qur’anê de tune?
-Ya rastî zanîna min li ser vê mijarê tune. Divê mirov ji zanistên dîn bipirse. Niha teqez bersiveke vê yekê heye.

9) Çima navê vê mehê remezan e?
-Ez bi erebî nizanim lê bawer dikim ku wateya peyva “remezanê” ‘germî’ ye. Dema yekemîn car rojî hatiye girtin gelekî germ bûye û ji ber vê yekê jî vê navê lê kirine. Yanê tevgera di nava germiyê/germahîyê de tê kirin.

10) Çima her sal ne di eynî wextî de ye?
-Ji ber ku li gorî heyvê dem diguhere. Li gorî tevgerên heyv û rojê biryara vê yekê dane.

11) Gelo mirovên xwefiroş û bêşeref di meha remezanê de tim bi rojî bin wê Xwedê xêra wan binivsîne yan na?
-Bersiva vê pirsê ne li ba min e. Vê yekê tenê Xwedê dizane lê dikarim bêjim ku Xwedê zaliman tu caran efû nake û di Qur’anê de jî vê yekê gelekî caran daye ber çavên me. Tu zalim bi birçîbûna zik te nabe bihuştê. Jixwe wateya girtina rojîyê jî ew e ku mirov xwe ji tiştên ne baş dûr bikin. Ku zilm bikî û îxanetê bikî tu li dijî wateya rojîyê jî tevdigerî û Xwedê jî gotiye ku ez zaliman efû nakim.

12) Ez wexta diranên xwe firçe dikim avê di devê xwe de digerînim û derdixim. Hinek tehma avê di deve min de dimine gelo rojî wisa dişkê yan na?
-Ku di ber firçekirinê de û piştî firçekirinê hay jê hebî ku av yan tiştek din here qirika te hêvîdarim ku tiştek nebe. Heke ku bitirsî û hişê te bimîne li ser vê mijarê jî diranê xwe dema paşîvê û dema fitarê firçe bike. Wisa wê çêtir be. Jixwe di rojê de du caran firçekirin ji bo diranan bes e.

13) Guhdarî Mirade kine rojî betal dike an na?
-Guhdarîkirina sitranan rojîyê betal nake. Heke ku mirovên bi rojî di wê demê de şûna guhdariya sitranan bikin, biçin Qur’anê bixwînin, guhdariya Qur’anê bikin yan jî guhdariya tiştên dînî bikin xêra wan çêtir e lê belê ku wisa nekin jî rojîya wan bi serê xwe ye.

14) Tê gotin ku mirovên her tim birçî bin rojî li ser wan ne ferz e. Gelo ev rast e an na?
-Rojî li ser hev evdên misilman ferz e. Rojî ne mîna çûna hicê ye ku tenê li ser misilmanên xwedî derfet ferz be. Belê lê têrkirina wan jî li ser yên xwedî derfet ferz e. Divê em ên xwedî derfet hay ji der û dora xwe hebin ku mirovên birçî tunebin. Divê em di rêya Xwedê de alîkariya wan bikin.

15)Em bêjin me ji bîra kir û me nêta(nîyeta) xwe neanî. Ew rojî betal e an ne betal e?
-Nîyet li ser şafiîyan ferz e. Divê mirov hay jê hebin û li gorî wê jî tevbigerin ku jibîr nekin. Divê mirov bînin bîra malbata xwe/hevalên xwe. Divê misilman bi zimanekî xweş tiştên wisa bînin bîra hev. Lê belê ku mirov ji bîr bike rojî jî xira nabe. Ji ber ku jixwe ya dil de ye Xwedê dizane û armanca rabûna paşîvê jî bi serê xwe eşkerekirina girtina rojîyê ye.

16)Divê mirov zikata xwe bide kî?
-Divê mirov zikata xwe bide mirovên ku pêdiviya wan bi wê zikatê heye. Yanê mirov bide yên xwedî derfet nabe. Em dikarin zikata xwe bidin van kesan: mirovên ji aliyê aboriyê ve rewşa wan ne baş be, karmendên ku ji bo berhevkirina zikatê hatine vezîfekirin, mirovên rêwî bin, kesên ku di rêya Xwedê de dixebitin, sazî û rêxistinên ku ji bo xêrê dixebitin. Dîsa jî ez dibêjim ku hay ji zikata xwe û xêr û xêratên xwe hebin ku paşê ew nebin bombe û li ser serê we de nebarin. Ji ber vê yekê jî zikat û sedeqeyên xwe bidin miletê te û bidin sazîyên xwe.

17) Şêx, ez nîyeta xwe wilo tînim şaş e an rast e? (Îşev neyt im sibê rocî me rocîya Remezanê sala îsal digirim ji bo Xwedê , Xwedê tu qebul bikî.)
-Nîyeta rojîyê: Îşev nîyet im. Sibê rojî me. Rojîya meha remezana îsal. Li ser min ferz e. Ji bo Xwedê digirim. Ya Rebbî tu ji bo xwe qebûl bikî.

18)Remezan ji kî re ferz e?
-Remezan li ser her misilamên xwedî aqil ferz e. Gundî û karker, dewlemend û xizan, kal û pîr, keç û kur, jin û mêr… Li ser me misilmanên xwedî aqil ferz e. Bes li gorî rewşên tenduristiyê hinek hêsanî heye.

19)Ez di remezanê de li ser tora civakî xwarinên xwe parve bikim, caîz e?
-Mirov parve nekin çêtir e. Wextê paşîv û fitarîyê de parve bikî wê baştir bibe.

20) Rojîya mirovê ku rojî bigire û derewan jî bike xira dibe?
-Xêr û gunehên rojîyê û yên derewan ji hev cihê ne. Ji ber ku her du tevger ji hev cihê ne. Lewma mirov nikare bi vî awayî bide ber hev lê divê mirovên rojî bigirin xwe ji derewan dûr bikin. Divê bi zimanên xwe jî rojî bigirin û hay ji zimanê xwe hebin.

21)Bawerîya min tune. Gelo rojî li ser min jî ferz e?
-Rojîya misilaman tenê li ser tevahiya misilmanan ferz e.

22) Mirov rojiyê ji bîr bike û têêr xwarin bixwe û di pariya dawî de rojî were bîra mirov lê parî çûbe qirika mirov, gelo mirov daqurtîne yan bi şûn ve vegerîne?
-Ku çûbe qirikê tu yê çawa vegerînî? 🙄
Jixwe ew gep êdî çûye. Dev ji wê berde lê dewam neke û êdî nexwe.
*Ku te wê parîyê vegerand, rojî didome an na?
-Bêyî vereşanê ne bawer im ku bikaribî vegerînî û vereşan jî rojîyê dişkêne. Belê. Rojî dişkê.
*Ku te daqurtand rojî dişkê an na?
-Belê. Rojî dişkê lê ne bi gepa dawîn. Jixwe berî wê têr xwarin hatiye xwarin.😥 Bi xwarina ku hatiye xwarin rojî dişkê. Di rewşeke wisa de dîsa jî xwarin nexwe û heya dem neyê jî nefitire lê paşê di şûna wê rojê de rojekê bigire. Yanê nebêje jixwe min xwariye û rojî çû. Wê rojê jî bigire û piştî remezanê jî di şûna wê rojê de rojekê bigire.

23) Yek rojîyê bîgre misoger cih bihuşta baqî ye yan na?
-Tiştek wisa nikarim bêjim. Ji ber ku ez nizanim ka ew rojî ji dil ji bo Xwedê ye, yan ew kes ji dil ji bo Xwedê dijî, yan ew kes hay ji her tevgerên xwe heye? Tenê Xwedê dikare bersiva vê pirsê bide. Ez tenê dikarim bêjim ku Xwedê gotiye ku wê mirovên qenc û baş û di rêya rast de efû bike. Hêvîdarim ku Xwedê rojîyên me jî di rêya xwe de qebûl bike.🙏

Şêx Zelala ji Fînê
Dema weşandinê ya di Çandnameyê de: 4.05.2020

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply