Pîroznameyê Seydayê Cegerxwîn ji Mîr Dr. Kamîran Bedirxan re

Ji ber giringiya gotinên seydayê Cegerxwîn, bi min xweş e ku vê pîroznameya wî, ya berî 75 salan ku bi helkeftina weşana rojnameya Roja Nû ji Mîr Dr. Kamîran Bedirxan re şandiye, ji we re raxînim ber çavan, fermo bixwînin:

Konê Reş

“Mîrê mezinê mêran, xortê xurt zanayê Kurd Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan! Hevalo! Di van rojan de Roja Nû, weke rojeke geş, tav û tîrêjên wê dane dîwarê me jî yê xortan. Çirûsk û ronahiya wê, leylana paşketin û bêhêviyê, ji ser dilê ciwanên kurdan hildane. Kela jiyana welêt ji kela mirinê gîhande delavê serbestiyê. Bûka xweşxwan û nivîsaran xemiland bi qumaşê evîn û zanistiyê. Pira nejadperestî bi topên baweriyê daweziran û di tangê dilxwşiyê de afirand. Ji wî riya wa a dûr bi hezaran kîlomêtir şose kir û derê bajarê armanca me, li me vekir. Xwedê te û roja te bi rûkî spî û jineke dirêj ji kurdan re bihêle. Ji ber xortan ve, roja te pîroz be”.
CEGERXWÎN

Di rojnameya Roja Nû, hejmara: 10an, 5’ê tîrmeha 1943’an de belav bûye.

Konê Reş

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply