Pirs: Ma kesê gunehên mezin bike, dibe kafir?

Pirs: Gunehên mezin kîjan in? Ma kesê gunehên mezin bike, dibe kafir?

Bersiv: Ji gunehên mezin re “kebair” tê gotin. Ji wan jî ên sereke ev in:

Meriv hevpişkan ji Xwedê çêke, kuştin, iftiraya zinayê, kirina zinayê, reva ji cengê/cîhadê, kirina efsûnê, xwarina malê sêwiyan, rabûna li ber dê û bav, xwarina mafê xelkê, kirina gunehan di herema Mekkê de, xawrina ribayê/faîzê, kirina diziyê, vexwarina meyê/araqê, lîstina bi qumarê.

Merivê Musluman -bê ku biçûk bibîne-, ger gunehekî mezin bike -digel ku di dilê wî de teqdîq hebe-  bi wî gunehî ji dîn dernakeve û nabe kafir.

Gunehê herî mezin ku meriv Xwedê Teala bixe rêza duduyan û jîndarekî ku qaşo hin taybetmendiyên Xwedê Teala tê de hene, bixe pêş. Ev kirin li hemberî Xwedê, dibe şirk. Ji vî gunehî re “ekberi kebair” ango gunehê herî mezin tê gotin.

Bêguman Xwedê şirkê nabexşîne, ji bilî vê ji bo kesê ku bexşandin heq kiribe, wî dibexşîne. Çi kesê ji Xwedê  re hevpar çêkiribe, wî bêbextiyeke giran û gunehekî mezin kiriye.” (Nîsa, 4/48)

Dabeşkirina gunehan bi bal gunehên mezin û biçûk bi ayet û hedîsan ve sabit e. Ayetên têkildar wiha ne:

Eger hûn xwe ji gunehên mezin ên ku li we hatine qedexekirin biparêzin, Em ê li gunehên we biborin û Em ê we bixin cihekî birûmet.” (Nîsa, 4/31)

Ew bawermendên ku ji gunehên mezin û ji fehşîtiyan xwe diparêzin û dema ku ew hêrs dibin jî efû dikin.” (Şûra, 42/37)

Ji bo ewên ku -gunehên biçûk ne tê de- xwe ji gunehên mezin û fehşîtiyan vedidin, lêborîna Xwedayê te berfireh e. Ew, dema hûn ji axê afirandin û dema hûn di zikên dayîkên xwe de bûn jî, bi we çêtir dizane. Vêca hûn xwe paqij nebînin, birastî Xwedê bi teqwadaran çêtir dizane.” (Necim, 53/32)

 “Bibêje: Werin, a ku Xwedayê we li we heram kiriye ez ji we re rêz bikim: Qet tiştekî ji Wî re nekin hevpişk, qenciyê li dê û bavên xwe bikin, ji tirsa xizaniyê zarokên xwe nekujin. Lewra Em rizqê we û wan jî didin. Xwe nêzî tolaziyan nekin; çi yên aşkera, çi jî yên veşarî. Ew canê ku Xwedê kuştina wî li we qedexe kiriye bi nerewayî nekujin. Ha ev e ya ku Xwedê fermana we pê kiriye da ku hûn bifikirin û tê bigihîjin.

Heta sêwî kamil nebe, -helwesteke ku bo fêda wî ye ne tê de- hûn nêzî malê wî nebin. Pîvan û mêzînê bi dadmendî pêk bînin. Em li her kesî tenê bi qasî hêza wî bar lê dikin. Çendî lêzimekî we yê pir nêz be jî dema hûn peyivîn vêca bi dadmendî bipeyivin. Soz û peymana ku we daye Xwedê, bi cî bînin. Xwedê ha bi van tiştan qewîtiyê li we dike da ku hûn heşê xwe bi serê xwe din.

Bêguman ha ev riya Min a rast û durust e, bidin pey wê û nedin dûv rêçikên din, an jî wê we ji riya Min biqetînin. Ev jî daxwziyên Xwedê ne ji we da ku hûn xwe biparêzin.” (En’am, 6/151-153)

Xwedayê te ferman kiriye ku hûn, bi tenê ji Wî re îbadetê bikin û digel dê û bavên xwe qenciyê bikin. Vêca eger yek ji wan an jî herdu li cem te kal bibin; ji wan re nebêje “Of” û guhnedêriya wan neke û ji bo wan gotineke xweş û germ bibêje.

Wan bixe bin perê dilovaniya xwe û bibêje: Xwedayê min çawa ku wan di zarokantiya min de bi dilovanî ez xwedîkirim, Tu jî li wan dilovaniya xwe bike.

Xwedayê we, bi ya ku di dilên we de ye bêhtir dizane. Eger hûn qenc bin, vêca bêguman Xwedê ji bo yên ku berê xwe ji neqenciyan vedigerînin û tobe dikin, gunehjêbir e.

Mafê xizm û xizan û rêwiyan bide û li cihê nerewa û nepêdivî destbelaviyê neke.

Bêguman ên destbelav dost û birayên şeytên in. Şeytan jî li biwara Xwedayê xwe zêde nankor bû.

Eger tu berê xwe ji wan vegerînî, ji ber ku tiştek li cem te nîn e ku tu bidî wan û tu li hêviyê yî ku Xwedê keremekê li te bike, nexwe ji bo wan gotineke xweş bibêje.

Di riya Xwedê de yekcar destgirtî nebe û bi temamî destvekirî jî nebe, paşê tu yê lomedar û destevala rûnê.

Bêguman Xwedayê te kê bivê rizqê wî fireh dike û kê jî bivê risqê wî teng dike. Bêguman Xwedê bi bendeyên xwe hayedar û bîner e.

Ji tirsa xizaniyê zarokên xwe nekujin, Em rizqê wan û we jî didin. Bêguman kuştina wan sûcekî mezin e.

Nêzîkî zinayê mebin. Lewra ew, karekî pir kirêt û rêyeke pir pîs e.

Ji bilî ku sebebekî mafdar hebe, ew canê ku Xwedê (kuştina) wî heram kiriye mekujin. Çi kesê bi zilm û xerezî bê kuştin, vêca me desthilatî (û selahiyet) daye welîyê (xwînwergirê) wî. Êdî bila welî jî di kuştinê de sînor derbas neke. Bêguman arîkariya wî hatiye kirin.

Heta sêwî balix nebin û aqil negirin, ji bilî niyeteke baş (ku malê wî biparêze) xwe nêzîkî malê wî mekin. Wê peymana ku hûn didin jî bînin cih. Bêguman peymana ku were dayîn, berpirsiyê pêwîst dike.

Dema we pîva tam bipîvin û bi mêzîna rast bikêşin. Ev hem çêtir e, hem ji aliyê encamê ve spehîtir e.

Nekeve pey a ku derbarê wê de tu jê bêagah î. Bêguman guh, çav û dil ji ya ku ew dikin, berpirs in.

Bi quretî li ser erdê bi rê ve neçe. Bêguman tu hîç nikarî erdê biqelişînî û qet tu nikarî bi çiyan re berberiya bilindahiyê bikî.

Ev hemû li cem Xwedayê te gunehê wan pîs e.

Ha ev, ji hîkmet, biryarên rast in ku Xwedayê te ji te re hinartine. Digel Xwedê îlahekî din negire, piştre tu dê şermezar û qewitî, di dojehê de bê werkirin.” (Îsra, 17/23-39)

Qasidê Xwedê wiha gotiye:

Xwe ji heft tiştên meriv dibin xeterê biparêzin. ”

– Gotin: Ey Qasidê Xwedê, ew çi ne?

Got: “Meriv şirîkan ji Xwedê çeke, kirina efsûnê, bi sebebekî mafdar ne tê de kuştina canekî ku Xwedê kuştina qedexe kiriye, xwarina faîzê, xwarina malê sêwîyan, reva ji cenga li hemberî neyaran û meriv iftiraya zinayê têxe stûyê pirekên bawermendî bi namûs. (Buxarî, Wesaya, 23; Muslim, Îman 145 (89).

Ji kerema xwe re li navnîşana jêr jî binihêrin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/buyuk-gunah-isleyenler-mutlaka-cehenneme-girecekler-mi.html

Derbar candame

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply