Pîrozbahî!!!!
21ê Sibatê “Roja Zimanê Zikmakî” Pîroz Be!
Roja 21ê Sibatê ji hela UNESCOyê ve wek ‘’Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî” hatiye qebûlkirin û li gelek deverên dinyayê jî ev roj her sal tê pîroz kirin.
Li çar aliye dinyayê fermî û nefermî bi hezaran zimanên zikmakî hene lê di nav van zimanan pir ziman bi awayekî fermî nayê axaftin û di wê zimanê de perwerde nayê dîtin. Çi heyfe ku ji wan yek jî zimanê kurdî ye.
Piraniya zimanên zikmakî li hemberî siyasetên zordarî, zalimane û polîtîkayên pişaftinê yên li dijî wan tên kirin xwe nagirin û ber bi mirinê ve diçin.
Ji sedemên mirina Zimanekî Dayikê yek jî ew e ku mensûbên wî zimanî bi zimanê xwe naaxivin û lê xwedî dernakevin. Dema bi zimanekî axaftin û nivîsandin tunebe û fikir jî jê dernekevin meydanê ew ziman dixwazî bila Kurdî be û dixwazî yekî din be, li hemberî zimanên serdestan mehkûmê mirinê ye. ji ber vê yekê ev rewşa zimanên zikmakî naxasim zimanê kurdî trajediyeke mezin û travmayeke kûr e.
Di mijara zimanê dayikê de lazim e hemû Kurd li zimanê ku ji dê, bav, kal û pîran wek mîrat maye xwedî derkevin û bi awayekî çêtir hînî nifşên nû bikin.
Gelê Kurd ne îro bi tenê, divê her roj bi Kurdî bixwîne, bifikire, biaxive û binivîse.
21ê Sibatê “Roja Zimanê Zikmakî” Pîroz Be!
Çandname